Maça dîrokî ya Amedsporê û Igdirsporê ku heke Amedspor bi ser bikeve dê biçe Super Lîgê, bi kelecaneke mezin dest pê kir. Welatiyên Wanê maça dîrokî ya Amedspor û Igdirsporê li Qada Bajêr di ekranên mezin de temaşe dike.
Amedspor di hefteya dawî ya Lîga 1emîn a Trendyolê ya TFFê de îro bi Igdirsporê re dilîze. Maça ku li Îdirê di stadyûma Igdirsporê de tê lîstin, bi kelecaneke mezin dest pê kir. Gelek alîgirên Amedsporê ji bajarên cuda berê xwe dan Îdirê û ji bo serkeftineke dîrokî piştgirya tîma xwe dikin. Di deqeyên ewil ve kelecana alîgiran gihiştiye asta herî jor û dirûşm û çepik ji statyûmê qed kêm nabin. Maç li gelek bajaran jî di ekranên mezin de tên nîşandan. Her wiha TRT Kurdî maça Amedsporê zindî dide.
Li Qada Bajêr a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, maça Amedspor û Igdirsporê di ekranên mezin de tê temaşekirin. Bi hezaran welatiyên ji her temenî, qad tije kirine û bi dirûşm û çepikan piştgiriya Amedsporê dikin. Welatiyan alayên Amedsporê hildane û bi forma atkiyan Qada Bajêr bi kesk, sor û zer xemilandine.



















