Li Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a Şêxmeqsudê ji ber êrişên hovane yên komên çete jiyana nêzî 100 jin, zarok û pîranê ku birîndar in di xeteriyê de ye. Şêniyên taxê hewl didin ku xwe bigihînin nexweşxaneyê, lê balafirên bêmirov û bi çek (SÎHA) ên dewleta Tirk herêmê bombebaran dikin.
Bombebarana komên çete yên girêdayî HTŞê li ser Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a Şêxmeqsud bi dijwarî didome. Dewleta Tirk jî bi balafirên SÎHA herêmê bombebaran dike. Li dijî êrişan berxwedana hêzên parastina taxê jî berdewam dike.
Hat ragihandin ku ji ber êrişan, jiyana nêzî 100 birîndar, zarok, jin û kesên pîr ên li nexweşxaneyê di xeteriyê de ye, metirsiya komkujiyek mezin heye.
Nûçegihanên ANHAyê ragihandin ku şêniyên taxê hewl didin ku kom bibin û xwe bigihînin nexweşxaneyê ku birîndar, zarok û jinan xilas bikin. Lê ji ber êrişên balafiran û çeteyan xwegihandina nexweşxaneyê gelekî zehmet bûye.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang kirin
Çete îdia dikin ku di bin nexweşxaneyê de tunel hene û hêzên ewlekariyê li wan deran şer dikin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Şêxmeqsud têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand û ev îdiaya çeteyan derewandin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku komên çete dixwazin hinceta komkujiyê ji xwe re peyda bikin. Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku şandeyên bê alî yên mafên mirovan ên navneteweyî werin û rewşa nexweşxaneyê di cih de bibînin.













