• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina başûrê Libnanê

    Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina başûrê Libnanê

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Êlihê êrişên li ser Rojava hat şermezarkirin

Êlih / AW

17 ÇILE 2026 - 17:24
Kategorî: ROJANE
A A
Bi pêşengiya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê yên Êlihê li Kolana Gulistanê li dijî êrişên taxên Şêxmexsûd û Eşrefiyê yên Helebê û rojavayê Kurdistanê daxuyanî dan û meş li dar xistin.

Bi pêşengiya Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Êlihê li Kolana Gulistanê li dijî êrişên taxên Şêxmexsûd û Eşrefiyê yên Helebê û rojavayê Kurdistanê daxuyanî dan û meş li dar xistin. Di çalakiyê de parlamenterê DEM Partiyê yên Êlihê M. Ruştu Tiryakî, hevserokên DEM Partiyê, DBP, TJA, ARÎ-DER, OHD, ÎHD, MEBYA-DER, TUAY-DER, Egîtîm Sen, saziyên civaka sivîl û gelek kes tev li daxuyanî û meşê bûn. Girseya ku tev li çalakiyê bibûn pankarta “Rojava ne bi tenê ye, ciwan xwedî li Rojava derdikevin” hilgirtin û meşiyan. Di meşê de dirûmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin Jiyan Azadî”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” û “HSD gel e gel li vir e” berz kirin.

‘Colanî û HTŞ nikarin gelên Sûriyeyê temsil bikin’

Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê yê Êlihê Adnan Vural destpêkê axivî. Vural himendiya HTŞê û ya Colanî nalet û şermezar kir û got: “Tişta ku li Sûriyeyê tê kirin ne şer e komkujî ye. Armanca hişmendiya HTŞê û Colanî bi tenê hedefgirtina Kurdan e. Li ser vê erdnîgariyê ne bi tenê êriş hene, rûmeta mirovahiyê tê tunekirn. Tişta ku li rojavayê Kurdistanê tê kirin bi tu awayî nayê qebûlkirin. Careke din derket holê ku destê HTŞê û Colanî di komkujiyan de heye. Ev hişmendî neyartiya gelan û jinan dike. Rojava di Rojhilata Navîn de dilê hemû gelan ronî dike. Ew der bûye sembola şoreşa jinan û ya rûmetê. Colanî û HTŞ nikarin gelên Sûriyeyê temsil bikin.”

‘Em ê li her derê dengê xwe bilind bikin’

Parlamenter M. Ruştu Tîryakî jî wiha axivî û wiha got: “Gelê Kurd 10 roj in li dijî komkujiyên ku têne kirin derketine kolanan û çalakiya nli dar dixin. Çawa ku em îro derketine kolanan, em ê her roj jî derên û bêjin ‘Bijî berxedana xwişk-biratiya hemû gelan’ û dengê xwe bilind bikin. Gelê Kurd bi salan e li kolanan û li çar aliyên cîhanê dibêjin aştî û azadî. Ji vir heta 10 roj berê jî ev meseleya Helebê tune bû. 2 roj beriya ku Heleb bikeve rojevê jî Rêveberiya Xweser û hikûmeta demkî hevdîtin kirin, dîsa ev tişt nehat rojeva wan. Piştî hevdîtinê êdî ev mesele derket holê.”

Piştî ku daxuyaniyê girse ji Kolana Gulistanê heta parka Yilmaz Guney meşiyan û çalakî li wir bi dawî kirin.

Etîket: ÊlihîdaxuyanîêrîşmesŞermezar
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Polîsan êrişî çalakiya jinan kir: 4 jin hatin binçavkirin

Polîsan êrişî çalakiya jinan kir: 4 jin hatin binçavkirin

13 HEZÎRAN 2026
Cendirmeyan êrişî berxwedana li dijî GESê kir: Birîndar û binçavkirî hene

Cendirmeyan êrişî berxwedana li dijî GESê kir: Birîndar û binçavkirî hene

12 HEZÎRAN 2026
Trump: Îran lihevkirinê razî bû em ê êriş nekin

Trump: Îran lihevkirinê razî bû em ê êriş nekin

11 HEZÎRAN 2026
Ultîmatoma Trump: Tengavê vekin an santralên elektrîkê bişewitin’

Trump: Em ê êrişeke pir bihêz li dijî Îranê bikin

11 HEZÎRAN 2026
Bi dronan êrişî depoyeke dexlûdan a Qûştepeyê hate kirin

Bi dronan êrişî depoyeke dexlûdan a Qûştepeyê hate kirin

11 HEZÎRAN 2026
DYA û Îranê li hev xistin

DYA û Îranê li hev xistin

11 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kercewsê cotkaran dest bi çinîna nîskan kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê Di Sedsala Duyemîn De’ dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 13ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Axêverên Konferansê: Komarek demokratîk bê Kurdan nabe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Di avakirina komarê de şaşiya herî mezin netew dewlet e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Mihrîcan hevgirtina jinan xurt dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo pêvajoyeke rast divê azadiya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (380)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne