Dayika Gulnaz Karataşê (Bêrîtan) Emoş Karataş di sed saliya xwe de li Îzmîrê jiyana xwe ji dest da.
Dayika endama Tevgera Azadiyê Gulnaz Karataşê (Bêrîtan) a ku sala 1992yan de li Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû, Emoş Karataş (100) duh li mala xwe ya li Îzmîrê wefat kir. Hat zanîn ku Emoş Karataş temenê xwe bi têkoşînê derbas kiriye. Cenazeyê Emoş Karataş li gundê Helvacikê yê bi ser navçeya Alîagaya Îzmîrê ve hate veşartin.
Rêveberên rêxistinên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl, Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li merasîma cenazeyê Emoş Karataş bûn.













