• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Komeleya Wêjekarên Kurd ji Bozarslan re sersaxî xwest

    Komeleya Wêjekarên Kurd ji Bozarslan re sersaxî xwest

    Li Japonyayê ji ber berfa zêde 46 kes mirin, 558 kes birîndar bûn

    Li Japonyayê ji ber berfa zêde 46 kes mirin, 558 kes birîndar bûn

    Ji gelek parlamenter û lordên Îngilistanê banga Rojava

    Ji gelek parlamenter û lordên Îngilistanê banga Rojava

    Kongreya Amerîkayê bi rojeva Kurdan dicive 

    Kongreya Amerîkayê bi rojeva Kurdan dicive 

    ‘Ji bo parastina destkeftiyên Rojava divê têkoşîn bidome’

    ‘Ji bo parastina destkeftiyên Rojava divê têkoşîn bidome’

    Neteweyên Yekbûyî talana li gundên Kobanê lêkolîn dike

    Neteweyên Yekbûyî talana li gundên Kobanê lêkolîn dike

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Yekîtiya Hunermendên Kurd: Em ji bo hunera azad tev li mitîngê bibin

Amed / AW

24 KANÛN 2025 - 13:47
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Yekîtiya Hunermendên Kurd têkildarî mitînga “Hêvî û Azadiyê” ya ku dê di 4ê Çileya 2026an de bê lidarxistin daxuyanî da û got: “Em bang li hemû hunermend, xebatkarên çandê, rewşenbîr û her kesê ku piştgiriyê dide aştiyê dikin ku di 4ê Çile de beşdarî mîtînga ‘Hêvî û Azadîyê’ bibin.”

Yekîtiya Hunermendên Kurd li avahiya Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê ya li navçeya Sûrê têkildarî mitînga “Hêvî û Azadiyê” ya ku dê di 4ê Çileya 2026an de li Qada Îstasyonê bê lidarxistin, daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên saziyên çandê û hunerê tev li daxuyaniyê bûn. Pankarta “Mafê Hêviyê ,Mafê Çand û Hunera Azad e” hat vekirin.

Metna daxuyaniyê ji aliyê endama Yekîtiya Hunermendên Kurd Salîha Ayata ve hat xwendin.

Metna daxuyaniyê bi vî rengî ye:

“Mafê Hêviyê; Mafê Çand û Hunera Azad e

Huner ne tenê şêweyekî estetîkî ye; ew bîr, ziman, êş û hêviya gelekî ye. Dema ku çand û huner tên bêdengkirin, civak jî tê bêdengkirin. Dîrokê gelek caran nîşanî me daye ku êrîşên asîmîlasyonê pêşî ziman hedef digirin, dû re armanc dikin ku bîrê jê bibin û di dawiyê de civakê bêhêz bikin. Dema civak bêhêz dimîne dagirkerî û mêtingerî hêsan e.

Li Kurdistanê, çand û hunera Kurdî ev sed sal in bi înkar, asîmîlasyon û qedexeyan dorpêçkirî ne. Zimanên dayikê hatine qedexekirin, stran hatine bêdengkirin, fîlm hatine sansûrkirin, şano hatine girtin û hunermend an bi sirgûnan an jî bi zindanan ra rûbirû mane. Sedema mezin ku ev tên serê qada hunerê ev e; huner rastîyê eşkere dike; huner îtaet nake.

Îro jî em wek hunermendên kurd jibo rastiyek eşkerekirî hatin cem hev. Me 27ê Sibatê banga birêz Abdullah Ocalan silav kir û xwedî derket. Piştî wê deme ji bo ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ Tevgera Azadiyê û gelê Kurd gellek gavên dîrokî avêtin. Gelê Kurd, hunermend, xwendevan, ciwan, jin, bi hemû dînamîgên xwe eşkere kirin ku piştgirî didin vê pêvajoyê.

Lê em dizanin ku li dinyayê ti cerabeyek wiha tune ye ku maseyek aştîyê çêbe lê aliyekî maseyê hîn bi zindan û tecrîdê re rûbirû bimîne. Em wek hunermendên welatparêz vê yekê qebul nakin.
Divê demildest şert û mercên birêz Abdullah Ocalan bê sererastkirin û mafê hêviyê were naskirin. Mafê hêviyê şertek ji zagona gerdûnî û wijdanê hevpar ê mirovahiyê ye. Mafê hêviyê rê li ber aştiyê vedike, ne ji bo şer; ji bo axaftinê, ne ji bo înkarê ji bo naskirinê ye mafê hêvîyê. Bêyî vî mafî, pêvajoya aştî nameşe !

Em, wekî kesên ku bîranîna vê civakê bi muzîk, sînema, wêje, şano û gotinên wê hildigirin, dengê xwe li dijî asîmîlasyon, sansûr û tecrîdê bilind dikin. Ji ber ku aştî ne tenê mijarek siyasî ye; ew pêdiviyek çandî, exlaqî û hunerî ye.

Mafê Hêviyê ew ê rê li ber pêvajoyê veke. Ji ber wê em dibêjin mafê hêviyê mafê çand û hunera azad e. Û em dizanin; Aştî tenê dikare li ser vê bingehê mayînde bibe.

Ji ber vê yekê;

Ji bo naskirina mafê hêviyê, ji bo bidawîkirina tecrîdê, ji bo devjêberdana sansûr û asîmîlasyonê, ji bo çand û hunera Kurdî; em bang li hemî hunermend, xebatkarên çandê, rewşenbîr û her kesê ku piştgiriyê dide aştiyê dikin ku di 4ê Çile de beşdarî mîtînga ‘Hêvî û Azadîyê’ bibin.

Em tên; bi gotinên xwe, bi dengên xwe, bi rengên xwe. Ji bo aştiyê. Ji bo civateke demokratîk. Jibo çand û hunera azad. Ji bo mafê hêviyê.”

Etîket: Mîtînga Hêvî û AzadiyêYekîtiya Hunermendên Kurd
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ hat taloqkirin

Mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ hat taloqkirin

23 ÇILE 2026
Li Amedê xebatên mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ didomin

Li Amedê xebatên mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ didomin

22 ÇILE 2026
Ji bo mitîngê bang kirin: Heta birêz Ocalan azad nebe pêvajo nagihe armancê

Ji bo mitîngê bang kirin: Heta birêz Ocalan azad nebe pêvajo nagihe armancê

15 ÇILE 2026
Mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ dê di 25ê Çileyê de bê lidarxistin

Mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ dê di 25ê Çileyê de bê lidarxistin

13 ÇILE 2026
Mitînga “Hêvî û Azadiyê” hat taloqkirin

Mitînga “Hêvî û Azadiyê” hat taloqkirin

1 ÇILE 2026
Botaniyan ji bo mitîngê bang kir: Azadiya birêz Ocalan azadiya civakê ye

Botaniyan ji bo mitîngê bang kir: Azadiya birêz Ocalan azadiya civakê ye

1 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (368)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne