Wan – Parlementerê DEM Partiyê Zulkuf Ûçar di daxuyaniya li dijî êrişên li ser Rojavayê de axivî û got: “Dê neviyên Kawayê Hesinkar serî li ber kurên Seddam netewînin.”
Li Wanê çalakiyên ji bo Rojava her ku diçe berbalav û bandortir dibe. Îro li gelek taxan û navenda bajêr meş û çalakî hatin lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî û saziyên demokratîk jî li ber avahiyê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li dijî êrişên li ser Rojavayê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de girseyê dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Rojava’, ‘Wê Rojava Ji DAIŞê re bibe Goristan’ berz kirin.

‘Bila kes nebêje li malên xwe rûnin’
Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Zulkuf Ûçar di daxuyaniyê de bal kişand ser dîroka berxwedanê ya Gelê Kurd û ev tişt gotin: “Em ji Wanê berxwedana Rojavayê silav dikin û piştgiriya xwe ji wan re diqêrin. Dema DAIŞ û HTŞ xwîşk û brayên me yên li Rojava dikujin, bila tu kes ji me re nebêje li Amedê, Colemêrgê, Wanê, Êlihê di malên xwe de rûnin. Helbet em ê kolan bi kolan tax bi tax dengê xwe bilind bikin.”
‘Berxwedana duyamîn a Kobanê’
Zulkuf Ûçar bertek nîşanî êrişên polîsan yên li dijî çalakiyên piştevaniyê yên ji bo Rojavayê tên lidarxistin da û wiha got: “Em terora polîsan ya li dijî gelê me yên ku dixwazin mafê xwe yê protestokirinê bi kar bînin, nalet dikin. Bizanin ku ev berxwedana niha dê bibe berxwedana duyemîn a Kobanê. Bi navê sureya Enfalê banga fetihkirinê dikin, lê bila kurên Seddam bizanin ku dê neviyên Kawayê Hesinkar serî li ber wan netewînin.”












