Şêxê Durziyan Mervan Kîvan piştgiriya xwe ya ji bo gelê Kurd diyar kir û bang li mirovahiya azad kir ku piştgiriyê bide gelê Rojavayê Kurdistanê.
Şêx Kîvan dîmenek li ser hesaba xwe ya fermî parve kir û piştgiriya xwe ji bo berxwedan û gelê Kurd eşkera kir. Şêx Kîvan di parvekirina xwe de wiha got: “Ez bang li hemû mirovên azad ên cîhanê û tevahiya gelê Kurd dikim ku bersivê bidin banga Rojavayê. Kesên li rex Rojava disekinin li dijî DAÎŞê û li rex azadiyê disekinin. Berxwedan yek e, qeder jî yek e.”
Şêx Kîvan di parvekirina xwe de, di destekê de çek; di destê din de ala neteweyî ya Durziyan banga xwe kir.







