Welatiyê Wanê li dijî qelsbûna axaftina bi zimanê Kurdî ya di nav Kurdan de nerazîbûnên xwe anîn ziman û xwestin ku her Kurdek li zimanê xwe xwedî derbikeve û li her qada jiyanê bi Kurdî were axaftin.
Rêjeya axaftina bi zimanê Kurdî ya di nava gelê Kurd ê li Bakur dijî de her ku diçe kêm dibe. Ji nava malbatan heta gund û kolanan êdî dengê Kurdî kêm bûye. Gelê Kurd li hemberî polîtîkayên bişavtinê her tim bi bertek e, lê ev yek têrê nake, pêwistiya zimanê Kurdî bi perwerdehiyê heye. Gelê Wanê derbarê mijarê de ji bo ajanse me axivin û bal kişadin ser axaftina Kurdî ya di her qadeke jiyanê de.
Bi israr Kurdî diaxive
Welatîya bi navê Taybet Geçîklî anî ziman ku ew di nava jiyana xwe de Kurdî diaxive û got: “Ez dema diçim nexweşxaneyê ewilî ji bijîjk dipirsim ku ka ew bi Kurdî dizane yan na. Heke bijîşk û xebatkar Kurdî bizanin ez bi wan re bi Kurdî diaxivim. Ez ji zimanê xwe hez dikim.”

‘Çareserî perwerdehî ye’
Îsmaîl Çiplak da zanîn ku ev sed sal in zimanê Kurdî di bin pişavtineke mezin de ye. Îsmaîl Çiplak bal kişand ser perwedehiya bi zimanê Kurdî û wiha pê de çû: “Çareseriya vê perwedehî ye. Bi hêzeke mezin mirov perwerde bibe dê baştir bibe. Hemû kes li kolanan û di malê de bi axive dê baş bibe. Dibistan were çêkirin dê hê baştir bibe. Ev demeke qursên zimanê Kurdî, dernek û sazî vedibin. Heviya me ew e ku Kurdên me perwerdehiya bi zimanê dayika xwe bibînin, di malên xwe de televziyona Kurdî temaşe bikin. Bi van tiştan ez bawerim dê Kurdî pêş bikeve.”
‘Divê şaredarîyên me pêşî bi zimanê xwe biaxivin’
Îsmaîl Çiplak bi domdarî pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” bi bîr xist û got: “A niha pevajoya aştiyê heye civakeke nû, xweş û fireh wê çêbibe. Bawerim dê zimanê Kurdî jî ji vê yekê bandor bibe, were xeberdan. Kêmasî gelek in, ez hêvi dikim bi perwerdehiyê ev kêmasî derbas bibin. Lewma pêwistiya şaredariyan jî bi axaftina zimanê Kurdî heye. Divê şaredarîyên me pêşiyê bi zimanê xwe biaxivin. Kêmasiya sazîyên zimanê Kurdî ya cih û mamosteyan heye. Dema şaredarî di destê me de bin divê alîkariya saziyên zimanê Kurdî bikin. Heke şaredarî û sazî bi hev re bin dê zimanê Kurdî baştir pêş bikeve û bê axaftin.”

‘Zimanê Kurdî doza herî mezin e’
Necmettin Bal jî derbarê zimanê Kurdî de diyar kir ku doza zimanê Kurdî doza Kurdan ya herî mezin e, lewma divê Kurd di nava malên xwe de bi zimanê xwe biaxivin. Necmettîn Bal bi domdarî got. “Her çi qas zanîngeh û dibistanên me nebin jî heke em di nava malên xwe de bi Kurdî ne axivin, em nikarin zimanê Kurdî biparêzin. Îro dema mirov ji dayik û bavan dipirse ku ‘çima bi zarokên xwe re Kurdî naaxivin?’ Dibêjin ‘Ma dê çi karê wê bigehe zarokê min?’ Ji ber tirsa dewleta Tirk nikarin Kurdî nîşanî zarokên xwe bidin an jî xwe fêrî bikin.”
‘Jiyana bi zimanê Kurdî tê terorîzekirin’
Necmettîn Bal da zanîn ku jiyana bi zimanê Kurdî ji alîyê gelek kesan ve weke terorîzmê tê dîtin û wiha berdewamkir: “Ji bo kesên bi Kurdî dijîn dibêjin ‘Ev ji ser rêya xwe çûye, ev dê serê têxe belayê’. Ji tirsa dewleta Tirk ji ber ku dê tiştek bê serê zarokên wan nizanin wê çibikin. Em îro berê xwe didine Başûr û Rojavayê Kurdîstanê ne wisa ye. Li Rojava bi hezaran şehîd dane dîsa jî ji bo ziman û nasmaye xwe serî nadanin. Serkeftin jî bi dest xistin e. Bakurê Kurdistanê bi tirs nêzî van mijaran dibe. Ne wekî Kurdê berê ne. Pêdiviya Kurdan bi yêkitiya çar parçeyê Kurdistanê heye. Hejmara Kurdên li Bakur gelek e lewma çav berdidin Bakurê Kurdistanê û Kurdê Bakur jî li ser Kurdbûyina xwe nînin. Lewma parçeyên din yên Kurdistanê ji ber me pirsgirêkan dijîn.”

‘Ziman tune be mirov jî kêm e’
Welatiyê bi navê Omer Kaya jî gotina pêşiyan a “dar li ser koka xwe şîn dibe, mirov jî li ser zimanê xwe” bi bîr xist û got: “Ziman rûmeta insan e, çand jî hunera insan e, eger ziman tune be insan jî noksan e yanî ev yek ji bo me kêmasî ye. Dibistanên kurdî nînin, ev 100 sal in qirêjiyek û asîmîlasyoneke mezin li ser Kurdan hatiye meşandin. Hînbûna bi Tirkî li ser miletê me weke hişmendiyekê dane qebûlkirin û zarokên me gava xwe îfade dikin, bi zimanê Tirkî diaxivin. Kurdan jî ev hişmendî qebûl kir. Li Amedê ji 2002yan heta niha ji sedî 88 Kurd hatine asîmîlekirin. Tenê ji sedî 12 Kurdî diaxivin. Sedema vê yekê çi ye? Dibistanên me tune ne, mamosteyên Kurdî tune ne, sedema vê ji nebûna zanîngehan e. Divê mirov ewilî xwe perwerde bike û dû re di nava civaka xwe de bibe berpirsek.”
‘Em bi Kurdî silavê didin esnafan ew bi Tirkî bersivê didin’
Omer Kaya bal kişand qedîmiya Kurdî û wiha domand: “Eslê xwe bînin li ber çavên xwe. Em xwe perwerde bikin, li ser zimanê Kurdî xebatên xwe bimeşînin, em zimanê xwe ji bo xwe bikin armanca yekemîn. Niha dema em li kolanan de digerin, em Kurdî silavê didin esnafan lê esnaf hema bibêje hemû bi Tirkî bersivê didin me. Pergala qirêj asîmîlasyonê weke armancekê dibîne û divê em vê armancê vala derbixin. Divê em li ser Kurdî xwe perwerde bikin, divê em bi zarokên xwe dest pê bikin û berê wan bidin zimanê wan. Em dikarin bi vê yekê vê asîmîlasyona qirêj ji holê rakin.”














