Stenbol – Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar diyar kir ku Tevgera Azadiya ya Kurd û gelê Kurd dibêjin ‘ji bo pêvajo pêş bikeve divê statûya sermuzekerevan Birêz Abdullah Ocalan, were diyarkirin, şert û mercên wî werin başkirin’ û got: “Îro statû, bi şert û mercên girtîgehê tê tengkirin.”
Di 18ê Gulanê de Serokê MHPê Devlet Bahçelî di rojnameya Turkgunê de destnîşan kir ku divê statuyeke guncav a Abdullah Ocalan hebe û ji pêşveçûna mekanîzmaya pêvajoya aştiyê pêşniyara koordînatoriya siyasî kiribû. Di 19ê Gulanê de Berdevkê AKPê Omer Çelîk axivibî û diyar kiribû ku hewceyî nexşerêyekê nû heye û dê di rojên pêş de gav bên avêtin. Li ser van daxuyaniyan ser pêvojaya “Aştî û Civaka Demokratîk”, bi pêşniyarên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo bi dest xistina encamekê, pêvajoyê hatiye merhaleyekî girîng.
Dadgeha Îstînafê derbarê 38emîn Kongreya Asayî ya CHPê biryara “Betalkirina Teqez” da. Ev gav jî di nava civakê de wekî gavek li dijî pêşketina demokratîkbûyîna Tirkiyeyê hate pênasekirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar tekîldarî geşêdanên dawî ji ajansa me re axivî.

‘Bi polîtîkayên kevnar ên înkarê êdî nayên domandin’
Arîfe Çinar diyar kir ku dewlet, hebûna xwe bi sed salan e li ser bingeha navendîbûnê û polîtîkayên ewlehiyê didomîne û wiha axivî: “Domandina heman politîkayan îro pirsgirêkan çareser nakê, her wiha pirsgirêkên din derdixe holê. Ev zêdetirî salekî ye pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” tê meşandin. Lê tê dîtin ku dewlet hê jî bi perspektîfa ewlehiyê tevdigere. Sedema pirsgirêkên sed salî nayên eşkerekirin, nayên nîqaşkirin û rûbirûbûnek civakî jî pêk nayê. Hêj jî tê xwestin ku pêvajo di nav sînorên teng ên ewlehiyê ya aqilê dewletê de were birêvebirin. Di nava dewletê de aliyek heye ku dixwaze li Rojhilata Navîn pêşî li destkeftiyên gelê Kurd bigire. Ev nêzîkatî nîşan dide ku ji dîl û cidî nêzî pêvajoyê nabin. Ev jî li şûna avakirina baweriyê, bêbaweriyê kûrtir dike.”
‘Îro statû, bi şert û mercên girtîgehê tê tengkirin’
Di berdewamiya axaftina xwe de Arîfe Çinar anî ziman ku tevî daxuyaniyên girîng ên hatine dayîn jî tu gavên girîng yên pratîk nîn in û got: “Yek ji mijarên ku di destpêkê de ji aliyê Bahçelî ve hatibû rojevê ‘mafê hêviyê’ bû. Lê di qonaxa ku îro gihiştine de mafê hêviyê bi têra xwe nayê nîqaşkirin. Tevgera Azadiya Kurd û gelê Kurd dibêjin ‘ji bo ku pêvajo pêş ve biçe, divê statûya sermuzekerevan Birêz Abdullah Ocalan, were diyarkirin û şert û mercên wî werin başkirin. Di pêvajo û muzekereyan de divê her du alî di şert û mercên azad û wekhev de karibin tevbigerin. Lê îro statû, bi şert û mercên girtîgehê tê tengkirin. Divê ji birêz Abdullah Ocalan rê ji bo danûstandinê bi beşên cuda yên civakê û parvekirina ramanan bi derdorên demokratîk re were vekirin.”
‘Birêz Ocalan, nexşeya rêveberiya demokratîk pêşkêş dike’
Ji bo gavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Arîfe Çinar bal kişand ser perspektîfa çareseriya demokratîk û axaftina xwe wiha domand: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan perspektîfek li ser bingeha azadî û wekheviya hemû gel, bawerî û jinên li ser vê axê dijîn pêşkeşî herkesî dike. Di ser pirsgirêkên nasnameya jî pêşiniyarên demokratîk dike û dibêje ‘li ser bingeha pirnasnameyî, guherînên qanûnî yên ku hemwelatiya wekhev misoger bikin.’ Di heman demê de, ew parastin, rakirina hemû astengiyên li pêşiya rêxistina civakî ya gelê Kurd û hemû gelan e. Birêz Ocalan, nexşeya rêveberiya demokratîk a pirreng, piralî û hemû cudahî dihewîne pêşkêş dike.”
‘Pêwîst e têkoşîna demokratîk li her qadê bê mezinkirin’
Di dawiya axaftina xwe de Arîfe Çinar li ser biryara “Betalkirina Teqez” a ji bo kongreya CHPê hatiye dayîn sekinî û wiha got: “Operasyonên ku li dijî CHPyê hatine meşandin, ne tenê wekî destwerdana li dijî partiyekê divê bên dîtin; di heman demê de armanca wan ew e ku tevahiya civakê bi zextê bêdeng biki. Hikûmeta AKPê di 22 salan de, bi polîtîkayên qeyûmê li Kurdistanê, îradeya gelê Kurd tune hesiband, hewl da ku civak û qada siyasetê li gorî polîtîkayên xwe ji nû ve ava bike û gelek operasyonan pêk anî. Desthilatdar bi biryara ‘Betalkirina Teqez’ jî dixwaza qada siyasetê li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî dîzayn bike. Ev rewş astengên li pêşiya wekheviyê, azadî û siyaseta demokratîk li Tirkiyeyê kûrtir dike. Pêdivî ye ku bi mezinkirina têkoşîna demokratîk di her qadê de heye. Li hemberê van bi têkoşînek hevpar encax dikarî siyaseta demokratîk, edalet û pêvajoya aştiyê were jiyan kirin û bihêztir bikî.”













