Şêniyên herêmên Cizîr û Kobanê yên Rojavayê Kurdistanê, di roja yekem a Cejna Qurbanê de piştî nimêja cejnê bi girseyî berê xwe dan pakrewangehan. Fermandariya Giştî ya YPJê jî bi boneya cejnê peyamek weşand û soza mezinkirina têkoşînê da, Parêzgerê Hesekê Nûredîn Ehmed tevî, şênî û rûspiyên bajar li Qamişlo nimêja cejnê kir.
Li Rojavayê Kurdistanê Cejna Qurbanê bi serdana Pakrewangehan dest pê kir. Wekî kevneşopiyeke her cejnê, li tevahiya bajarên herêma Cizîrê û li Kobanê, xelkê Rojavayê Kurdistanê bi komî serdana cih û warên lehengan kir û cejna şehîdan pîroz kir. Li Qamişloyê gel berê xwe da Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan. Li Dêrikê serdana Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik û li Tirbespiyê jî Pakrewangeha Şehîd Dilşêr hate ziyaretkirin. Li Amûdê xelk çû serdana Pakrewangeha Şehîd Îsmaîl Hogir.
Li pakrewangeran cejna hev pîroz kirin

Li Hesekê malbatên şehîdan û gel çûn Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê. Li Dirbêsiyê welatî li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cudî ya li gundê Berkevirê li hev civiyan. Her wiha li Til Temirê serdana Pakrewangeha Şehîdên Til Temirê hate kirin. Li Kobanê jî bi hezaran şêniyên herêmê bi girseyî berê xwe dan Pakrewangeha Şehîd Dîcle. Welatiyan li pakrewangehan cejna hev pîroz kirin. Welatiyên gorên şehîdan û hezkiriyên xwe ziyaret kirin, dia xwendin û nirxên şoreşê bi bîr anîn.
Parêzger Ehmed serdana pakrewangehê kir

Parêzgerê Hesekê Nûredîn Ehmed tevî, şênî û rûspiyên bajar li Qamişlo nimêja cejnê kir. Piştî ku nimêj bi dawî bû parêzgar Nûredîn Ehemd Cejna Qurbanê li her kesî pîroz kir û berê xwe da Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan. Ehmed cejna welatiyan pîroz kir û serdana gorên şehîdan kir.
YPJ: Em ê ji bo azadiyê bi her bihayî têbikoşin
Bi boneya Cejna Qurbanê, Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) jî peyamek weşand. YPJê di peyama xwe de bal kişand ser girîngiya têkoşînê û ev tişt anî ziman: “Em Cejna Qurbanê di serî de li malbatên şehîdên xwe yên qehreman, li malbatên fedakar ên dîlgirtiyên şer ku bi hêvî û rûmet li bendê ne, li gelê xwe yê berxwedêr, li tevahiya gelên Sûriyeyê û li hemû şervanên ku li çeperên rûmetê diparêzin, pîroz dikin. Cejn ji bo me wateya parvekirin, yekîtî û xurtkirina têkoşînê ye. Em soza xwe nû dikin ku em ê ji bo azadiya hemû dîlgirtiyên xwe û parastina welat, destkeftiyên şoreşê û azadiya jinan bi her bihayî têbikoşin. Cejna we pîroz be, bila her roja we azadî be.”













