Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji saetên serê sibehê ve ji herêma rojhilatê Helebê ber bi herêma rojhilatê Firatê ve vekişiya.
Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî duh li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li ser bingeha bangên welatên dost û navbeynkaran, bi armanca nîşandana niyeta me ya baş ji bo temamkirina pêvajoya entegrasyonê û pabendbûna me ji bo bicihanîna şertên Peymana 10ê Adarê, me biryar da ku hêzên xwe sibe, saet 07:00an sibehê ji herêmên niha yên bi ser rojhilatê Helebê ber bi herêmên rojhilatê Firatê ve vekişînin. Ev herêm 2 roj in di bin êrişan de ne.”
HSDê di çarçoveya pêkanîna biryarê de, ji herêma şer a rojhilatê Helebê vekişiya û li herêma rojhilatê Firatê bi cih bû.
Nûçegihanên ANHAyê ragihandin ku ji saetên vê sibehê ve tevgera HSDê ya ji bo bicihanîna biryarê dest pê kir.













