Cenazeyê birayê Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel (NPG) Murat Karayilan, Mehmet Emîn Karayilan li goristana Taxa Sakiltan a navçeya Bêrecûk a Rihayê hat veşartin.
Cenazeyê Mehmet Emîn Karayilan (74) doh ji bo tedawiya keça xwe çû li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Ersîn Arslan a Dîlokê. Mehmet Emîn Karayilan li nexweşxaneyê krîza dil derbas kir û tevî mudaxileyan nehat xelaskirin.
Cenazeyê Mehmet Emîn Karayilan îro piştÎ pêkanîna vecîbeyên olî li goristana Taxa Sakiltan a navçeya Bêrecûk a Rihayê hete veşartin. Tevî malbatê Hevseroka DBPê ya Gîştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Parlementerê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Coşkun Parlak, rêxistinên DEMê û DBPê yê Rihayê, rêveber û endamên saziyên sivîl ên demokratîk û gelek kes tevlî merasîma cenazeyê bûn.
Cenazeyê Mehmet Emîn Karayilan bi diayan hate veşartin.
Şîna Mehmet Emîn Karayilan dê xaniyê malbatê yê li Taxa Sakiltanê were danîn
















