• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
31 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Sefkan Kobanê: Tirkiyeyê DAIŞ mezin kir

    Sefkan Kobanê: Tirkiyeyê DAIŞ mezin kir

    Sînorê mirinê: Pasdaran birayek, leşkerên Tirk jî birayê din qetil kir!

    Sînorê mirinê: Pasdaran birayek, leşkerên Tirk jî birayê din qetil kir!

    Rejîma Îranê li hemberî çalakiyan bajar dorpêç kir

    Rejîma Îranê li hemberî çalakiyan bajar dorpêç kir

    Rêveberê KURDÎGEHê: Daxwaza Serhediyan perwerde û statuya Kurdî ye

    Rêveberê KURDÎGEHê: Daxwaza Serhediyan perwerde û statuya Kurdî ye

    Mamoste û nivîskar: Em ji bo azadiyê tev li mitîngê bibin

    Mamoste û nivîskar: Em ji bo azadiyê tev li mitîngê bibin

    Di sala 2025an de çi bû û sala 2026an li benda çi ye?

    Di sala 2025an de çi bû û sala 2026an li benda çi ye?

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Sefkan Kobanê: Tirkiyeyê DAIŞ mezin kir

    Sefkan Kobanê: Tirkiyeyê DAIŞ mezin kir

    Sînorê mirinê: Pasdaran birayek, leşkerên Tirk jî birayê din qetil kir!

    Sînorê mirinê: Pasdaran birayek, leşkerên Tirk jî birayê din qetil kir!

    Rejîma Îranê li hemberî çalakiyan bajar dorpêç kir

    Rejîma Îranê li hemberî çalakiyan bajar dorpêç kir

    Rêveberê KURDÎGEHê: Daxwaza Serhediyan perwerde û statuya Kurdî ye

    Rêveberê KURDÎGEHê: Daxwaza Serhediyan perwerde û statuya Kurdî ye

    Mamoste û nivîskar: Em ji bo azadiyê tev li mitîngê bibin

    Mamoste û nivîskar: Em ji bo azadiyê tev li mitîngê bibin

    Di sala 2025an de çi bû û sala 2026an li benda çi ye?

    Di sala 2025an de çi bû û sala 2026an li benda çi ye?

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Komuna Çandiniyê hate avakirin: Bi sedhezaran berû çandin

Omer Demîr / AW

31 KANÛN 2025 - 10:02
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET, VÎDEO
A A
Amed – Berdevkê Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê Sabrî Kiliç diyar kir ku wan li Amedê Komuna Çandiniyê ava kiriye û ew ê li dijî talankirina xwezayê rabin û bi komunan ekolojiyê biparêzin. Kiliç got ku wan li dijî talanê bi sedhezaran berû çandin e.

Pevajoya di sala 2015an ji aliyê dewleta Tirk ve hat xirakirin û her aliyê êrişêk berfireh da destpêkirin. Bênavber 10 salan şer berdewam kir. Di encama şerên dijwar de gelek daristan ji aliyê leşkerên Tirk û cerdevanan ve hate talankirin. Her wiha dewleta Tirk ji bo şerên taybet pêş bixe rê da şîrketan ku zozan û çiyayên Kurdistanê talan bikin. Şîrket bi hevkariya leşkeran kanên madenê ava dikin û xwezayê talan dikin.

Li dijî wan gelek bajarên Kurdistanê têkoşîna ekolojîk heye. Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê li dijî talankirina xwezayê dest bi xebatên çandina berûyan kiriye û Komuna Çandiniyê ava kiriye.

Berdevkê Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê Sabrî Kiliç têkildarî xebatên çandina berûyan û Komuna Çandiniyê axivî.

‘Em li dijî talanê xwedî li xwezaya xwe derkevin’

Sabrî Kiliç diyar kir ku di encama şerê 50 salî de ku li Kurdistanê qewimî komkujiyên ekolojîk derketin holê û wiha axivî: “Li her derî aliyê Kurdistanê xweza hat talankirin. Îro li welatê me behsa aştî û avakirina civaka demokratîk tê kirin. Lê xebatên sermayayê ya talankirina xwezayê hê jî didome. Ew xebatên sermayayê bi hişmendiya mêtingeriyê pêk tên. Berê talankirin bi polîtîkayan şer pêk dihat îro ew hatiye guherandin û bi navê polîtîkayên pêşketinê berdewam dike. Li her cihî kanên petrolê, xebatên gaza zinaran, çêkirina bendavan, kanên madenê, kanên xîzê tên çêkirin û talankirina daristanan pêk tê. Her wiha projeyên GESê hene. Tê xwestin ku bi talankirina xwezayê mirov neçar bihêlin û wan koçî bajaran bikin. Li dijî vê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê biryar da ku bi milyonan daran û bi taybetî darên berûyan li Kurdistanê bê çandin.”

‘Me li Amedê Komuna Çandiniyê ava kiriye’

Sabrî Kiliç destnîşan kir ku heta niha li Wan, Amed, Mêrdîn, Şirnex, Mûş, Colemêrg, Erzirom û Çewligê bi sedhezaran berû hatine çandin û got: “Heta ku em hejmara çandina darên berûyan bigihînin bi milyonan wê xebatên me berdewam bikin. Her cihê ku lê jiyan hebe, em ê li wir xebatên çandiniyê bikin. Têkoşîna parastin û pêşxistina nirxên komûnal ên Mezopotamyayê ya ku bi hezaran salan berdewam dike, bi avakirina komunên ekolojîk û kooperatîfan dê îro jî berdewam bike. Me li Amedê; Komuna Çandiniyê bi vê armancê ava kiriye. Ji aliyê Komûna Çandiniyê ve bi milyonan berû li Amedê hatine komkirin, me çandiniyê daye destpêkirin û dê çandina berûyan bidome. Em ê aştî û nirxên komunalîteyê ava bikin û li her derê bikin daristan. Em ê komunên ekolojîk ava bikin û li dijî sermayeyê têbikoşin.”

Etîket: berûÇandina Dar û BerûyanKomuna ÇandiniyêTevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Li dijî talana Dorşînê dar û berû çandin

Li dijî talana Dorşînê dar û berû çandin

23 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna dayika Xanim Toprak hat kirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (625)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne