Jinên TJAyê yên Êlihê tev li kampanyaya por hunandinê bûn û gotin: “Her têlên porê jinan dê çeteyên hov ên DAIŞê bixenîqine.”
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li Êlihê jinan li ber avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) a bajêr kom bûn û tev li kampanyaya por hunandinê bûn. Jinên ku tev li kampanyaya por hunandin bibûn dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin.
Endama TJAyê Havva Can ku tev li kampanyayê por hunandinê bibû axivî û got: “Her têlek porê van jinan dê bibe têlek ku çeteyên hov ên DAIŞê bixenîqine. Em ê her tim vê yekê bibêjin. Jinên Rojava rûmeta me ne, rûmeta gelê Kurd in. Bijî berxwedana Rojava, bijî jinên Kurd.”














