Enqere – Hevserokê PYDê Xerîb Hiso derbarê serdana Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî ya li Ewropa de diyar kir ku di serdanê de li ser mijara garantoriya welatên Ewropî û kongreyeke navneteweyî dê gotûbêj bên kirin û wiha got: “Ji bo pêşî li şer bê girtin û çareserî pêk were divê welatên Ewropî jî bi berpirsyariya xwe rabin.”
Piştî peymana 29ê Çileyê ya di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta demkî ya Şamê de pêvajoya entegrasyonê ya di navbera Rojava û Sûriyeyê de berdewam dike. Di encama pêvajoya entgegrasyonê de welatiyên Efrînê ku di sala 2018an vir ve piştî dagirkeriya Tirkiyeyê koçber bûbûn vegeriyan cih û warên xwe û vegera koçberan berdewam dike. Her wiha ji aliyê saziyên rêveberî û lêşkerî ve jî xebatên entegrasyonê didomin. Lê li aliyê din ji ber ku hikûmeta demkî ya Şamê hebûna Yekîniyên Parastina Jin (YPJ), destkeftiyên jinan û mafê perwerdehiya fermî ya Kurdî qebûl nake, pêvajoya entegrasyonê jî bi derengî dikeve an jî bi giranî bi rê ve diçe. Ji bo qebûlkirina mafê perwerdehiya fermî ya Kurdî û destkêftiyên jinan dan û standin bi hikûmeta demkî ya Şamê re berdewam dikin.
Di serdemekê ku pêvajoya entegrasyonê berdewam dike de Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li bajarê Hewlêrê yê Başurê Kurdistanê bi nûnerê Amerîkayê yê Sûriyeyê û Iraqê Tom Barrack re hevdîtinek pêk anî. Piştî vê hevdîtina li Hewlêrê Mezlûm Ebdî ji bo hevdîtinên fermî derbasî Ewropayê bû. Pêvajoya entegrasyonê li Rojava û serdana Mezlûm Ebdî ya li Ewropayê ji aliyê raya giştî ya Kurdistanê vê jî ji nêz ve tê şopandin.
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso, derbarê pêvajoya entegrasyonê li Rojava û serdana Mezlûm Ebdî ya ji bo welatên Ewropayê pirsên Ajansa Welat (AW) bersivand.
* Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî li Hewlerê bi nûnerê Amerîka Tom Barrack re hevdîtinek pêk anî. Gelo çarçoveya vê hevdîtinê çi bû û li ser vê hevdîtinê çi agahî li ber destê we hene?
Birêz Mezlûm Ebdî li Hewlerê bi Tom Barrack û rêveberiyên Başûr re hevdîtin kir. Mijar li ser pêvajoya entegrasyonê ye. Nebesbûna gavên hatine avêtin jî mijara civînê bû. Berê Tom Barrack dihat Rojava serdana birêz Mezlûm Ebdî dikir lê niha ev demeke li Hewlerê hevdîtin çêdibin.
* Her wiha birêz Mezlûm Ebdî piştî vê hevdîtinê li welatên Ewropa jî hîn hevdîtinan dike. Gelo ev hevdîtin di çi çarçoveyê de tê kirin û li gorî geşedanên heyî dê siberoja Rojavayê Kurdistanê çawa bibe?
Serdana birêz Mezlûm Ebdî li Ewropa gaveke erênî ye. Di vê pêvajoya hesas de ku herêm di nav re derbas dibe û Kurd derbas dibin de serdana Ewropa girîng e. Em bawerin dê encamên baş jî bi xwe re bîne. Ev gav jî di çarçoveya veguhestinê em dikin de ne. Nîqaşên wisa bi nûnerên Ewropayê re ji bo naskirina îradeya gelê Kurd e. Di çarçoveya destûra nû ku pêwist e û di vê şewazê de gav avêtin li Sûriyeyê pir zahmet e û gelek mijar tên xitimandin. Pêwîst e aliyên navdewletî jî bikevin nav û weke garantor bi rola xwe rabin û garantorê siberoja Sûriyeyê bin. Ji bo rê li pêşiya şer bê girtin û çareserî pêk were divê ew jî bi berpirsyariya xwe rabin. Kongreyeke navneteweyî were li darxistin û di wê çarçoveyê de em werin cem hevdu û îradeya hemû gelên Sûriyeyê di vê kongreyê de hebe. Divê di vê kongreyê de hikûmet bê ava kirin û destûreke bingehîn bê çêkirin. Gelek mijarên bi vî rengî hene û dê li ser van mijaran gotûbêj bên kirin. Mijara Kurdan û mijara pêkhateyên din jî mijara sereke ne û bawerim encamên vê serdanê jî dê di demên pêş de derkevin holê.
* Piştî peymana 29ê Çileyê ya bi hikûmeta demkî ya Şamê re, pêvajoya entegrasyonê di çi astê de didome. Gelo xalên herî krîtîk û sereke yên ku niha rê li ber vê entegrasyonê digirin û dibin sedema derengxistinê çi ne?
Cara yekem e li Sûriyeyê peyameke civakî di navbera Kurd û hikûmeta Sûriyeyê de çêdibe. Vê peymanê bandoreke mezin li ser tevahiya Sûriyeyê kiriye û hemû kes qala vê peymanê dike. Ji ber wê jî zehmetiyên ku peyman bikeve meriyetê hene. Hinek nijadperest û olperest vê peymanê napejirînin û naxwazin bi cih were. Hikûmeta demkî ya niha jî olperest e. Di nav wan de hinek kes hene ne li Sûriyeyê ne û li dijî tifaqê derdikevin. Di hinek xalan de entegrasyon çêdibe, bi taybetî jî ji aliyê leşkerî, saziyên tenduristiyê û zîraetê ve. Ji aliyê perwerdehiyê ve jî dan û standin hene. Di encama dan û standinê de hevdu naskirin jî çêdibe û ev yek jî pêşî li kesên dixwazin vê pêvajoyê asteng bikin digire. Her çiqas kêm be jî hinek gav jî hatin avêtin. Vegera welatiyên Efrînê û berdana dilgirtiyan jî encama van dan û standinan de pêk tê.
Di hinek aliyan de jî xitimandin hene. Weke aliyê aborî û perwerdehiya ziman xitimandin çêdibin. Ji ber ku tifaqek heye lê bêqanûn e. Hikûmetek heye lê bêqanûn e. Yanî qanûneke ku vê tifaqê biparêze tune ye. Dema qanûn tune be rê li pêşiya nijadperestan vedibe. Ew jî dixwazin çareseriyê bixetimînin. Metirsiya mezin jî di vir de ye. Heke qanûn hebe bêtir gavên lêz dê bên avêtin. Ji bo pratîka vê pêvajoyê hewcedarî bi qanûnan heye. Ji aliyekî din ve jî dewletên herêmê jî bandor li ser hikûmeta Şamê dike. Weke Tirkiye û dewletên Ereban. Hikûmeta heyî jî ne xweser e. Ew dewlet jî ji bo berjewendiyên xwe dixwazin Sûriyê bi rê ve bibin ne li gorî berjewendiyên welatiyên Sûriyeyê. Pirsgirêka mezin jî di vir de ye. Tirkiye dixwaze pêvajoya entegrasyonê li gorî berjewendiyên xwe bi rê ve bibe. Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê jî pêvajoyek tê birêvebirin. Dewleta Tirk tevî 2 sal bi ser pêvajoyê re derbas bûye jî tu gav neavêtiye. Pêvajoya wir jî Tirkiyeyê li vir çi gavan biavejê dê li wir jî biaveje. Ji ber berjewendiyên herêmê jî pêvajo hedî dimeşe. Heke hikumet bixwazê li gor xwe nêz bibe û îradeya me lewaz bike û me teslîm bigirê em vê yekê qebûl nakin. Em li ser pîvanên ehlaqî, însanî û netewî vê pêvajoyê didin birêvebirin.
* Hikûmeta demkî ya Şamê destkeftiyên zimanê dayikê û mafên jinan nas nake. Di dan û standinên heyî de ev her du mijar di çi astê de tên nîqaşkirin? Heke ev neyên qebûlkirin herêm dê rewş ber bi xetereyeke çawa ve biçe?
Ew mijarên bingehîn in. Gelê Kurd têkoşîneke mezin daye û li dijî 4 dewletan li berxwe daye. Gelê Kurd ji bo mafê zimanê xwe têkoşiya ye. Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî. Heke zimanê Kurdî nebe zimanekî fermî dê tenê di malê de sînorkirî bimîne. Ew jî vê dixwazin. Dibêjin hûn dikarin di mala xwe de hîn bibin û biaxivin û vê yekê jî weke gavek bi nav dikin. Ev ne gavek e. Ev xapandin e. Gelê Kurd ji bo parastina zimanê xwe û ji bo zimanê me bibe zimanê fermî têkoşiya ye û bênavber berxwedan kiriye. Kurd vê yekê qebûl nakin. Me bi hezaran şehîd dane. Dîlgirtiyên me hene. Birîndarên me hene. Heke zimanê me bi awayekî fermî neyê naskirin me ji bo çi ev têkoşîn û bedel dan? Ji bo wê gelê me mafdar e. Di hemû dan û standinan de jî ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û li her derê di dibistanan de bê xwendin pêş dixînin. Em tu carî qebûl nakin ku zimanê Kurdî nebe fermî. Têkoşîn û dan û standinên me di vê çerçoveyê de berdewam dikin.
Jinên Kurd jî pêşengiya şoreşê kirin. Mijara ziman çawa mijara sereke ye mijara destkeftiyên jinan jî mijara sereke ye. Jinan li dijî terora DAIŞê berxwedaneke mezin kirin. Li welatên navneteweyî gelek kes dihatin serdana YPJê dikirin û hevdîtin dikirin. Lê îro çima bêdeng in. Ev jî siyaseteke xapandinê ye. Ev jî dûrutî ye û bêedaletiya civaka navdewletî ye. Koalîsyona ku îro bêdeng e, li ku ye? YPJê tenê nûnertiya jinên Kurd nake nûnertiya hemû jinên herêmê dike. Rûmeta mirovahiyê parast. Dibêjin bila tenê di nava asayîşê de hebin. Ev jî nayê qebûlkirin divê di nava artêşê de hebe. Lê bi vê yekê dixwazin destkeftiyên jinan tune bikin. Ji bo wê jî mijara destkeftiyên jinan mijara sereke ye. Heke destkeftiyên jinan neyên qebûlkirin pirsgirêk dê mezin bibin. Ev jî dibe sedema xitimandina pêvajoya entegrasyonê.
* Hikûmeta demkî ya Şamê di parlamentoyê de nûnertiya Kurdan nas nekir û bêyî Kurdan parlamentoyek ava kir. Ev yek bandoreke çawa li ser pêvajoya entegrasyonê dike?
Ne tenê nûnertiya Kurdan, nûnertiya Durzî, Elewî û gelek pêkhateyan din jî tune ye. Parlamentoyeke ku ne îradeya gelên Sûriyeyê ye hate avakirin. Çawa artêşek bi serê xwe ava kirin û destûrek bi serê xwe çêkirin parlamento jî li gorî serê xwe ava kirin. Yanî em ê çawa van rê û rêbazan tehamûl bikin. Me jî helwest li dijî vê yekê danî. Li gorî biryarê divê parlamento di 10ê Hezîranê de kom bibûya lê kom nebû. Wext jî diyar nekirin. Nûnertiya gelan tune ye. Nûnertiya Kurdan tune ye. Nikarin nûnertiya xwe bikin dê çawa ya Kurdan bikin. Gel jî qebûl nakin. Lê ev yek bandorê li pêvajoya entegrasyonê nake. Entegrasyon di navbera gel û dewletê de ye. Lê hikûmet cuda ye.
* Her wiha di çarçoveya entegrasyonê de Efrînî vegeriyan cih û warên xwe. Lê li dijî welatiyan ji aliyê komên çekdar ve kiryarên binpêkirinên mafên mirovan jî pêk tên. Hebûna komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê xetereyên çawa derdixe û hebûna Tirkiyeyê li pêşiya entegrasyonê çi astengiyan derdixe?
Vegera koçberên Efrînê gaveke girîng e. Lê mixabin amadekarî nehatine kirin. Hikûmetê soz da lê me amadekarî kir. Lê hikumetê zemîna vegerê li Efrînê amade nekir û pêwîst bû ku hikumetê ev komên çekdar ên li wir derxista. Hê gelek malên Efrîniyan di destê çeteyan û hinek malbatan de ne. Erd û malên wan radestî wan nehatine kirin. Pere dixwazin. Ev jî rê li ber metirsiyan vedike. Niha li Efrînê mirov tên kuştin û revandin. Dixwazin tirsê ava bikin ku kes tiştek nexwaze. Hikûmet li ku ye? Hemû çeteyên giredayî Tirkiyeyê li wir in. Heke Tirkiye bixwaze dikare derxe. Tirkiye ji wir derkeve ew jî dê derkevin. Ev jî pirsgirêkeke mezin e. Ev jî berpirsyariya hikûmetê ye ku wan çetetab û malbatan ji wir derxe.
Siyamend Efrîn daxuyaniyek da û got ku 500 endamên asayîşê dê di nava hêzên asayîşa giştî de cih bigirin. Ev baş e ji bo ewlehiyê. Lê divê ew komên çekdar derkevin. Heke ew bimînin dê karesatekê çêbike. Hê jî hikûmeta demkî ji bo Efrînê û van kiryaran bêdeng e. Li derdora Kobanê jî pirsgirêk derdikevin û tengav dikin. Hêzên çekdar bi piştiriya dewletên herêmê û navneteweyî van kiryaran dikin. Bi vê yekê dixwazin pêşî li entegrasyonê û vegera Efrînê bigirin. Hikûmeta demkî jî li ser vê mijarê bêdeng e. Ji ber ku berpirsyarî negire ser xwe û daxuyanî nade.













