• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
22 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dayikên Aştiyê banga tevlibûna ‘Mitînga Azadiyê’ kir

    Dayikên Aştiyê banga tevlibûna ‘Mitînga Azadiyê’ kir

    Derbarê cerdevanên êrişkar de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin

    Derbarê cerdevanên êrişkar de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin

    Li Farqînê bertek nîşanî êrişa li dijî Parka Rojîn Kabaîşê dan

    Li Farqînê bertek nîşanî êrişa li dijî Parka Rojîn Kabaîşê dan

    Li Rihayê gendeliya malzemeyên tibê: Malzeme hatine dizîn û firotin HATE NÛKIRIN

    Li Rihayê gendeliya malzemeyên tibê: Malzeme hatine dizîn û firotin HATE NÛKIRIN

    Koçber li benda vegerê ne: Serêkaniyê hê jî bi destê dewleta Tirk tê birêvebirin

    Koçber li benda vegerê ne: Serêkaniyê hê jî bi destê dewleta Tirk tê birêvebirin

    Dosye 1: Yên li derveyî komarê hatine hiştin  Bindestê bindestan li cîhanê bêwelat in: Komarê ji Romanan re çi kir?

    Dosye 1: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Bindestê bindestan li cîhanê bêwelat in: Komarê ji Romanan re çi kir?

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Îranê salê 50 milyon dolar pere tê dizîn

Navenda Nûçeyan / AW

10 ÇILE 2026 - 09:13
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Pispora evlehiya navdewletî û siyaseta derve Şukriya Bradost serhildanên gel ên li Îranê nirxand û diyar kir ku êdî baweriya gel bi hikûmetê û dewletê tune û got: “Li welatekî ku salê ji 60 milyon dolarî 50 milyon dolar bê dizîn, nîşan dide ku nelirêtî di çi astê de ye.” 

Li Îranê serhildana gelan ji 28ê kanûna 2025an ve didome. 8ê çileyê, li seranserî Îranê esnafan dikan girtin. Şeva 9ê çileyê beşdariya gel derket asta herî jor û li gorî agahiyên ji rêxistinên mafên mirovan û çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, çalakî li 111 bajaran belav bûn. Xwepêşandanên ku li dijî qeyrana aborî, pirsgirêkên siyasî û civakî dest pê kirine, dewam dikin. Hêzên rejîmê bi girtin û kuştinê hewl didin dawî li xwepêşandanan bînin. Di nav 2 hefteyan de 2 hezar û 217 kes hatine binçavkirin, herî kêm 34 xwepêşander hatine kuştin. Tevî ku rejîma Îranê bi tundî êrişî xwepêşandêran dike jî, li dijî êrîşan her ku diçe xwepêşandan berfirehtir dibin.

Gel êdî li qadan in

Pispora evlehiya navdewletî û siyaseta derve Şukriya Bradost bal kişand ser armanca çalakiyên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê û wiha got: “Girîngiya van xwepêşandanan ewe ku li qadan dest pê kiriye. Ji ber ku hemû bazara Tahranê di destê hikûmetê de ye. Heta niha hemû bazara Îrane girêdayî hikûmetê bû. Hemû bazar di kontrola hikûmeta Îranê de bû. Di bin kontrola leşkerên Îranê de bû. Di van xwepêşandanan de tê dîtin ku hemû têkiliya gel a bi hikûmetê û Komara Îslamê ya Îranê re hatiye qutkirin.”

Baweriya gel ji dewletê nemaye

Şukriya Bradost pirsa çima bazar radibe ser piyan, pirsî û got: “Ji ber ku êdî baweriya bazarê û gel bi hikûmetê tune ku qeyrana aborî çareser bike. Êdî heviya gel ji hikûmetê nemaye. Eger hevîya gel ji hûmetê û Komara Îslamê ya Îranê hebûya, dê gel li kolan û bazaran ranebûyaser piyan. Derketina kolanan a gel nîşan dide ku êdî hikûmet û Komara Îslamê nikare ji pirsgirêka qeyrana aborî re bibe bersîv. Qeyrana aborî heye û sedema van serhildanan qeyrana aborî ye.”

Şukriya Bradost li ser sedema qeyrana aborî jî rawestiya û got: “Qeyrana aborî heye. Sedema qeyrana aboriyê pergala navxweyî ya navendî ye. Li gorî amar û daneyên ku Serokwezîrê niha parve kirine ji 12 milyon dolarên ku di sala 2025an de ji bo xwarin û dermanan veqetandibû, jê 8 milyon dolar pere hatiye dizîn. Li gorî dane û amaran, salê 50 milyon dolar tê dizîn.  Li welatekî ku salê ji 60 milyonî 50 milyon dolar bê dizîn, nîşan dide ku li wî welatî nelirêtî û bêedaletî çiqas zêde ye. Ew welat nikare di aboriyê de reformê çêke. Ya din jî dorpêç û ambargoya aborî ye. Ji ber ambargoya aborî  di nava welat de qeyrana aborî derdikevie pêş.  Ji ber ku Rejîma Îranê piştgiya komên îslamî yên li Rojhilata Navîn dike, li ser wê ambargo heye.  Di aliyê aborî de li Îranê yek kes biryarê dide.”

Gel êdî Komara Îslamî naxwaze

Şukriya Bradost li ser belavbûna çalakiyan a li qadan jî rawestiya û wiha axivî: “Em li çalakiyan dinerin, em dibînin ku çalakî gihiştine zanîngehan û saziyên sivîl. Xwe gihandiye hemû saziyên siyasî, civakî û qadên din. Di aliyê siyasî de gel li kolanan bi dengekî bilind dibêjin ‘Em komara îslami ya îranê naxwazin. Em pergala wan û kesên li ser pergalê naxazin. Di navbera hêzên siyasî de jî dubendî heye. Partiyên siyasî nikarin bêyî emrê Welî Feqî Xameney bidin. Ev dibe sedema qeyranê. Ev di aliyê aborî û siyasî de rê digiri. Ev bi xwe re qeyrana ewlehiyê pêş dixe.”

Rejîm bi her awayî têk diçe

Şukriya Bradost bal kişand ser siberoja Îranê û ev agahî parve kir: “Êrîşa 12 rojan a Îsraîlê ya li ser Îranê û kuştina fermandarê artêşê yê Îranê encama van qeyranan e. Di aliyê leşkerî û siyasî de rûxandinek heye. Piştî vê êrîşa îsraîlê ya li dijî Îranê, di aliyê siyasî û leşkerî de hîn nehatine ser hêza xwe. Niha di nava xwe de rûxandinek siyasî, leşkerî û aborî dijî. Rejîma îranê dizane ku dê Îsraîl dîsa êrîşî wê bike. Lê nizane ku ew piştî êrîşê bersîv bide an jî berî êrîşê, bersîv bide baştir e an na.  Îran di navbera man û nemanê de maye. Bersîvê bide jî dê têk biçe, nede jî dê têk biçe.  Rêyên aborî, siyasî û leşkerî yên Komara Îranê hatine girtin û tu rê li pêş wê nemane. Ji ber van sedeman çalakiyên gel li kolanan pêş dikevin. Ev nîşan dide tu dewleta Îranê ber bi guhertineke mezin ve diçe.”

Etîket: AborîÎranRejîmŞukriya Bradost
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îran pergala Tengava Hurmuzê diguherîne

Îran Hurmizê girt: DYA û Îran li Swîsreyê tên ba hev

21 HEZÎRAN 2026
Îranê li Iraqê komên veşartî ava kirine

Îranê li Iraqê komên veşartî ava kirine

19 HEZÎRAN 2026
Peymana çarçoveyî ya navbera DYA û Îranê li ser elektronîkê hat îmzekirin

Peymana çarçoveyî ya navbera DYA û Îranê li ser elektronîkê hat îmzekirin

15 HEZÎRAN 2026
Şandeya Qatarê ji bo îmzekirina peymanê li Tehranê ye

Şandeya Qatarê ji bo îmzekirina peymanê li Tehranê ye

14 HEZÎRAN 2026
Muzakereyên DYA û Îranê: Trump zextan girantir dike, Tehran daxwazan red dike

Qeyrana mûzakereyan: DYA ferz dike, Îran bêbiryar e, Îsraîl nerazî ye

14 HEZÎRAN 2026
Îranê 6 sal ceza û 70 qemçî li hunermendê kurd birî

Îranê 6 sal ceza û 70 qemçî li hunermendê kurd birî

13 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Dosye 1: Yên li derveyî komarê hatine hiştin  Bindestê bindestan li cîhanê bêwelat in: Komarê ji Romanan re çi kir?

    Dosye 1: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Bindestê bindestan li cîhanê bêwelat in: Komarê ji Romanan re çi kir?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Rihayê gendeliya malzemeyên tibê: Malzeme hatine dizîn û firotin HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Koçber li benda vegerê ne: Serêkaniyê hê jî bi destê dewleta Tirk tê birêvebirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rêveberên DEM Partiya Sêrtê: Werin em bi hev re Rêberê Gelê Kurd azad bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Qilebanê cerdevanan tundî li ser 2 jinan pêk anîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ala Amedsporê bi Pira FSMê ve hate daliqandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 22yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Derbarê cerdevanên êrişkar de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Roja Muzîkê ya Cîhanê şahiyek hate lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çetîn Arkaş: Pêvajo serbikeve dê encameke weke Ronesansa Fransayê derxîne holê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (616)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne