Çeteyên HTŞê û Tirkiyeyê duh bi şev êrişî kargeha şekirê û milkên welatiyan yên li bajarê Dêr Hafirê kirin.
Êrişên çeteyên HTŞê û Tirkiyeyê yên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Suriyê didomin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) duh şev jî komek çeteyan bi obusan kargeha şekirê ya bajarê Dêr Hafirê ya Kantona Tebqayê topbaran kirin. Di encamê de zerareke mezin a madî li kargehê çêbû.
Li gorî çavkaniyên herêmî, çeteyan mal û milkên şêniyan jî hedef girtin. Derbarê zirara mirovî heya niha tu agahî nehatin girtin.













