Li Zaxoyê agir bi dikanên koçberên Şengalê ket. Di bûyerê de 50 dikan şewitîn.
Li Kampa koçberên Şengalê ya Bacid Kendal a li Zaxoyê agir bi dikanan ket. Piştî agir bi dikanan ket, di encamê de zêdetirî 50 dikan şewitîn. Serê sibehê saet di 05:00ê de li Kampa Bacid Kendal a li Zaxoyê ku koçberên Şengalê têde dimînin, şewat derket. Piştî şewatê tîmên agirkujiyê hatin cihê bûyerê û agir vemirandin. Bergiriya Şaristanî ya Zaxoyê têkildarî mijarê agahî dan û diyar kirin ku şewat ji ber temasa elektrîkê derketiye û di derbarê bûyerê de lêkolîn dane destpêkirin.













