Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ku îro li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêkanî dê sibe daxuyaniyeke nivîskî bide.
Heyeta Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê ku ji parlamentera Wanê Pervîn Buldan, Parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar û endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol pêk tê îro li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêkanî. Hat hînbûn ku heyet dê sibê derbarê hevdîtinê de daxuyaniyeke niviskî bide.













