Li dijî êrişên çeteyên hikumeta demkî yên ku dewleta Tirk piştgiriya wan bike yên li ser Rojava, li gelek bajarên Îtalyayê bi tevlîbûna sendîka, saziyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.
Li dijî êrişên li ser Rojava, li bajarên Brescia, Torino, Bologna, Milano, Napoli û Salerno yên Îtalyayê û paytext Romayê çalakî hatin lidarxistin.
Di mîtîng û meşan de gelê Îtalî û Kurd bi hev re daketin kolanan û êriş şermezar kirin. Her wiha bêdengiya hêzên navneteweyî rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî jî hate şermezarkirin.Di çalakiyan de hate diyarkirin ku îradeya xwe rêvebirinê ya gelên Rojava tê hedefgirtin.
Gelek sazî tev li bûn
Di serî de ANFI International, Associazione Ricreativa Culturale Italiana (ARCI), Konfederasyona Karkeran a Giştî ya Îtalî (CGIL), Lambretta centro sociale, Cantiere, FAI, Ponte gelek sendîka, partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl bang kirin û di çalakiyên demokratîk de cih girtin.
Antîfaşîst derketin kolanan
Li aliyê din, li gelek bajaran gelek komên antîfaşîst derketin kolanan û ji bo piştgiriya Rojava çalakî lidar xistin.
Di daxuyaniyên ji aliyê Retejin Milano, Komîteya Kurdistanê ya Îtalyayê, Komeleya Konfederasyona Demokratîk Milano ve hatin dayîn de, hate diyarkirin ku êrîşên li ser Rojava gefeke li dijî gelan û hate destnîşankirin ku piştevanî û berxwedan wê bidome.













