TJA, DBP û DEM Partiyê li Rihayê 7 jinên şoşerger ên li Parîs û Silopiyayê hatin kuştin, bi bernameyekê bi bîr anîn.
TJA, DBP û DEM Partiyê ji bo Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn), Leyla Şaylemez (Ronahî) û Evîn Goyî yên li paytexta Fransayê Parîsê û ji bo Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir ên di 4ê Çileya 2016an de li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê hatin kuştin, li Rihayê çalakiya bîranînê li dar xistin. Bîranîn, li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê li dar xistin. Nûnerên rêxistinên bajar û navçeyên bajar ên DEM Partiyê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê û gelek kes beşdarî bîranînê bûn. Di çalakiya bîranînê de ji bo jinên hatin kuştin deqeyekê rêz girtin.
Aktîvîsta TJAyê Edle Fîdan piştî rêzgirtinê axivî û diyar kir ku jinên pêşeng bi zanebûn hedef hatine girtin û ev tişt anî ziman: “Komkujiya Parîsê, Silopiya û hemû komkujiyên din ji ber dijminatiya dewletê ya li hemberî jinan pêk tên. Ji ber vê yekê em dibêjin ku heta komkujiya Parîsê neyê ronîkirin dê tu qetlîamên jinan neyên ronîkirin.”
Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aîşeoglû jî diyar kir ku jin bi zanebûn hedef tên girtin û wiha axivî: “Ji ber ku îrade û hêza jinê hikûmetên faşîst ditirsîne, hedefa pêşî ya hikûmetan jin in. Îro jî dixwazin vê bikin. Li Rojava jî ji bo ku paradîgmaya birêz Ocalan pêk neyê her tiştî dikin. Em jinên ku di çarçoveya felsefeya azadiyê de têkoşîn dan bi rêzdarî bi bîr tînin.”
Bîranîn bi çepik û dirûşmên “Şehîd namirin” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.