• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

548 malbat ji Kampa Holê derketin

Veysel Avci /AW

31 GULAN 2025 - 15:50
Kategorî: CIVAK, MANŞET, ROJANE
A A

Rêveberiya Xweser a Bakur û  Rojhilatê Sûriyê ji çileya 2025an heta niha deriyê Kampa Holê li 548 malbatên ku ji hezar û 714 kesan pêk tê vekir û ew şandin cih û warên wan. 

Piştî hilweşîna reşîma Baas, çeteyên DAIŞ’ê xwestin ji rewşa heyî sudê bigirin û di nava kampa Holê de tevlîheviyan çêbikin. Ji ber vê hewldana DAIŞê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, bi desteka hêzên HSD û YPJê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞê operasyoneke ewlehiyê hat lidarxistin û hewldanên terorî pûç kirin. Kampa Holê kampeke herî xeternak a cîhanê ye. Tevî 13 hezar û 124 penaberên Iraqî û 15 hezar û 805 koçberên Sûriyeyî, 6 hezar û 385 jin û zarokên çeteyên DAIŞê li kampê dimînin. Li gorî nûçeyên ku Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) derbas kirine, di 6 mehên dawî de 548 malbatên ku ji Hezar û 714 kesan pêk tê ji Kampa Holê derketin û çûn warên xwe. 

840 kes ji Kampa Holê vegeriyan warê xwe

840 kesên ku endamên 224 malbatên iraqî nin, pêk ji kampa Holê derketin û vegeriyan Iraqê. Di çarçoveya hemahengiya di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Komîseriya Koç û Koçberan a Parlamentoya Iraqê de, îro beşa 7an a penaberên iraqî yên li kampa Holê diman, ber bi warê wan ve hat şandin. Beşa 7an a penaberan ji 224 malbatan (840 kes) pêk tê û bi tedîbrên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û çavdêriya Koalîsyona Navneteweyî ber bi Iraqê ve hat birêkirin.

Ji bo vegerê şande ket nava tevgerê

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi desthilata Şamê re mekanîzmeyeke hevbeş danî, ku niştecihên Sûriyeyî yên li kampa Holê vegerînin herêmên wan. Serokê Nivîsgeha Karûbarên Koçber û Penaberan a Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêxmûs Ehmed diyar kiribû ku li kampa Holê şandeyeke desthilata Şamê, şandeyeke Koalîsyona Navneteweyî û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li hev civiyan.

76 malbat vegeriyan warê xwe

Di çarçoveya biryara Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rêveberiya Kampa Holê, di sibatê de li ser daxwaza koçberan 76 malbatên ku 296 kesên ji hêrêmên Dêrazorê ne ku li kampa Holê dimînin vegeriyan cihè xwe.

Di sibatêde veger dabûn rawestandin

Wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand ku wan vegerandina Iraqiyên li nav kampa Holê daye rawestandin. Wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê Îvan Fayîq Cabiro bi daxuyaniyek çapemeniyê ragihand ku piştî alîkariyên Amerîkayê sekinîn, ajansên navneteweyî jî xebatên xwe li Kampa Holê dane rawestandin.

148 malbat vegeriyan warê xwe

Di meha çile de komeke nû ya welatiyên Iraqê ku ji 148 malbatan pêk tê, ji Kampa Holê derket û ber bi Iraqê ve hat şandin. Di çarçoveya hevkariya di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Komîteya Ewlekariyê û Komîteya Koçberî û Koçberan a Parlamentoya Iraqê de, di 25ê Çile de 148 malbatên Iraqî ku ji 578 kesan pêk dihat ji kampa Holê derketin û derbasî Iraqê bûn.

Ji bo vegerê biryar girtibûn

Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Suryeyê ku di sala 2019an de ku ji bo koçberên ku di kampa Holê de dimînin, biryareke ku vegerîna koçberan pêş dibîne xistibû meriyetê. Ji sala 20219an ve 24 kom vegeriyane herêmên Dêrazorê. Di sala 2025an de wek koma yekem û ya dawiye ku vegeriyan cihê xwe.

Etîket: Kampa Holêkesmalbatveger
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

30 HEZÎRAN 2026
DEM Partiyê li Cizîrê du malbat li hev anî

DEM Partiyê li Cizîrê du malbat li hev anî

15 HEZÎRAN 2026
Komkujiya Şemzînanê: Ev 13 sal in tundî didît

Komkujiya Şemzînanê: Ev 13 sal in tundî didît

14 HEZÎRAN 2026
Îlham Ehmed koçberên vegerîn Efrînê ziyaret kirin

Îlham Ehmed koçberên vegerîn Efrînê ziyaret kirin

29 GULAN 2026
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir

28 GULAN 2026
DEM Partiyê du malbat li hev anî

DEM Partiyê du malbat li hev anî

25 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger Mazlûm Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Orhan Dogan hat bibîranîn: Wî her tim şerê aştiyê dikir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (820)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne