Enqere – Rojnameger Huseyîn Aykol ku dûh şev li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Serdanên şînê li boruya Ajansa Mezopotamyayê û Yenî Yaşamê tên qebûlkirin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, parlamenterên DEM Partiyê serdana malbat û hevalên Huseyîn Aykol kirin.
Mamosteyê Çapemeniya Azad, rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol ku di 14ê Cotmehê de xwîn çûbû ser mejiyê wî û ji wê rojê û vir vê li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Ji bo Huseyîn Aykol ê ku zêdetirî 35 salan kedeke mezin da Çapemeniya Azad dê sibê li Eywana Yilmaz Guney a Navçeya Çankaya ya Enqereyê di navbera seatên 10.30 û 12.30an de merasîmek were lidarxistin. Piştî merasîmê dê di seat 14an de li goristana Karşiyaka ya navçeya Yenîmahalê were oxirkirin. Piştî karûbarên veşartinê dê li şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê şîn bê danîn.
Piştî Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol jiyana xwe ji dest da, malbata Aykol û hevalên wî, li buroya Ajansa Mezopotamyayê (MA) û Yenî Yaşamê serdan qebûl kirin. Ji seatên sibê vê gelek rojnameger, xizm, û hezkiriyên Huseyîn Aykol serdan şinê dikin û sersaxiyê dixwazin. Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û parlamenterên DEM Partiyê jî serdana şînê kirin û ji heval û malbatê re sersaxî xwestin.














