Serokê Giştî yê PDKê Mesûd Barzanî û Serokkomarê Hikûmeta Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şara bi telefonê li ser rewşa taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê axivîn.
Ofîsa Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî ragihand ku Serokê Hikûmeta Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şara bi rêya telefonê de pêwendî bi Mesûd Barzanî re çêkiriye. Ofîsê eşkere kir ku di ser telefonê de pêşketinên dawî yên li Sûriyeyê û guherînên li herêmê hatine nîqaşkirin.
Pêwîste li herêmê aramî bê avakirin
Di agahiya hat dayîn de tê destnîşankirin ku Ehmed Şara dubare destnîşan kiriye ku Kurd pêkhateyên resen û sereke yên gelê Suriyeyê ne. Her wiha her du aliyan jî bal kişandin ser pêkhatina aramiya li herêmê.
Şara: Li Sûriyeyê mafên Kurdan dê bê temînkirin
Ofîsa Serokê PDKê Mesûd Berzanî diyar kir ku Şara di hevdîtinê de hemû mafên Kurdan teqez kiriye û got: “Dewleta Suriyeyê ji bo mîsogerkirina hemû mafên niştimanî, siyasî û sivîl ên Kurdan bi awayekî wekhev û bêyî cudahî li gel pêkhateyên din werin temînkirin.”
Tê diyarkirin ku Barzanî jî ji ber vê nêrîna Ehmed Şara spasdariyê û piştgiriya xwe diyar kiriye. Her wiha her du aliyan jî ji bo parastina aramiya li herêmê girîngiya berdewama diyalogê teqez kirin.
Berzanî: Nabe ku hesabê paqijkirina nijadî bê kirin
Hat gotin ku li ser êrişên çekdarên girêdayî Şamê û Tirkiyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên li Helebê peyamek hat belavkirin. Barzanî di peyamê de got: ‘Nabe hebûna pirsgirêkên siyasî bibe sedema paqijiya nijadî.”
Barzanî bang li rayedarên hikûmeta demkî û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kir ku rêya diyalogê hilbijêrin û rê li ber xwînrijandinê bigirin.













