Rêya di navbera navçeya Miksê û Wanê de ji ber xemsariya saziyên dewletê ev 7 meh in girtî ye. Welatiyên dixwazin biçin Wanê, neçar dimînin ku di ser Bedlîsê re biçin Wanê. Welatiyên li şûna riya seatekê 6 seatan rê diçin, hem di aliyê aborî hem jî demê de mexdûr dibin.
Rêya di navbera Miks û Wanê de nêzî 110 kîlometreye û bi wesayîtê seat û nîvê dikişîne. Lê ji ber berfa zêde, şert û mercên rê nîviya salê rê tê girtin û ev yek welatiyan bi her awayî mexdûr dike. Ev pirsgirêka bi salan nayê çareser kirin îsal jî ligel ku meha Gulanê hatiye jî hêj didome. Rêya li Gêdûka Gerabetê ya bi 3 hezar rakimî, ji ber xemsariya saziyên dewletê ev 7 meh in bi temamî girtî ye. Ev rewşa ku ji aliyê rayedaran ve bi hinceta “berf û metirsiya aşûtê” tê rewakirin, welatiyan mexdûr dike.
Berdêla xemsariyê rêya 6 seatan e
Ji ber ku rêya sereke ya Miksê ev 7 meh in nayê vekirin, têkiliya rasterast a navçeyê ya bi Wanê re qut bûye. Welatiyên ku nexweşên wan hene an jî ji bo pêdiviyên xwe yên lezgîn divê biçin navenda Wanê, neçar dimînin ku rêyeke gelekî dirêj û zehmet bi kar bînin. Bi taybetî riya 6 seatan dom dike, ji bo nexweşan hem dibe îşkence hem jî jiyana welatiyan dixe talûkeyê.
Bi her awayî zirarê dide welatiyan
Welatî ji Miksê derdikevin, diçin navçeya Xîzan a Bedlîsê û di ser Bedlîsê re berê xwe didin Wanê. Ev rêya alternatîf a ku qasî 250 kîlometreyan dirêj e, hem ji aliyê aborî hem jî ji aliyê demê û ewlehiya jiyanê ve mexdûriyeteke mezin diafirîne. Welatiyên ku di nava qeyrana aborî de dijîn, ji ber vê rêya dirêj mesrefeke zêde ya sotemenî û rêwîtiyê jî didin.
Rayedaran nû dest bi xebatê kir
Rayedarên Karên Rêyên Bejahiyê piştî 7 mehan nû dest bi xebatên paqijkirina berfê kirine. Tîmên ku ji ber metirsiya aşûtê tenê bi şev û bi projektoran dixebitin, hewl didin berfa ku stûriya wê gihîştiye 4-6 metreyan paqij bikin. Lê belê ev mudaheleya derengmayî, mexdûriyeta welatiyan a 7 mehan ji holê ranake. Welatiyên ji vê rewşê gazinc in, bi derfetên xwe pirsgirêkên xwe çareser dikin.













