• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
29 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

    MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

    Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hate definkirin

    Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hate definkirin

    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

    Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

    Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

    Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

    Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

    MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

    Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hate definkirin

    Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hate definkirin

    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

    Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

    Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

    Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

    Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Mehmet Ozdemîr 31 sal in winda ye

Navenda Nûçeyan / AW

27 KANÛN 2025 - 15:03
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Dayikên Şemiyê di hefteya 1084emîn li Qada Galatasarayê kom bûn û li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn. Dayikên Şemiyê destnîşan kirin ku Mehmet Ozdemîr 31 sal berê di binçavan de hat windakirin.

Dayikên Şemiyê di hefteya 1084emîn de li Qada Galatasarayê kom bûn û li aqûbeta xizmên xwe yên ku di binçavan de winda bûne bipirsin. Dayik û xizmên windayan xwestin sucdar bêne darizandin û winda bêne dîtin. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de qurnefîl û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de li ser aqûbeta Mehmet Ozdemîr ku piştî di sala 1997an de li Amedê hate binçavkirin û winda bû hat sekinandin. Jî xizma wîndayan Îkbal Eren, diyar kir ku ew ê dest ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin.

Îkbal Erenê çîroka windakirina Mehmet Ozdemir xwend û got: “Mehmet Ozdemir ê 44 salî li Amedê dijiya. Bavê heşt zarokan bû. Yek ji wan hîn nehatibû dinyayê. Berê çend caran hatibû binçavkirin, îşkenceyên giran lê hatibûn kirin û di binçavkirina xwe ya dawî de jê re hatibû gotin, ‘Ger em te dîsa bigirin, em ê te bikujin.’ Ev gef nîşan dide ku kiryara windakirina bi zorê ya ku di serdema piştre qewîmî amade kiribûn. Di 26ê Kanûna 1997an de, dema ku Mehmet Ozdemir li kafeyeke Amedê rûniştibû, kesên bi bêtel û biçek ew bi zorê li Torosa Spî swar kirin û revandin. Ev bûyer nikare wekî ku li derveyî zanîn û kontrola rayedarên dewletê qewimîbe were pênasekirin.”

Îkbal Erenê diyar kir ku hevjîna Mehmet Ozdemir, Tenzile Ozdemir, bi daxwaznameyekê serî li Dozgeriya Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Amedê daye û got: “Dozgeriyê bi hevoka ‘Ew ji aliyê Daîreya Polîsan ve hatiye binçavkirin’ mohr daxwaznameyê dA. Dema ku Mehmet ozdemir tevî dema binçavkirina wî ya qediya jî nehat dadgehê, Tenzile Ozdemir, digel Seroka Şaxa Dîyarbekirê ya Komeleya Mafên Mirovan, careke din serî li dozgeriyê da. Vê carê, dozger îdia kir ku Ozdemir nehatiye binçavkirin û belgeya ku dibêje ew hatiye binçavkirin ‘bi xeletî’ hatiye dayîn. Tevî hemû serlêdanên malbat û Komeleya Mafên Mirovan, der barê Mehmet Ozdemir de tu agahiyeke din nehat wergirtin. Di 19’ê Kanûna Pêşîn a 2003’an de, Dozgeriya Giştî bêyî ku şahidên bûyerê bibihîze, biryara ne-darizandinê da. Îtîrazek li dijî vê biryarê ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Siverekê ve jî hate redkirin. Ji ber ku di hewldanên xwe de têk çû, Tenzile Ozdemir serî li DMMEyê da.Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), di biryara xwe ya 8’ê Çileya 2008’an de, bi yekdengî biryar da ku Tirkiye ji windabûn û mirina muhtemel a Mehmet Ozdemir berpirsiyar e.  Dadgehê bi eşkere destnîşan kir ku rayedarên dozgeriyê di lêpirsînê de xemsariyeke giran kirine û lêpirsîneke bi bandor nehatiye kirin,”

Divê doz ji nûve bê vekirin

Îkbal Erenê herî dawî xwest kujer bên darizandin û got: “Tiştê ku divê di doza Mehmet Ozdemir de were kirin ev e ku biryarên ne-darizandinê werin betalkirin, doz bêyî ku astengiyên demdirêj werin sepandin ji nû ve were vekirin û pêvajoyek lêpirsînê ya serbixwe, bêalî û bi bandor were meşandin. Çiqas sal derbas bibin jî em ê dev ji daxwaza edaletê ji bo Mehmet Ozdemir û hemû xizmên me yên winda bernedin.”

Etîket: Dayikên AştiyêMehmet OzdemîrQada GalatasarayStenbol
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Stenbolê 3 jê zarok 8 kes hatin girtin

Li Stenbolê 3 jê zarok 8 kes hatin girtin

27 ADAR 2026
Mardîn de xeylê kesî ameyê destbendkerdene

Polîsan li Stenbol û Şirnexê herî kêm 46 kes binçav kirin HATE NÛKIRIN

27 ADAR 2026
Newroza Hezexê: Em ji aştiya birûmet re amade ne

Newroza Hezexê: Em ji aştiya birûmet re amade ne

25 ADAR 2026
Li Mûş û Hezexê pîrozbahiyên Newrozê dest pê kirin

Li Mûş û Hezexê pîrozbahiyên Newrozê dest pê kirin

25 ADAR 2026
Li Stenbolê yek jê zarok 10 kes hatin girtin

Li Stenbolê yek jê zarok 10 kes hatin girtin

24 ADAR 2026
Cenazeyê Taşar ber bi Êlihê ve bi rê ket

Cenazeyê Taşar ber bi Êlihê ve bi rê ket

24 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şêniyên gundê Hacîbayramê bêzar bûne: Şaredariya Erziromê cihêkariyê dike

    Şêniyên gundê Hacîbayramê bêzar bûne: Şaredariya Erziromê cihêkariyê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şahidê Serhildana 28ê Adarê Adnan Bîlen: Çerxa desthilatdaran hat şikandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Serhedê li dijî krîza avhewayê 5 mertalên parastina jiyanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Îro navê Egîd li hezaran zarokên Kurd hatiye kirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê gelê Kurd di şerê cîhanê yê sêyemîn de bibe yek’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şînên cangoriyên azadiyê hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 28ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çalakiyên ji bo aqûbeta windayan didome: Bila winda bên dîtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (1089)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne