Hevseroka Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Îlham Ehmed belgeyên li ser komkujiyên li taxên Kurdan ên li Helebê eşkere kir.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed têkildarî êrişên li Helebê hatine kirin daxuyaniyeke da. Îlham Ehmed destnîşan kir ku li her sê taxan zêdetirî 500 hezar sivîl koçber bûn û hêzên ku tiliya van di van karan de hene eşkere kir.
7 xizmên min bi dronan qetil kirin
Îlham Ehmed di civîna çapemeniyê ya li ser zoomê pêk aniye de destnîşan kir ku li taxa Şêxmeqsûdê ji malbata wê 7 kes di otobusekê de bi dronê hate qetilkirin û got, “Tenê ji malbata min li Şêxmeqsûd heta niha 7 kesan jiyana xwe ji dest dan. Dema ku di hundire otobusekê de bûn bi droneyekê lê dan û ji malbata min 7 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji bilî vê yekê hejmara sivîlên jiyana xwe ji dest dan gelekî zêde ye. Malên mirovan têne talankirin. Cenazeyên şervanên jin ji avahiyan têne avêtin.”
500 hezar kes bi zorê dan koçberkirin
Îlham Ehmed bi bîr xist ku li taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê li gel mirovên ji Efrînê bi zorê hatin koçberkirin, zêdeyî 500 hezar sivîl hebûn û anî ziman ku ev hersê tax bi mehan ji aliyê hêzên rejîmê ve hate dorpêçkirin.
Hikûmeta şamê tumenên xwe şandin
Di berdewama axaftina xwe de Îlham Ehmed bi bîr xist ku 6ê Çileya 2026an komên hikumeta Şamê êrişeke berfireh a leşkerî birin ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku tumenên 60, 62, 72 û 86 ên artêşa Sûriyeyê tev li êrişê bûn. Îlham Ehmed bilêv kir ku di êrişan de wesayitên zirxî, yekîneyên topê yên giran, roketavêjên grad û katyûşa, topên hawanê û droneyên bombeyî hatin bikaranîn.
Îlham Ehmed diyar kir ku êriş bi zanebûn li binesaziya sivîlan hate kirin û ev tişt gotin “Li gel nifûsa zêde ya sivîlan jî, Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê weke herêma leşkerî ragihand. Piştî vê ragihandinê herêm bi çekên giran hate bombekirin.”
Îlham Ehmed ragihand ku 8ê Çileyê komên cîhadîst ên li ser xeta tund a Asaib al-Hamra yên El Qaîdeyê jî ketin dewrê û êriş hîn girantir bûn. Îlham Ehmed axaftina xwe wiha domand: “Ji Idlib û bajarên din jî hêz hatin. Komên SNA yên bi piştgiriya Tirkiyeyê tev li operasyonê bûn û dewleta Tirk jî bi balafirên bêmirov piştgiriya hewayî û îstîxbaratî da êrişan. Ji sibeha 8ê Çileyê û pê ve operasyon ji aliyê Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Sûriyeyê Tumgeneral Alî al Naasan ve hate birêvebirin.”
Êrişên bejahî û yên li dijî saziyên tenduristiyê
Îlham Ehmed bi berdewama axaftina xwe de ev agahî dan: “Piştî bombebaranê zêdeyî 12 saetan, fraksiyonên artêşa Sûriyeyê 7ê Çileyê saet di 21:00 de bi koordîneyî li hemberî taxên Kurdan dest bi êrişê kirin û ji sê aliyan ve bi pêş ve çûn.
Di 8ê Çileyê de Nexweşxaneya Osman a li Eşrefiyê û nexweşxaneya Xalid Fecir a li Şêxmeqsûdê gelek caran hatin bombekirin ku wê demê sivîlên birîndar, nexweş û personelên tenduristiyê tê de bûn. Gelek xebatkarên tenduristiyê hatin kuştin.
Dagirkirina taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd
Di navbera 9 û 10ê Çileyê de taxa Eşrefiyeyê bi temamî dagir kirin. Operasyonên leşkerî piştre li ser Şêxmeqsûdê hatin girankirin. Birîndar, zarok, extiyar li gel malbatên xwe li Nexweşxaneya Xalif Fecir asê man. Bombardûman bû sedem ku gelek sivîl û personelên tenduristiyê bimirin.
Agirbest
Êvara 10ê Çileyê piştî lihevkirina bi navbeynkariya aktorên navneteweyî sibeha 11ê Çileyê agirbest kete meriyetê. Bi lihevkirinê re karê veguhestina mirî, birîndar û hêzên ewlekariyê yên mayî hêsan kir. Piştre şer qediya û Hêzên Ewlekariya Hundirîn xwe ji taxê vekişandin.”
Bîlançoya giran a mirovî
Li gorî qeydên îdarî yên xwecihî û belgeyên hîn temam nebûne, di navbera 6-10ê Çileyê de di êrişan de, jin û zarok, extiyar jî di nav de 47 sivîl hatin qetilkirin, 133 sivîl birîndar bûn. Herî kêm 276 sivîl winda bûn, ku piraniya wan bi awayeke keyfî hatin binçavkirin. Piştî êrişan koçberiyeke girseyî destpê kir û li gorî texmînan ji 148 hezar heta bi 155 hezar Kurd ên sivîl bi zorê ji taxên Kurdan ên Helebê hatin koçberkirin.”
Îlham Ehmed bang li civaka navneteweyî kir û wiha derbirî: “Civaka navneteweyî ji bo kontrolkirina agirbestê û pêşîgirtina li binpêkirinên hîn zêdetir, divê bi lez çavdêrên serbixwe wezîfedar bike.”













