• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Derketina Amedsporê ya Super Lîgê li gelek bajaran hat pîrozkirin

Navenda Nûçeyan / AW

2 GULAN 2026 - 18:57
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amedspor di maça dawî ya 1emîn Lîga Tranedyolê de bi Igdirsporê 3-3 wekhev ma. Piştî vê skorê Amedspor bû tîma duyemîn a ku derket Super Lîgê. Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pîrozbahî dest pê kirin.

Amedspor di hefteya dawî ya Lîga 1emîn a Trendyolê ya TFFê de li deplesmanê bi Igdirsporê re 3-3 ma û derket Super Lîgê. Piştî ku maça Amedsporê qediya di serî de li Amedê û gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gel daketin qadan û dest bi pîrozbahiyan kirin.

SÊRT

Li Sêrtê bi hezaran welatî piştî maça Amedsporê qediya daketin qadan. Welatiyên ku li Rêya Gursesê kom bûn heta ber Nexweşxaneya Dewletê meşiyan. Welatiyên ku bênavber dirûşmeyên “Bijî Amedspor” û “Jin jiyan azadî” berz kirin, heta derengiya şevê govend gerandin.

AMED

Tîma Amedsporê, bi serkeftina li hemberî Igdirsporê re serkeftineke dîrokî bi dest xist û derbasî Super Lîgê bû. Bi sîfona dawî ya li Îdirê re, xewna bi salan bû rastî û Amedsporê navê xwe di nav tîmên herî mezin de nivîsand.

Amedspor a ku di nava demsalê de bi berxwedan û biryardariyeke mezin têkoşiya, îro li qada Îdirsporê derket lîstika “man û nemanê”. Tîma kesk û sor ku tenê ji bo serkeftinê daketibû qadê, bi lîstikeke profesyonel û bi piştgiriya dilê mîlyonan, rekîbê xwe têk bir û lîga şampiyoniyê morkir.

Ev serkeftina ku Amedsporê derxist lîga herî bilind (Super Lîg), li seranserê Kurdistanê û li her derê ku kurd lê dijîn, bi coşeke bêhempa tê pêşwazîkirin.

Hema ku encama maçê diyar bû, bi sed hezaran welatî li Amedê herikîn qadan. Ji Sûrê heta Peyasê, ji Baxlarê heta Kayapinarê dengê fîtik, kornayan û dirûşmên “Şampiyon Amedspor” li asîmanan deng veda. Bajêr îşev ranaze; gel bi govend û konvoyan vê serkeftina dîrokî pîroz dike.

Amedspor bi vê encamê re êdî ne tenê tîmeke lîga jêr e, lê wekî nûnerê mîlyonan kesî di Super Lîgê de ye.

STENBOL 

Amedspor di hefteya dawî ya Lîga 1emîn a Trendyolê ya TFFê de li deplesmanê bi Igdirsporê re 3-3 ma û derket Super Lîgê. Piştî ku maça Amedsporê qediya di aligîrên Amedsporê li Stenbolê derketuna Amedsporê ya Super Lîgê pîroz kir. Alîgirên Amedsporê li taxên Beyoglûyê meşiya û li Qada Taksîmê şampiyontiyê pîroz kir.

Alîgirên Amedsporê ji ajansa me re axivîn. Alîgirên diyar kirin li dijî TFFê Amedspor bû şampiyon. Tîma gelê Kurd derket Super Lîgê.

WAN

Amedspor di hefteya dawî ya Lîga 1emîn a Trendyolê ya TFFê de li deplesmanê bi Igdirsporê re li Stadyûma Bajêr a Igdirsporê hate gel hev. Maç beranber xelas bû û Amedspor derket Super Lîgê. Ciwanên Wanê ku li Qada Bajêr a navçeya Rêya Armûşê di ekranên mezin de maç temaşe dikir, piştî xelasbûna maçê dest bi pîrozbahiyan kirin. Ciwanan fîşekên hewayî teqandin û di nava sûkê de bi dirûşman geriyan. Gelek welatiyan jî bi wesayîtên xwe konvoy çêkirin û serkeftina Amedsporê pîroz kirin.

Li gelek deverên bajêr pîrozbahî didomin.

ENQERE

Li navçeya Çankaya ya Enqereyê girse daket qadan û bi meşeleyan derketina Amedspor a Super Lîgê pîroz kirin. Girseyê bênavber dirûşmeyên, “Kî ne em Kurd in em”, “Şampiyon Amed” û “Kesk û Sor bijî Amed” berz kirin.

Etîket: AmedsporbajarpîrozbahîSûper Lîg
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Cejna Zimanê Kurdî bi coşa mihrîcanê hat pîrozkirin

Cejna Zimanê Kurdî bi coşa mihrîcanê hat pîrozkirin

14 GULAN 2026
Amedspor merasimê kupa bi şayî pîroz keno

Amedspor dê di 1ê Hezîranê de kongreya xwe li dar bixe

12 GULAN 2026
Bi sed hezaran serkeftina Amedsporê pîroz kir

Bi sed hezaran serkeftina Amedsporê pîroz kir

10 GULAN 2026
Tîma basketbolê ya Amedsporê jî derket Lîga Super

Tîma basketbolê ya Amedsporê jî derket Lîga Super

7 GULAN 2026
Ceza li pîrozbahiya serkeftina Amedsporê hate birîn!

Ceza li pîrozbahiya serkeftina Amedsporê hate birîn!

6 GULAN 2026
Hetgirê Amedsporî ameyê destbendkerdene

Li Stenbolê aligireke Amedsporê hate girtin

4 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurd bi ‘arşîva dîjîtal’ navên gund û bajarên xwe diparêzin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nivîskar Yildiz Çakar li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakirhan: Heta Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê pêvajo nagihîje encamê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bi banga Abdullah Ocalan rihê parastina zimanê kurdî xurt bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Enqereyê dibistana zimanê Kurdî: ANKA-DER

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 15ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Xebatên ji bo Kurdî têrê nakin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kovara Vînê dest bi weşanê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Daxuyaniyên 15ê Gulanê: Em jiyanê bi Kurdî bixemilînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (407)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne