Komîteya Amadekar a Mîtînga “Hêvî û Azadiyê” têkildarî plansaziya mitîngê civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku wan ji ber şert û mercên hewayê û ji bo ewlehiya welatiyên ji dûr tên, mitîngê taloq kirine.
Komîteya Amadekar a Mitînga “Hêvî û Azadiyê” ku dê di 25ê Çileyê de bihata lidarxistin, li avahiya DEM Partiyê ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Endamên Platforma Saziyên Demokratîk di daxuyaniyê de amade bûn. Tirkiya daxuyaniyê hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) yê Amedê Abbas Şahîn Kurmanciya wê ktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Bahar Peker xwend.
Komîteya Amadekar a Mitînga “Hevî û Azadiyê“ li avahiyê DEM Partiya Amedê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Endamên Platforma Saziyên Demokratîk jî di daxuyaniyê de amade bûn. Tirkiya daxuyaniyê Hevserokê DEM Partiya Amedê Abbas Şahîn, Kurmanciya wê jî aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Bahar Peker xwend.
Bahar Peker destnîşan kir ku ji ber şert û mercên neguncav yên hewayî û ji bo ewlehiya welatiyên ji derveyî bajêr tên, wan mitînga “Hêvî û Azadiyê” taloqî demeke pêş kirine.
















