Endamê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Ozcan Kirbiyik bal kişand ser têkiliya dewlet û eşîrên Kurdan û diyar kir ku eşîr veguherîne komên feodal û tundiyê û got: “Dewlet bi destê van eşîrên feodal şerê taybet dimeşîne.”
Pergala eşîrtiyê her tim di nava Kurdan de hebûye û bi demokrasiyeke piçûk xwe bi rê ve dibirin. Armanca eşîran xweparastin û li ser axa xwe bi çanda xwe bi rê ve birin bû. Piştî têkiliyên eşîrên Kurdan bi Împaratoriya Osmaniyan ve pêş ketin, Kurd ketin bin kontrola Osmaniyan û wan jî eşîrên Kurdan ji bo berjewendiyên xwe bi kar anî. Piştî derketina netew-dewletan eşîr qels dibin û bi hişmendiyeke baviksalarî û tundiyê xwe li ser pêyan digirin. Dewleta Tirk jî van eşîrên feodal ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne.
Endamê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Ozcan Kirbiyik girîngî rol û mîsyona eşîran a di dîrokê de nirxand û got: “Wateya eşîran li gorî pergalan dem dem hatiye guhertin û di 1984an de piştî avabûna Tevgera Azadiyê wateya eşîrtiyê jî guherî. Malbat û şexsên Kurdan ji bo yekîtiya xwe li gel hev bûn. Serokek eşîrê her tim zilam bûye û Osmanîyan jî ji van re digotin mîr an jî axa. Piştî 2010an jî gotineke nû derket û ji wan re ‘Rûspî’ hate gotin. Sala 1984 û eşîrtî weke pergaleke cerdevantiyê tê dîtin. Lewma eşîr di navbera sîyasetê û dewletê de maye. Serhildanên Kurdan ên li dijî komara Dewleta Tirk bi pêşengiya serokên eşîrên Kurdan dest pê kiribû. Di dema Osmaniyan de jî her wisa bû. Em dikarin bibêjin Şêx Seîd, Seyîd Riza, Elîşêrê Koçgirî û Şêx Ûbeydûllahê Nehrî li ber xwe dane.”
‘Guleya pêşî avête pergala eşîran’
Ozcan Kirbiyik da zanîn ku piştî salên 1977-1984an Tevgera Azadiyê derket, li dijî feodalîzmê, axatiyê têkoşiya û got: “Tevgerê guleya yekemîn avêt eşîran. Divê ewilî hewceye em di nava xwe de feodalîzmê rakin. Li dijî feodalîzmê yan jî eşîrtiyê ku li ser baviksalariyê xwe saz dikir derket û felsefeya azadiya jinan afirand. Li dijî fikra zilamtiyê sekinîn, lewma jî jinên vî miletî, zarok û keçên vî miletî di tevgera azadiya Kurdistanê de cih girtin. Ev jî nîşan dide ku li dijî feodalîzmê bi ser ketiye.”
Ozcan Kirbiyik bal kişand ser herêmên li ser sînoran û wiha pê de çû: “Wan, Colemêrg, Şirnex hwd. li van deran Liwayên Hamîdiyeyê gelek çalak bûn û bi destê eşîran gelek zilm li nemisilmanan kiribûn. Lewma ev fikra komunalîzmê di nava dîrokê de xwe ji nû ve ava kirin e. Sedemên nevxweyî jî em dikarin wisa pênase bikin. Wexta sîyaseta netewên bindest kêm bibe, lawaz bibe, wê çaxê jî pereyên nefermî, bazirganiya tiryakê jî zêde dibe. Ev jî di nav civakê da dibe sedema gengeşiyan û vediguhere şerekî nevxweyî. Bi taybetî dîsa li bajarên nêzî sînoran me dît ku ev bûyer zêde dibin. Ew kesên ku li dijî serdestan nikare tiştekî bike, bi xwişk û birayên xwe re şer dike. Lê wexta Tevgera Azadiyê di nav bajaran de bi bandor e, bûyerên bi vî rengî îstîsna pêk tên.”
Di şerê taybet de rola eşîran
Ozcan Kirbiyik derbarê qelsbûna tekiliyên civakî de jî da zanîn ku dema li bajarên Bakurê Kurdistanê siyaseta azadîxwaz û demokratîk bi bandor bibe eşîr ditirsin û dewlet jî nedikare şerê taybet bi dilê xwe bimeşîne. Ozcan Kirbiyik anî ziman ku eşîr hemû niha bi navên xwe komeleyan vedikin û ev yek anîn ziman: “Nifûsekî li xwe kom dikin û bi dewletê re têkilî datînin. Li ser hêza vê nifûsê bazirganiyê dikin. Di salên 80yî de ji bo rantê cerdevanî dikirin û bi navê dewletê bacê berhev dikirin. Niha jî piştî çekdanîna PKKê mebestan datînin pêşiya xwe û di bin navê saziyên ava dikin de van karan dimeşînin. Ev yek heman demê de dibe sedema gengeşiyan jî. Du kesên ji eşîrên cuda bi hêsanî dikarin hev bikujin. Bi taybetî jî li hin bajarên Kurdistanê ji bo şerê taybet hatine hilbijartin. Wezîrê Karên Navxwe yê berê Suleyman Soylu gotibû, Amed û Wan ji bo nûkirina civaka Kurd bajarên giring in. Wê çaxê me digot ev dê bi polîsan, bi eskeran çawa çêbibe? Lê niha em dibînin ku polîtîkayên xwe bi destê eşîran dimeşînin.”

‘Tevgera Azadiyê azadiya jinan xist pêşiya feodalîteyê’
Ozcan Kirbiyik diyar kir ku piştî salên 70yî bi avabûna Tevgera Azadiya Kurd re, Kurd bûne civakeke ekolojîk û bi dirûşima “Jin Jîyan Azadî” di Rojhilata Navîn de weke stêrkekê dibiriqin. Ozcan Kirbiyik destnîşan kir ku ji aliyê leşkerî ve jî jinên Kurd dikarin xwe biparêzin nimûneya vê jî Yekineya Parastina Jinan (YPJ) li Rojava heye û got: “Ev hêza jinan a li rojavayê Kurdistanê ji bo Rojhilata Navîn mucîzeyeke. Dewlet, li ser van geşedanan helbet dixwaze xwe bi eşîrtiyê pêş bixe. Ew cihê eşîrtî pêş ve diçe, feodalîzm pêş ve diçe û netewebûyîn jî paş ve diçe. Dewlet jî di ferqa vê yekê de ye. Tirsa dewletê ya niha pêşengiya jin û ciwanan e heke jin û ciwan li pêşiyê bin ew şerê navxweyî dernakeve.”
‘Dewlet berê Kurdan dide hev’
Ozcan Kirbiyik wiha dawî li axaftina xwe anî: “Piştî xwefesixkirina PKKê dewlet dê dîsa hewl bide ku eşîrtiyê bi awayekî neyînî bide pêş. Civaka Kurd êdî dizane ku axatî tiştek neyînî ye û di dîrokê de gelek zilm kiriye. Xwedîgiravî kesek derdikeve û qerawatek girê dide û xwe wek axa pênase dike, ala Tirkiyeyê li ser sînga xwe dide, û ji xwe re dibêjin ‘rûspî’. Bi vê yekê li ser navê eşîran diaxivin. Heke ji bo civaka Kurd tiştek pêwîst be ew jî Kurdatî ye. Mînak, li Stenbolê bi mîlyonan Kurd hene û ji bo Kurdên li Stenbolê eşîrtî karîkaturek e. Bêgûman îro eşîr û dewlet dê hewl bide ku li ser navê Kurdan axa biaxivin. Lê ew heqîqeta ku îro em di nav de ne ji bo vê yekê nepêkan e û li Kurdistanê nifşeke nû digihîjê. Dinya diguhere û Kurd di nava xwe de yekîtiyê xwe ava dikin. Eşîr û komeleyên eşîran taybet cihê kuştin û pevçûnê ne û bandora dewletê li ser vê yekê heye. Bi taybetî jî li Colemêrg û Wanê dewlet bi şerê taybet civakê hedef digire û berê wan dide hev.”













