• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
02 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Wanê zarokek hat girtin

    Li Stenbolê 14 kes hate girtin

     Li Wanê 1ê Gulanê: Aboriyê ne ji bo şer, ji bo karkeran xercbikin

     Li Wanê 1ê Gulanê: Aboriyê ne ji bo şer, ji bo karkeran xercbikin

    Bîlançoya Taksîmê: 576 kes hatin binçavkirin

    Bîlançoya Taksîmê: 576 kes hatin binçavkirin

    Li Sêrt û Êlihê 1ê Gulanê bi girseyî hate pîrozkirin

    Li Sêrt û Êlihê 1ê Gulanê bi girseyî hate pîrozkirin

    Hatîmogûllari li Wanê axivî: Tevî astengiyan jî ‘çemê aştiyê’ diherike

    Hatîmogûllari li Wanê axivî: Tevî astengiyan jî ‘çemê aştiyê’ diherike

    Li Kadikoyê herî kêm 5 kes hatin binçavkirin

    Li Kadikoyê herî kêm 5 kes hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Wanê zarokek hat girtin

    Li Stenbolê 14 kes hate girtin

     Li Wanê 1ê Gulanê: Aboriyê ne ji bo şer, ji bo karkeran xercbikin

     Li Wanê 1ê Gulanê: Aboriyê ne ji bo şer, ji bo karkeran xercbikin

    Bîlançoya Taksîmê: 576 kes hatin binçavkirin

    Bîlançoya Taksîmê: 576 kes hatin binçavkirin

    Li Sêrt û Êlihê 1ê Gulanê bi girseyî hate pîrozkirin

    Li Sêrt û Êlihê 1ê Gulanê bi girseyî hate pîrozkirin

    Hatîmogûllari li Wanê axivî: Tevî astengiyan jî ‘çemê aştiyê’ diherike

    Hatîmogûllari li Wanê axivî: Tevî astengiyan jî ‘çemê aştiyê’ diherike

    Li Kadikoyê herî kêm 5 kes hatin binçavkirin

    Li Kadikoyê herî kêm 5 kes hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Îranê serhildan mezin dibe bîlanço giran dibe

Navenda Nûçeyan / AW

11 ÇILE 2026 - 11:47
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê serhildanên gel şeva şemiyê di roja 15an de jî berdewam kir. Li heremê nebûna înternetê rê li ber parvekirina agahiyan jî digire. Li gor agahiyên hatine pervekirin li Tehran û bajarên din ên Îran û Rojhilatê Kurdisanê xwepêşandan bi hemû germahiya xwe ve didomin. Di dîmenên ji hêla welatiyan ve hatine kişandin de bi sed hezaran kes li kolanan xwesteka îstîfa kirina rejîmê tînin ziman. Her wiha li gorî çavkaniyên herêmî jî rejîmê şideta li dijî xwepêşandanan zêde kiriye û gelek kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li gor agahiyên medya dijîtal ya Îran Iternetionelê û çavkaniyên herêmî rejîma Komara Îslamî ya Îranê li dij xwepêşandêran rasterast çek bikartîne. Nebûna înternetê rê li ber wergirtina agahiyan digire. Li gor agahiyên tên girtin çekdarên rejîmê li henber xwepêşandêran komkujiyeke mezin pêk tîne. Hate zanîn ku li herêma Kehtizaka ya li başûrê Tahranê bi dehan xwepêşandêr hatine kuştin û di nav kîsên taybet ên cenaze de tê veguhestin.

Li gor vegotinên şahidên bûyerê li heman herêmê di hangarek de hejmareke zêde cenaze di wan kîsan de tên girtin. Du kesên ku ji bo dîtina xizmên xwe çûne Kehrizakê ji Îran Iternetionelê re axivîn û balkişandin ser zordariya rejîma Îranê. Van şahidan diyar kiriye ku wan li Kehrizakayê ji 400 cenazeyan zêdetir dîtine.

Heman hesab hêj berê jî agahiyek ji bo herêma Ferdis ya Kerecê û nexweşxaneya El-Gadir ya li rojhilatê Tahranê vîdeoyên ku hejmareke zêde cenazeyên li erdêdê rêzkirî parve kiribû. Tê diyarkirin ku ev dîmen û agahî tênê yên çend bajaran e. Ev dîmen û agahî jî piştrast dikin ku seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê komkujiyeke mezin pêk hatiye. Li gor texmîna ku çavkaniya navborî derbas dike, di nava 48 saetên borî de li bajarên curbicur de herî kêm 2 hezar kes hatine kuştin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Hanayê ku têkildarî qetilkirina xwendekarê Kurd ê Zanîngeha Şehîd Behestî yê bi navê Rûbîna Amînîan rapor amade kir, daxuyand ku rejîmê zor daye qetilkirina çalakgeran. Li gorî daneyên Hanayê malbata Amînîan dema cenazeyê xwe girtiye rastî cenazeyê bi sedan ciwanên li derdora 20 salî hatiye. Di raporê de hate daxuyandin ku malbata Rûbîna Amînîan diyar kiriye ku cenaze li sazî û dezgehên dewletê bi awayek komî tên girtin.

Li dehan bajaran seh hezar daketin kolanan

Ligel êrîşên rejîmê jî serhildana gelan berdewam dike û li gorî vîdeoyên çalakiyên şevê din nîşan didin li dehan bajar û bajarokan bi seh hezaran kes heta derengî şevê daketine kolanan û doza azadiyê kirin. Ji ber birîna înternetê xwe gihandina agahiyan zehmet bûye lê cardin jî çalakger bi riyên curbicur dîmenên meşên girseyî ji raya giştî ya cîhanê re radigihînin.

Meşhed vegeriya qada şer û dişewite

Li gorî dîmen û agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin li Meşhedê bi deh hezaran kes daketin kolanan. Li vî bajarê dikeve rojhilatê Îranê û ji ber Şiiyan wargehek girîng e, ev du hefteye bênavber gel dadikeve kolanan. Di dîmenên ji bajar hatine kişandin di çalakiyên şevê din de gelek avahiyên rejîma Îranê hatine şewitandin. Dîmen nîşan didin ku bajar vegeriya qada şer û her der dişewite.

Li Tehranê ligel êrîşan jî gel kolanan terk nake

Bajarek din ê çalakiyên girseyî didomin Paytext Tehran e. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku li tevahiya taxên bajar bi sed hezaran kes daketine kolanan. Hate ragihandin ku çalakiyên herî bi girseyî li Taxa Pûnakê pêk hatine û saziyên dewletê yên wekî Banqa Mellî (Banqeya Neteweyî) li vê herêmê jî bi tevahî hatine şewitandin. Her wiha li hemberî çalakiyan rejîma Îranê jî girse gule baran kiriye. Îran İnternatîonalê daxuyand ku di encama êrîşan de kesên jiyana xwe ji dest dayîn û birîndar çêbûne.

Taxek din ê çalakgeran karîn dîmenan bişîne jî taxên Tehranpars û Heravî ye. Di dîmenên ji van herêman hatine kişandin de girseyên mezin bi sloganên, “Ji dîktator re mirin” diavêjin xuya dikin. Her wiha di dîmenên ji Taxa Çîtgar a Tehranê hatine kişandin de jî bi deh hezaran çalakger sloganana, “Ne Gazze ne Libnan jiyana min ji bo Îranê” berz dikin.

Dehan bajar li ser piyan bû

Bajarek din ê girîng li Ahwazê jî gelek dîmenên xwepêşandana bi deh hezar kesan nîşan dide gihiştin navnedên nûçeyan. Di dîmenan de sloganên doza azadiyê dikin berz dibin û tê xwestin ku rejîm demildest îstîfa bike. Li gorî çavkaniyên herêmî li Kurdistan û Belûcistanê jî çalakiyên girseyî pêk hatine û bi seh hezaran kes heta derengî şevê li kolanan li berxwe daye.

Çalakî li Azerbêcanê jî dest pê dike

Çavkaniyên herêmî bi bîr xistin ku ji destpêka serhildanê heta niha li Eyaleta Azerbêcanê zêde çalakî pêk nehatine lê di çend şevê dawiyê de li bajarên vê eyaletê jî çalakiyan despê kirine. Lê derbarê çalakiyên bajaren eyaleta Ezerbêcanê de agahiyên berfireh nehatin girtin.

Ji rewşenbîrên Îranê name ji Trump re şand: Mûdahale bikin

Li ser mezinbûna serhildanê û êrîşên rejîmê komek rewşenbîrên Îranê ku Şirîn Ebadî ya xwedî xelata Nobelê jî di nav de nameyek vekirî ji Trump re şandin. Di nameyê de tê bi bîr xistin ku di nav çend rojên dawiyê de bi sedan kes hatine qetilkirin û ev bang tê kirin: “Rejîma Îranê êrîş bir ser nexweşxaneyan. Birîndar revandin û binçavkirin. Nehişt ku malbat cenazeyên xwe wergirin û bi rituelên xwe bispêrin axê. Întertet birî û qirkirinê didomîne. Destûr neda ev agahî ji bo rayagiştî bên parvekirin. Di bin vê nebûna înternetê de komkujiyan bênavber didomîne.”

‘Destûr nadin cardin komkujî pêk bê’

Di nameyê de tê bi bîrxistin ku di çalakiyên 2019an de hezar û 500 welatî hatine qetilkirin û ji bo ev rewş dubare neme banga mûdahaleyê li Trump tê kirin. Di nameyê de ev tişt tên xwestin: “Êdî pêwîstî pê heye ku li dij vê zilmê hewildanên şênber pêk bên û xwepêşandêrên ku ji bo edalet, nirx û rûmetê têdikoşin ji komkujiya rejîmê bên rizgarkirin. Her ku biryar dereng bikeve dê derfet bide ku rejîm komkujiya li dijî van xwepêşandêran zêdetir bike. Ji kerema xwe re destûr nedin cîhan ji kokujiyke wihare careke din çavên xwe bigire û soza xwe bi cih bînin.” Navê rewşenbîrên îmze dane wiha ye: Xwediyê Xeleta Nobelê Şirîn Ebadî, Rojnameger û Lêkolînerê Olî Muhammed Cevad Ekberin, Rojnameger û xwetiyê Îmtiyazê yê Keyhan Londonê Nazenîn Ensarî, Sekreterên Giştiyê Partiya Meşrutiyeta Îranê Fuat Paşayî, Berdevkê Konseya Demkî ya Neteweyî Yezdan Şehdayî,
Nivîskar û Derhêner Mohsen Makhmalbaf, Sekreterê Giştiyê Partiya Komaleya Kurdistanê Abdullah Mohtadi.

Ji DYAyê peyam hene pratîk nîne

Ji Trump û rayedarên Amerîkî jî peyamên piştgiriya çalakiyan dide hatin lê li gorî çapemeniya DYAyê ligel van peyaman jî hêj di pratîkê de bernameyek derbarê mûdahelekirina Îranê de tune ye. Trump jî duh li ser hesaba xwe ya femî ya Xê parvekirinek kir û anî ziman ku ew ji mûdahalekirina Îranê re amede ne û xwest ku Îran li hemberî welatiyan şidetê bikar neîne. Senatorê Partiya Komarperest Lindsey Graham jî li ser hesaba xwe ya Xê parvekirinek bangî gelê Îranê dike weşand û wiha got: “Wêrekiye wa ya dawî li tirsê anî, bi biryarî û hezkirina we ya azadiyê ji hêla herkesî ve hate dîtin.” Senatorên Amerîki Tom Cotton, Nûnera Meclisa Gel Claûdîaa Tenney û Serokê CÎAyê yê berê û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê yê berê Mike Pompeo jî li ser hesabên xwe yên Xê piştgirî dan gelên Îranê û ji Trump xwestin ku bikeve nav tevgerê.

Axsîos: Îsraîl û DYAyê rewşa dawî nîqaş kir

Li gorî nûçeya Axsîosê ku agahî ji rayedarek Amîrîkî girtine, diyar kir ku Wezîrê Derve yê DYAyê Marco Rubîo roja şemiyê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû re bi riya telefonê qeyrana li Sûriye, Gaze û Îranê axaftiye. Hate zanîn ku di hevdîtinê de li ser protestoyan hatiye rawestandin û hevkariya her du dewletan hatiye nirxandin.

Yekîtiya Ewropayê piştgirî da gelê Îranê

Serokê Parlementoya Ewropayê Roberta Metsola jî li ser hesaba xwe ya Xê parvekirinek weşand. Metsola diyar kir ku divê YE êdî ceza li ser kesên êrîşî çalakgeran dikin, pêk bîne û Mihafizên Şoreşê wekî rêxistina terorê pênase bike û ragihîne. Metsola piştgirî da çalageran û wiha got: “Ligel ku rejîm înternet û ragihandinê asteng bike jî cîhan sekna bêhempa ya gelê Îranê dibîne. Em rûmet û hezkirina wan a azadiyê dibînin û ligel wan e. Ev dem dema vî nifşî ye û dê dîrokê biguherînin.” Metsola bang li rejîma Îranê jî kir û xwes tu kesên hatin binçavkirin û girtin demildest serbet bên berdan.

Serokê Komîsyona YEyê Ursula von der Leyen jî li ser hesaba xwe ya Xê şideta rejîma Îranê ya li hemberî gel bi tundî şermezar kir û diyar kir ku dê berpirsyar li aliyê tarî yê dîrokê cihê xwe bigirin. Leyen jî serbest berdana binçavkirî û girtiyan anî ziman.

Ingilîstan: Me Îran hişyar kir

Wezîrê Karên Hundir ê Ingilîstanê Yvette Cooper jî li ser platforma Xê daxuyaniyek parve kir û wiha got: “Me bi alîkarên xwe yên navneteweyî re qetilkiran çalakgerên li Îranê şermezar kir. Me ji rayedarên Îranî re got ku divê destûrê bidin çalakiyên aştiyane dest ji şideta li hemberî çalakgeran berde.” Cooper diyar kir ku divê Îran dest ji polîtîkaya misîlemeyê berde û hişyariyan li ber çavan bigire.

Îraniyên li xerîbiyê jî li ser piyan e

Ligel çalakiyên hundirê Îranê li gelek welatên cîhanê jî Îranî dadikevin kolanan û piştgriyê didin serhildanê. Li bajarê Torontoya Kanadayê bi hezaran kes bi armanca piştgiriya serhildanê meş li darxistin. Di meşê de sloganên dijberî rejîmê hatin avêtin û banga piştgiriyê li raya giştî ya cîhanê hate kirin. Li Ingilîstanê jî komek piştgirî dida serhildanê ala Komara Îslamî ya Îranê daxist û ala Îranê ya berê daliqand.

Rejîm amadekariya şidetê dike

Ligel mezinbûna serhildanê û bangawaziya navneteweyî jî peyamên ji rayedarên rejîmê tên, nîşaneyên şideta û komkujiyê dide. Serokê Olê yê Îranê Elî Xemaney di parvekirinek li ser Xê de gotina, “Di demek kin de Xwedê dê hesta serkiftinê bixe dilê Îraniyan” peyama mûdahele kirina çalakiyan da. Her wiha gelek rayedarên rejîmê jî gef li gel xwarin û xwepêşandan wekîl îstikên Îsraîl û Îranê nîşan da. Pisporan ev daxuyanî û peyamên Îranê wekî amadekariya êrîşên nû nirxandin.

Etîket: 2 hezar welatî hatine kuştinBîlançoÎran û Rojhilatê KurdistanêSERHİLDAN
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Barody: Armanca Hîp Hopê berxwedan û serhildan e

Barody: Armanca Hîp Hopê berxwedan û serhildan e

14 NÎSAN 2026
Cudahî û Hemaniyên Newrozên Kurdistanê Newroz li Bakur Serhildan e

Cudahî û Hemaniyên Newrozên Kurdistanê Newroz li Bakur Serhildan e

21 ADAR 2026
Şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê bîlançoyê jî aloziyan jî zêde dike

Şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê bîlançoyê jî aloziyan jî zêde dike

13 ADAR 2026
Gelek welatan seferên balefiran ên Îranê betal kirin

Ji sê welatan hişyariya ‘neçin Îranê’ hat

25 SIBAT 2026
NRLS: Hikumet li herêmên Rêveberiya Xweser sûcên şer pêk tîne

NRLS: Hikumet li herêmên Rêveberiya Xweser sûcên şer pêk tîne

23 SIBAT 2026
Li Îranê gel û xwendevan daketin kolanan

Li Îranê gel û xwendevan daketin kolanan

22 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di pîrozbahiyên 1ê Gulanê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin vekirin

    Di pîrozbahiyên 1ê Gulanê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê bi hezaran karker ji bo ‘Aştî û Demokrasiyê’ meşiyan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê bi hezaran karker û kedkar herikîn qada Îstasyonê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xebatên xwe li ser civaka demokratîk û azadiya jinan bi rê ve dibin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Sedema herî mezin ya bindestiya sed salan, nebûna Yekîtiya Neteweyî ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê: Desthilat li ser Colemêrgê cihêkariyê dike 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tîryakî: Ji bo ku meseleya Kurdan bê çareserkirin divê cezayê Siddik Akiş bê betalkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 1ê Gulana Stenbolê: Aştî hêviya kedkar, jin, zarok û ciwanan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amed, Wan, Dêrsim û Stenbolê mitîngên 1ê Gulanê dest pê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (26)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne