Li ser banga Meclisa Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konvoyên piştgiriyê derketin rê. Konvoyên berî derketinê daxuyandin ku divê gelê Kurd û dostên wan li her derê rabin ser piyan û dengê xwe bilind bikin.
Piştî Meclisa Gel a Taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê ya Helebê bi daxuyaniyekê ragihandin ku ji ber êrişên hikûmeta demkî ya Şamê û komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê metirsiya komkujiyan heye, gelên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ketin nava liv û tevgerê. Li kantonên Firat, Tebqa, Reqa, Dêrazor û Cizîrê gelan dest bi amadekariya çûna Helebê kir. Piştî amadekariyan, karwanê yekem a gel ji Kantona Firatê ber bi Helebê ve derket rê.
Bi sloganan derketin rê
Bi sedan kesên ku li Qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê li hev civiyan, dilsoziya xwe ya bi gelê Şêxmeqsud û Eşrefiyê re anîn ziman. Di çalakiya ku rêveber û endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser jî tevlî bûne de, dirûşmên “Bijî bexwedana Şêxmeqsud Eşrefiyê”, “Em ji mirinê mezintir in”, “Bimre xiyanet”, “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Her wiha pankarta “Bi rihê berxwedana Kobanê û Bendava Tişrînê em ê li Şêxmeqsud li ber xwe bidin” hata vekirin.
Piştî kombûnê, girseyek qelebalix, bi karwanekî wesayîtan ber bi Helebê ve rê ket.

















