Xwepêşadanên ku 5 roj in li Îranê tên lidarxistin her ku diçe zêdettir dibe. Di êrîşên Îranê de 3 xwepêşandar jiyana xwe ji dest dan û 17 jî birîndar bûne.
Xwepêşandanên li Îranê û rojhilatê Kurdistanê yên li dijî nebûna xizmetgurzarî û bêqîmetbûna tumenê Îranê di roja 5an de berfireh û berbelav dibe. Li gorî daneyên ne fermî, xwepêşander êrîş birine ser navenda polîsan ya li bajarê Eenaî ya parêzgeha Loristan û şer rû daye.
Tê gotin ku 3 xwepêşandar jiyana xwe ji dest dan û 17 jî birîndar bûne.













