• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
06 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bayik û Karayilan: Hewcedarî bi guherîna hişmendiyê heye

    Bayik û Karayilan: Hewcedarî bi guherîna hişmendiyê heye

    DEM Partiyê giliyê Rahmî Koç kir

    DEM Partiyê giliyê Rahmî Koç kir

    Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê: Demildest Abdulhalîk Orak berdin

    Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê: Demildest Abdulhalîk Orak berdin

    ‘Divê Adnan Oztel ê nexweş tavilê bê berdan û dermankirin’

    ‘Divê Adnan Oztel ê nexweş tavilê bê berdan û dermankirin’

    Ayşegul Dogan: Divê desthilat berpirsyariya xwe pêk bîne û gav biaveje

    Ayşegul Dogan: Divê desthilat berpirsyariya xwe pêk bîne û gav biaveje

    ‘Divê aqûbeta kesên hatine windakirin û kuştin bê ronîkirin’

    ‘Divê aqûbeta kesên hatine windakirin û kuştin bê ronîkirin’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Amedê ji bo Aykol şîn hate danîn: Wê şagirtên wî pênûsa wî li erdê nehêlin

Amed / AW

5 ÇILE 2026 - 14:55
Kategorî: ROJANE
A A
MKGê û DFGê ji bo mamosteyê Çapemeniya Azad rojnameger Huseyîn Aykol li avahiya DFGê ya li Amedê şîn danî û gelek siyasetmedaran û rojnamegeran serdana şînê kir.

Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê(MKG) ji bo mamosteyê Çapemeniya Azad rojnameger-nivîskar Huseyîn Aykol ku şeva sersalê jiyana xwe ji dest da, li avahiya DFGê ya semta Ofîsê ya Amedê şîn danî. Di şînê de wêneyên Huseyîn Aykol hate danîn. Şagirtên Huseyîn Aykol ango rêveber û endamên DFGê û MKGê kesên têne serdanê pêşwazî dikin. Li cihê şînê lenûskek bîranînê hate danîn û kesên serdana şînê dikin derbarê Huseyîn Aykol de fikir û hestên xwe nivîsandin.

Hevserokên Giştî yên Partiya Heremên Demokratîk(DBP) Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatun, endamên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û gelek kesan serdana şînê kir. Meral Daniş Beştaş û Çigdem Kiliçgun Uçar di şînê de axivîn û sersaxî ji Çapemeniya Azad re xwestin.

‘Huseyîn Aykol şervanê heqîqetê bû’

Hevberdevka HDKê û parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş anî ziman ku Huseyîn Aykol kedkarê Çapemeniya Azad bû û got: “Huseyîn Aykol tu carî ala heqîqetê berneda, ew şervanê heqîqetê bû. Em hemû bi çûyîna wî pirr hêstiyar bûn. Kedkarên Çapemeniya Azad ji bo aştî û demokrasî bê vî welatî dixebitin, ked didin. Ev al dê nekeve. Serê me sax be. Rehma xwedê li mamoste Huseyîn be.”

‘Wê heval û şagirtên wî pênûsa mamoste li erdê nehêlin’

Hevseroka DBPê Çigdem Kiliçgun Ûçar jî axivî û Huseyîn Aykol bibîranî û wiha got: “Nasnameya kesekî, helbet keda wî diyar dike. Huseyîn Aykol bi bêdengiya xwe kurahiyekî vedişart. Huseyîn Aykol ji bo çanda Çapemeniya Azad ya Kurdan bû nîşane. Ya herî girîng mamoste Huseyîn Aykol ji bo demokrasiya gelan bi xebata xwe rê nîşanî çapemeniyê dida. Serê me sax be, heval û şagirtên mamoste Huseyîn Aykol wê pênûsa wî li erdê nehêlin.”

Etîket: Huseyîn Aykol
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Heval û hogirên wî serdana gora Huseyîn Aykol kirin

Heval û hogirên wî serdana gora Huseyîn Aykol kirin

19 GULAN 2026
Karayilan: Newroza 2026î ganî biba Newroza azadîya Rayber Apoyî

Ji Karayilan peyamên Newroza 2026an-1: Ji Muslim heta Sadak, Aykol, Kiliç û Huseynî windahiyên giran bûn

18 ADAR 2026
Şîna Huseyîn Aykol a li Amedê bi dawî bû

Şîna Huseyîn Aykol a li Amedê bi dawî bû

6 ÇILE 2026
‘Em ê li ser rêya wî bimeşin û pênûsa wî li erdê nehêlin’

‘Em ê li ser rêya wî bimeşin û pênûsa wî li erdê nehêlin’

6 ÇILE 2026
Huseyîn Aykol li Wanê hate bibîranîn: Em ê xwedî li mîrateya wî derkevin

Huseyîn Aykol li Wanê hate bibîranîn: Em ê xwedî li mîrateya wî derkevin

5 ÇILE 2026
Şagirt û malbata Aykol serdana gorê kir

Şagirt û malbata Aykol serdana gorê kir

5 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan ji bo ku xitimîn derbas bibe hin pêşniyar kirine

    Abdullah Ocalan ji bo ku xitimîn derbas bibe hin pêşniyar kirine

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa ‘Veguherîna Komara Demokratîk’: Divê hemû kes bibe xwediyê pêvajoyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Parêzerê doza Kalkan: Tevî ku delîlên berbiçav hene jî dadgeh biryara girtinê nade

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rahmî Koç heqaret li jinên Kurd kir: Divê lêborînê ji gelê Kurd bixwaze

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Derbarê Rahmî Koç de lêpirsîn hat destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 6ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mûrat Aba: Karê dewletê yê ewil ew e ku qanûnan amade bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Mezinkirina yekîtiyê berpirsiyariya me hemûyan a hevpar e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Zanîngeha Egeyê ulkuciyan êrişî xwendekarekî kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (147)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne