Serokomarê Îsraîlê Îsak Herzog peyamên germ û dostane ji Serokê HTŞê Colanî re şandin. Ev peyamên Herzog wekî encamek Peymana Parîsê hate nirxandin.
Serokomarê Îsraîlê Îsah Herzog ku di Foruma Aborî ya Davosê de axivî, peyamên gelek germ û dostane ji Serokê HTŞê Mihemmed Colanî re şandin. Herzog diyar kir ku divê armanca esasî jiyanek aram, tenha û aştiyane ya bi Sûriyê re be û wiha axivî: “Em serkeftinê ji Sûriyê û serokê wê re dişînin. Em hêvî dikin jiyanek baştir ji bo gelê Sûriyê ava bikin.”
‘Em dostên xxwe yên Amerîkî guhdar dikin’
Herzog bal kişand ser bandora DYAyê ya di nanvbeynkariyê de û wiha domand: “Em dostên xwe yên Amerîkî ku pir ji nêz ve bi mijarê re eleqedar dibin, guhdar dikin.”
Bazariyên Îsraîlê û Suriyê yên qirêj îfşa bûn
Îsraîlê ku heta berî Peymana Parîsê ya 6ê Çile jî Colanî û hikûmeta wî wekî terorîst pênase dikir, piştî peymanê polîtîka û zimanê xwe guherand. Li gorî çavkaniyên ji Reûtersê re axivîn, di Peymana Parîsê de Îsraîl û Sûriyê li ser dijminiya Kurdan li hev kiriye. Piştî Peymana Parîsê êrişên komkujiyê li dijî Rêveberiya Xweser destpê kiribû û Îsraîl jî kete nav bêdengiyek kûr.













