Êrişên çeteyên HTŞ, DAIŞ û SMOyê ku ji aliyê Tirkiyê ve tên arastekirin li derdora Kampa Holê û gundewarên Hesekê berdewam dikin. Hêzen HSDê jî bi her awayî bersiva êrişan didin.
Êrişên HTŞ, DAIŞ, SMOyê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên organîzekirin, li dijî Rojava berdewam dikin. Li dora Kampa Holê ku bi hezaran DAIŞî û xizmên wan lê tên ragirtin, pevçûnên dijwar diqewimin.
HTŞ, DAIŞ û SMO di seatên nîvro de êrişên dijwar li dijî derdora Qampa Holê êriş dan destpêkirin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî bersivê didin êrişan û li herêmê pevçûnên dijwar diqewimin.













