• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
28 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Stenbolê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin

    Li Stenbolê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin

    Qeyim û şaredarê AKPê yê berê ji ‘gendeliyê’ hate girtin

    Qeyim û şaredarê AKPê yê berê ji ‘gendeliyê’ hate girtin

    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 28ê NÎSANA 2026an

    Berxwedêra Akbelenê Esra Işik nehat berdan

    Berxwedêra Akbelenê Esra Işik nehat berdan

    Midûrê emniyetê di dosyeya Gulistan Doku de îfade da

    Midûrê emniyetê di dosyeya Gulistan Doku de îfade da

    Îranê careke din Koye bombebaran kir

    Îranê careke din Koye bombebaran kir

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Stenbolê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin

    Li Stenbolê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin

    Qeyim û şaredarê AKPê yê berê ji ‘gendeliyê’ hate girtin

    Qeyim û şaredarê AKPê yê berê ji ‘gendeliyê’ hate girtin

    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 28ê NÎSANA 2026an

    Berxwedêra Akbelenê Esra Işik nehat berdan

    Berxwedêra Akbelenê Esra Işik nehat berdan

    Midûrê emniyetê di dosyeya Gulistan Doku de îfade da

    Midûrê emniyetê di dosyeya Gulistan Doku de îfade da

    Îranê careke din Koye bombebaran kir

    Îranê careke din Koye bombebaran kir

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

YJA Star: Em li dora Şoreşa Rojava bibin yek

Navenda Nûçeyan / AW

22 ÇILE 2026 - 13:27
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê ragihand ku gelê Rojava yê berxwedêr nirxê wan herî mezine û got: “Rondikeke bi tenê ya zarokên me jî ji bo me sedema berxwedaneke bêdawî û hesabpirsînê ye. Em ê nehêlin rûmeta me bê binpêkirin.”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê têkildarî êrişên berdewam ên li ser Rojavayê Kurdistanê û berxwedana gel daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê ragihand ku gelê me yê Rojava yê berxwedêr nirxê me yê herî mezine û got: “Rondikeke bi tenê ya zarokên me jî ji bo me sedema berxwedaneke bêdawî û hesabpirsînê ye. Emê nehêlin rûmeta me bê binpêkirin.” Di daxuyaniyê de hate bi bîrxistin ku Şoreşa Rojava bûye hêviya mirovahiyê û wiha hate gotin: “Di çarçoveya plansaziyekê de ku DYA û hin hêzên navneteweyî di nav de bûn, her wiha bi koordîneya dewleta Tirk û rêveberiya wê ya pratîkî çeteyên HTŞ-DAIŞê li dijî Şoreşa Rojava êrişên li dijî mirovahiyê dikin. Di şexsê hevalên Ziyad, Denîz û Faraşîn de ku li ehmberî van êrişan sekneke rasteqîn a Şoreşa Rojava nîşan dan, hemû şehîdên xwe bi hurmet û minet bi bîr tînin. Di serî de xelkê me yê Efrîn û Şêxmeqsûdê, em gelên xwe yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li hemberî van êrişan serî natewînin, ruhê berxwedana neteweyî ya ku li çar parçeyên Kurdistanê derketiye holê bi hurmet silav dikin.

‘Êriş li dijî neteweya demokratîk in’ 

Di daxuyaniyê de Peymana Parîsê hate bi bîr xistin û ev nirxandin hatin kirin: “Piştî ku Sûriye radestî rêxistina terorîst HTŞ û serçete Colanî hate kirin, Sûriye veguherî hêlîna terorîstan. ji bo ev yek bê rewakirin jî konsepta qirkirina gelan hate birêxistinkirin û bicihanîn. Rêber Apo di vê pêvajoyê de bi banga 27ê Sibatê re bi Pêngava Aştî û Civaka Demokratîk re mercên afirandina netewbûna demokratîk mezin kir. Qadeke rêxistinî û perspektîfek afirand ku pêşî li polîtîkay parçe bike û bi rê ve bibe ya hêzên navneteweyî bigire. Li hemberî vê yekê DYE li gel Îngilistanê di nava çend rojan de hevdîtin bi Erdogan re kirin ku bi salan helwest li hemberî wî nîşan didan. Ev hevdîtin bi esasî destwerdana li vê pêvajoyê bû. Weke dewama vê yekê jî dewleta Tirk qaşo bi navê aştiya Rojhilata Navîn li dora maseya li Misrê hate danîn rûnişt û Xeze pêşkêşî bazarê kir.”

‘Gel li hev tên sorkirin’

Di daxuyaniyê de gotina, “Herî dawî bi peymana li Parîsê re di berdêla ku Başûrê Sûriyeyê ji Îsraîlê re bê hiştin” hate destnîşankirin û ev tişt hatin gotin: “Bi tevlîbûn û rêveberiya dewleta Tirk, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi qirkirinê re rû bi rû hate hiştin. Bi vî şerî re ku neteweperestî bi zanebûn tê sorkirin û nakokiyên navbera gelan têne kûrkirin, tê xwestin ku şoreşa azadiya jinê bê fetisandin, gelê Kurd bê qirkirin, Rojavayê Kurdistanê weke hêlîneke çete ji bo destwerdanên li ser Iraq û Îranê bê bikaranîn. Şoreşa Rojava li gel ku li hemberî DAIŞê bi deh hezaran şehîd da, niha pêşkêşî çeteyên DAIŞê tê kirin. Ji ber vê yekê rewşa heyî weke ku Rêber Apo jî got, Komployeke 15ê Sibatê ya nû ye. Qirkirin li ser şoreşa me ya jinê, li ser gelê me tê ferzkirin. Bi her awayî êrişên dûrî ji exlaqê û dûrî ji mirovahiyê têne kirin. Ev êriş bi esasî êrişek li hemberî projeya Neteweya Demokratîk a Rêber Apo ye.

‘Li dora Şoreşa Rojava li ber xwe bidin’

YJA Starê banga mezinkirina berxwedanê kir û wiha domand: “Li ser vê bingehê divê gelên cîhanê û jin hemû li dora Şoreşa Rojava bi ruhê Kobanê bibin yek, li hemberî siyasetên qirêj ên dewletên DYE û Îngilistanê li ber xwe bidin. Têgihştina dewleta Tirk a li ser pêvajoyê tasfiye ye, bi qasî tarîkirina paşerojê ji pêşdîtinê bêpar e, weke çavkanieyke nebaşiyê ya mezin a ku berê xwe daye komkujî û xwîna Kurdan faşîzan e. Wezîfeya gelên Tirkiyeyê ye ku li pêşberî vê rastiyê li ber xwe bide. Di serî de jin, divê gelê Kurd bi sekna xwe ya siyasî li dora Şoreşa Rojava bibe xeleka ji agir, bi ruhê berxwedanê yê ku li hemberî 15ê Sibatê hate nîşandan dest bi berxwedanê bike û nîşanî cîhanê bide ku sekn û rûmeta azadiyê hêza wê ya rasteqîn e. Kiryarên çeteyan ên li hemberî hin şervanên YPJê û jinên Kurd ên bi rûmet ên hatin girtin, di çapemeniyê de hatin weşandin. Ti hêz nikare wan jinan gemarî bike, ku xwe azad kirine û azadiya gelê xwe pêk anîne. Em van kiryaran bi salan ji dewleta Tirk zanin. Ne em ê vê ji bîr bikin, ne jî bihêlin ku bê jibîrkirin. Jineke Kurd ku di serhildanan de helwesta xwe nîşan da, got Ji me ditirsin, ji ber ku em mirov in. Cudahiya me ya esasî ew e ku em mirov in. Ji ber vê yekê êriş tê kirin, ji ber vê yekê bêguman ji me ditirsin. Em ê li gorî vê rastiya xwe tevbigerin û destên dirêjî jin, welat, gel û zarokên me dibin bişikînin. Rûmeta azadiyê navê jiyanê ye û dest jê nayê berdan.

‘Jin divê pêşengiyê ji berxwedanê re bikin’

Di daxuyaniyê de hate xwestin ku jin pêşengiya berxwedanê bikin û ev tişt hatin gotin: “Roj, roja yekîtiya hemû Kurdan e. Divê gumana ti kesê nebe ku Kurd wê bi jinan, ciwanan û kalan re, bi ruhekî hevpar ê serhildana neteweyî hemû êrişên qirkirinê têk bibin. Yan emê bi rumet û nasnameya xwe hebin yan jî kujerên kastîk wê bi qetilkirina me cîhanê veguherînin rewşeke hîn qirêj ku ti kes nikaribe lê bijî. Bi vê zanebûnê em ê xweparastinê bikin û şerê jina azad û Kurdê azad yê ji bo xwe avakirinê, berdêla wê çi dibe bila bibe bi ser bixin. Bi vê biryardarî û seknê em bang li hemû jinan, gelê xwe, gelên cîhanê, şoreşgerên enternasyonalîst û jinên azadîxwaz dikin ku tevlî berxwedanê bibin. Emê bi hemû derfetên xwe bi gelê xwe re bin. Helwesta tevlîbûna pêvajoyê, helwesta Ziyad, Denîz û Feraşînan e. Em soz didin ku vê sekna bi rumet bigihînin serketinê û em şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em ê bi pêşengiya Rêber Apo faşîzmê û sîstema dewletê ya mêr têk bibin.”

Etîket: êrişên ser RojavaYJA-STAR
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

15 jinên têkoşer li Hezoyê hatin bibîranîn

15 jinên têkoşer li Hezoyê hatin bibîranîn

24 ADAR 2026
Li Qendîlê agirê Newrozê bilind bû

Li Qendîlê agirê Newrozê bilind bû

19 ADAR 2026
Çalakiyên me asteng dikin: Ka xwişk û biratî?

Çalakiyên me asteng dikin: Ka xwişk û biratî?

30 ÇILE 2026
Gelê Amedê: Li hemberî êrişên qirêj em ê serî hildin

‘Roj roja xwedî derketina Rojava ye’

23 ÇILE 2026
Keşeyê Dêra Protestan: Heke Kurd têk biçin dê Mesîhî jî têk biçin

Keşeyê Dêra Protestan: Heke Kurd têk biçin dê Mesîhî jî têk biçin

23 ÇILE 2026
Deh hezaran welatî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrerfiyê silav kir

‘Dilê me bi Rojava re ye’

19 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Tayîp Temel: Em li bendê ne ku pêşnûmeyên zagonan bên parvekirin

    Tayîp Temel: Em li bendê ne ku pêşnûmeyên zagonan bên parvekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurd yekîtiya xwe nîqaş dikin: Divê her kesek bibe qasidê yekîtiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hiqûqzan Muslum Dalar: Naskirina ziman dê di aştiya civakî de roleke girîng pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Karkeran barîkatên polîsan hilweşandin: Serokê Sendîkayê hate binçavkirin HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Encamnameya konferansa yekîtiyê: Berjewendiyên takekesî û siyasî bidin aliyekî dema yekîtiyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ÎHDê li gelek bajaran daxuyanî da: Divê qanûn werin çêkirin û gavên bi lez bên avêtin HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sumeyye Boz: Li Kurdistanê talana xwezayê bi polîtîkayên ‘ewlehiyê’ tê meşandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Prof. Dr. Polat: Rêzefîlmên mafyatîk tundîtûjiyê normalîze dikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Platforma Manîsayê: Em ê ji bo mafên xwe û aştiyê li qadan bin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li gundewarên Kobaniyê provokasyona komên Tirkiye û Şamê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (973)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne