Rejîma Îranê 18 sal cezayê girtîgehê li sê jinên ku tevlî xwepêşandanan bibûn, birî.
Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranî di nûçeyek xwe de eşkere kir ku ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve ji ber tevlî xwepêşandanên dawî yên li Îranê bûne, cezayê girtîgehê li du xwişkên bi navê Tara Dawudî û Kîmya Dawudî birî.
Hatiye diyarkirin ku li Kîmya Dawudî 10 sal û li Tara Dawudî jî 6 sal cezayê girtîgehê hatiye birîn û her du xwişk li beşa jinan a Girtîgeha Evîn de têne ragirtin.
Di nûçeyê de hatiye destnîşankirin ku her du xwişk di dawiya meha çile ya 2026an de ji aliyê hêzên Supayê Pasdaran ve hatine binçavkirin û îşkecekirin.
Her wiha di nûçeyê de tê gotin ku ji aliyê Şaxa 21an a Dadgeha Tehranê ve bi tometa ‘kombûn û têkdana ewlehiya nîştimanî’ 2 sal cezayê girtîgehê li çalakvana sivîl Sîma Mezleqanî hatiye birîn.













