• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
31 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Çawişê pispor jinek kuşt

    Çawişê pispor jinek kuşt

    Dadgeha Îranê cezayê darvekirinê yê du ciwanên Kurd erê kir

    Dadgeha Îranê cezayê darvekirinê yê du ciwanên Kurd erê kir

    Rejîmê Îranî Kirmanşan de 2 ciwanê Kurdî qetil kerdî

    Cenazeyên Mojtaba û Maysam Waisî bi girseyî hatin veşartin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 31ê GULANA 2026an

    Li Denîzliyê qeza: 8 kes mirin û 33 kes birîndar bûn

    Li Denîzliyê qeza: 8 kes mirin û 33 kes birîndar bûn

    Jiyana Secad û Şayan ên Yarsanî di xeteriyê de ye

    Jiyana Secad û Şayan ên Yarsanî di xeteriyê de ye

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Çawişê pispor jinek kuşt

    Çawişê pispor jinek kuşt

    Dadgeha Îranê cezayê darvekirinê yê du ciwanên Kurd erê kir

    Dadgeha Îranê cezayê darvekirinê yê du ciwanên Kurd erê kir

    Rejîmê Îranî Kirmanşan de 2 ciwanê Kurdî qetil kerdî

    Cenazeyên Mojtaba û Maysam Waisî bi girseyî hatin veşartin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 31ê GULANA 2026an

    Li Denîzliyê qeza: 8 kes mirin û 33 kes birîndar bûn

    Li Denîzliyê qeza: 8 kes mirin û 33 kes birîndar bûn

    Jiyana Secad û Şayan ên Yarsanî di xeteriyê de ye

    Jiyana Secad û Şayan ên Yarsanî di xeteriyê de ye

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Li dijî êrişan bi rûhê Kobanê têkoşînek divê’

Fexredîn Kiliç – AW

6 ÇILE 2025 - 08:19
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hatay – Rêveberên DEM Partiyê yên Navçeya Dortyolê ku têkildarî êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivîn, wiha gotin: “Hewce ye ku bi rûhê Kobanê têkoşînek bê meşandin. Heke dîsa em bi wî şiklî rabin em ê bikaribin pêşiyê li vî şerî bigirin.”

Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMOyê yên li ser gund û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tûncer Bakirhan di nav de nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û gelek kesan li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê di 4ê Çileyê de li navçeya Samandag a Hatayê û li ber avahiya DEM Partiyê ya Hatayê daxuyaniyê dan û bertek nîşanî êrişan dan. Hevserokê DEM Partiyê yê Dortyolê Hidir Sîmlî û rêveberê DEM Partiyê yê Dortyolê Tûran Suzen ên tev li van daxuyaniya bûn têkildarî êrişên dewleta tirk û komên girêdayî wan ji ajansa me re axivîn.

‘Çima dinya li hemberî evqas sûcan bêdeng e?’

Hidir Sîmlî diyar kir ku dewleta tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerekî qirêj dimeşîne û wiha got: “Şerê li Rojava li dijî neteweyan tê meşandin. Li Rojava kedeke vî gelî heye. Deh hezar keç û xortên kurdan bi ax bûn. Gelek ji wan birîndar bûn. Denge mirovahiyê bilind kirin.Tu mafê Tirkiyeyê nîne ku destdirêjiyê li Rojava dike. Bi balafiran, ÎHA û SÎHAyan êriş dike. Ev qas sûcan dikin, çima dinya li hemberî vê yekê bêdeng maye? Em weke partî li dijî vê zilmê ne û em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

‘Encax ev gel dikare vî şerî bide sekinandin’

Hidir Sîmlî, anî ziman ku ji gelê kurd, tirk û ereb bigire heta hemû gelên Kurdistanê divê li dijî şerê heyî bêdeng nemînin û wiha domand: “Di sala 2014an de me ji Cizîrê bigire heta Çemê Firatê ji mirovan zincîr çêkiribûn. Heke dîsa em bi wî şiklî rabin em ê bikaribin pêşiyê li vî şerî bigirin û bibin bersiv. Encax ev gel dikare vî şerî bide sekinandin.”

‘Bi aqlekî hevpar û fikreke civakî Sûriyeyeke demokratîk dikare were avakirin’

Hidir Sîmlî, bal kişand êrişên HTŞê yên li dijî civaka Elewiyan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke HTŞ statuya kurdan bigire ber çav û bi serok û rêveberên Elewiyan re biaxive Sûriyeyeke demokratîk dikare were avakirin. Bi aqlekî hevpar, fikreke civakî Sûriyeyeke demokratik dikare were avakirin.”

‘Divê li dijî çeteyên dewleta tirk têkoşînek bidin meşandin’

Rêveberê DEM Partiyê yê Dortyolê Tûran Suzen jî diyar kir ku dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê bi neyartiyeke mezin êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin û wiha got: “Li hemberî vî şerê qirêj têkoşîneke çawa dikare were meşandin? Gereke bi rûhê Kobanê têkoşînek bê meşandin. Gelê kurd û dostên wan divê li dijî êrişên dewleta tirk û çeteyên wan têkoşînekê bidin meşandin.

Divê gelê xwe sist neke, nebêje dê aştî çêbibe. Em dibînin ka di pratîkê de çi didin meşandin. Bi armanca îmhakirinê êrişan tînin ser me. Aşitî wiha nabe. Rêbazeke aştiyê jî heye. Heke ez bixwazim xwişk û biratiyê bi te re bikim divê li gorî rêbazê bimeşim. Ji aliyekê bêjin em xwişk û birayên hev in û li aliyê din gulebaran bikin, bombebaran bikin, îmha bikin. Ne aştiyeke wiha dibe ne baweriya me bi xwişk û biratiyeke wiha tê.”

 

Etîket: Çemê FiratêHidir SîmlîTûran Suzen
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Hevserokên CDK-Fê: Azadiya Rêbertî ji bo jiyana azad a hemû gelan hewcehiyek e

    Hevserokên CDK-Fê: Azadiya Rêbertî ji bo jiyana azad a hemû gelan hewcehiyek e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zagros 24 TV dest bi weşanê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ÎHDê û malbatan aqûbeta windakiriyan pirsîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 31ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê bi hezaran kes bi Koma Amed re stran gotin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Anatoliya Navîn heta Bekayê huner û têkoşîna Hozan Zinar

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Înîsiyatîfa Girtiyên Nexweş: Yilmaz Çerçel berdin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Feylezof Edgar Morin jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi projeya ‘Bîstanên Komunên Jinan’ piştevaniyê xurtir dikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyên Mojtaba û Maysam Waisî bi girseyî hatin veşartin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (777)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne