• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rewşa xeternak a Huseyîn Aykol berdewam dike

    Çapemeniya Azad mamosteyê xwe Huseyîn Aykol winda kir

    Girtiyê dest û lingekî wî nînin di hucreyê de tê ragirtin

    Girtiyê dest û lingekî wî nînin di hucreyê de tê ragirtin

    Huseyîn Aykol dê sibê were oxirkirin

    Huseyîn Aykol dê sibê were oxirkirin

    Li Şaxê aşût hat xwarê: 2 zarok û jinek di bin de man

    Li Şaxê aşût hat xwarê: 2 zarok û jinek di bin de man

    Botaniyan ji bo mitîngê bang kir: Azadiya birêz Ocalan azadiya civakê ye

    Botaniyan ji bo mitîngê bang kir: Azadiya birêz Ocalan azadiya civakê ye

    Hînbûna xirab a dewletê: Sala nû zemên nû

    Hînbûna xirab a dewletê: Sala nû zemên nû

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rewşa xeternak a Huseyîn Aykol berdewam dike

    Çapemeniya Azad mamosteyê xwe Huseyîn Aykol winda kir

    Girtiyê dest û lingekî wî nînin di hucreyê de tê ragirtin

    Girtiyê dest û lingekî wî nînin di hucreyê de tê ragirtin

    Huseyîn Aykol dê sibê were oxirkirin

    Huseyîn Aykol dê sibê were oxirkirin

    Li Şaxê aşût hat xwarê: 2 zarok û jinek di bin de man

    Li Şaxê aşût hat xwarê: 2 zarok û jinek di bin de man

    Botaniyan ji bo mitîngê bang kir: Azadiya birêz Ocalan azadiya civakê ye

    Botaniyan ji bo mitîngê bang kir: Azadiya birêz Ocalan azadiya civakê ye

    Hînbûna xirab a dewletê: Sala nû zemên nû

    Hînbûna xirab a dewletê: Sala nû zemên nû

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bi Tovê Dayîkê li Bîstanê Jinê amadekariya çandiniyê dikin

Mêrdîn / AW

1 ÇILE 2026 - 11:09
Kategorî: ÇAND, EKOLOJÎ, JIN, MANŞET, WÊNE
A A
Li navçeya Nisêbînê ji aliyê şaredarî û jinan ve di çarçoveya bajarê jinê de  ji dayikan “Tovê Dayîkê hat komkirin û şitlên ji Tovê Dayîkê tên bidestxistin ê li Bîstanê Jinê werin çandin.

Navçeyê Nisêbînê ya Mêrdînê ji aliyê Rêveberiyên Xwecihî yên DEM Partiyê ve di 20ê Kanûnê de weke bajarê jinê hat îlankirin. Jinên ku di Şaredariya Nisêbînê de dixebitin di çarçoveya xebatên bajarê jinê de lez dan xebatên çandiniyê. Jinên ku salên derbas bûyî şitlên zerzewat ên hazir diçandin dest bi komkirina tovê xwemalî an go bi navkirina jinên herêmê “Tovê Dayîkê” kirin. Bi komkirina Tovê Dayikê armanc ew e ku êdî her sal şitlên zerzewatan bi tovê xwemalî dest bixin û biçînin.

Me destpêkê Bîstanê Jinê ava kir

Hevşaredara Nisêbînê Gulbîn Şahîn Daghan diyar kir ku wan sala 2024an Bîstanê Jinê ava kiriye û wiha axivî: “Şaredariya Nisêbînê weke bajarê jinê hatiye îlankirin. Sala borî li Nisêbînê me Bîstanên Jinê ava kirin. Niha li Bîstanê Jinê 9 hevalên me dixebitin û vê yekê bi awayekî komûnal dikin. Sala destpêkê zebze û fêkiyê ji Bîstanê Jinê hatiye hilberîn destpêkê me li malbatên xwe belav kir, dema ku zêde kir hevalên me li bazarê firotin. Di sala pêşiya me de em ê him zeviyên Bîstanê Jinê zêdetir bikin him jî kesên di nava komunan de ne wê zêdetir bibin.”

Jin ê bi çandiniyê debara xwe bikin

Gulbîn Şahîn Daghan da zanîn ku piştî ji Bîstanê Jinê wan hîlberîn wergirt, dîtin ku destê wan de tov tuneye ku ji bo sala were biçînin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di van bîstanan de sala borî me gelek sebze û fêkî çandin. Lê tişta bala me kişandî ew bû ku ji sebzeyan me nekarî em tov bistînin. Yanê me lê meyze kir ku em ê her tim hewceyî şitlan bibin ku wan bikirin. Li ser vê yekê me biryar da ku em bi xwe bikaribin tovê xwe bikarbînin. Piştî ku me ev biryar da em li nava gel geriyan ku tovê xwemalî bi navkirina me “Tovê Dayîkê” peyda bikin. Hevalên me yên jin li 75 gundên Nisêbînê geriyan û tovê 45 cureyên cuda kom kirin. Ev şitlên ku em diçînin yekemîn em ê li Bîstanê Jinê belav bikin. Şitlên ku zêde bikin em ê bidin welatiyên xwe. Lê dema em didin şertekî me heye. Dema em şitil bidin em ji wan welatiyan ji bo sala were tov dixwazin.”

Ji bo Tovê Dayîkê 75 gundan geriyan

Xebatkara şaredariya Hulya Kok ku ji bo komkirina tovê xwemalî 75 gundan geriya ye anî ziman ku her mala ku diçûnê deriyê malê dayikan ji wan re vedikir û wiha axivî: “Pêşiyê me ji Çiyayê Bagokê destpê kir, ji gundên Suryanî û Êzidiyan, piştre em derbasî Herêma Omeriyan bûn. 75 gundan em geriyan. Dema ku em diçûn gundan tişta herî zêde bala me dikişand parastina tov bû. Her gundê em çûnê, me dît ku tov ji hêla dayikan hatiye parastin û wan dida me. Dema me li tûrikê veşartina tov dinêrî, me didît ku dayîkan weke ku zarokekî tovên di destê xwe de parastibûn.”

 Li her gundî dayîkan parastina tovê xwemalî kiriye

Hulya Kok diyar kir ku piştî wan şitil danîn wan soz daye dayîkan ku dê cardin tov bidin wan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema didan me jî hinekî dilê wan diêşa. Lê me soz daye wan dema me tov kir şitil û cardin tov wergirt em ê wan Tovê Dayîkê cardin li wan vegerînin. Ev tov bi pêşengtiya hevalên me yên Navenda Hevgirtin û Jiyanê ya Navjîn me kom kir, her wiha hevalên me yên Şaredariya Nisêbînê jî tev li vê xebatê bûn.”

Niha di destê me de 70 hezar şitil hene

Xebatkara Bîstanê Jinê Kadîfe Orak diyar kir ku bi çandina tov wan 70 hezar şitil bi dest xistine û wiha got: “Em niha tovên hişk diçînin ji bo ku bibin şitil. Weke guz, berû, mişmiş û xoxan. Piştî mehek din em ê tovên sebzeyan danin. Niha li vir nêzî 70 hezar şitlên darên cuda cuda hene. Me salên derbasbûyî ev tov danîn û êdî bûne şitil. Bi demsalên biharê re em ê van şitlan biçînin.”

Dema tovên me zîl didin weke zarokek çêbûbe kêfa me tê

Kadîfe Orak bi lêv kir ku wan ji berê de çandinê dikir, gelekî ji çandiniyê hez dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji berê pêde me çandinî dikir. Li ber Ava Spî dehl û bîstanên me hebûn û me malbatî çandinî dikir. Niha weke kar em li vir dixebitin. Dema ku tovên em diçînin zîl didin gelekî kêfa me tê. Weke ku zarokek hatibe ser dinê em wisa nêzîk dibin û wisa xwedî dikin.”

 

 

 

Etîket: Bîstanê JinêHevşaredar Gulbîn Şahîn DaghanHulya KokKadîfe OrakŞaredariya NisêbînêTovê Dayikê
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Qeyûm xizmetê nake xelkê Nisêbînê perîşan bûye!

Qeyûm xizmetê nake xelkê Nisêbînê perîşan bûye!

18 KANÛN 2025
Encumena Şaredariya Nisêbînê di qezaya trafîkê de mir

Encumena Şaredariya Nisêbînê di qezaya trafîkê de mir

16 GULAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna dayika Xanim Toprak hat kirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (15)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne