Parlementera Almanyayê Cansû Ozdemir dîmenên têkildarî serbest berdana endamên DAÎŞê parvekir û têkiliyên Almanyayê yên bi HTŞê re rexne kirin.
Parlementera Partiya Çep û Berdevka Polîtîkayên Derveyî Cansû Ozdemir li ser hesaba xwe ya fermî ya Xê dîmenên têkildarî serbest berdana çeteyên DAÎŞê yên li Reqayê weşandin. Ozdemir navnîşana hesaba farmî ya Hikûmeta Alman jî destnîşan kir û wiha got: “Ez we pîroz dikim Hikûmeta Alman. Binêrin dostên we yên nû bi serbest berdana çeteyên DAÎŞê karek pir baş dikin.”








