Têkildarî êrişên ser Rojava gelek siyasetmedar, parlamenter û kesayetên naskirî yên Ewropayê bertekên xwe anîn ziman û wiha gotin: “Bêdengî ne bêalîbûn e, hevkariya sûc e.”
Êrişên çeteyên HTŞ, DAIŞê, SMOyê yên bi destê Tirkiyeyê ve tên birêvebirin didomin. Li dijî vê yekê raya giştî ya demokratîk a li Ewropayê li dijî êrîşên çeteyan nerazîbûnên xwe anîn ziman. Siyasetmedarên Ewropayê banga hevgirtina bi Rojava re kirin, nêrînên xwe anîn ziman. Bertekên siyasetmedarên Ewropî wiha ne:
Martîn Schîrdewan: Ewropa şerê li dijî Kurdan fînanse dike
Hevserokê Parlamentoya Ewropayê ya Koma Çep e (The Left) û DIE LINKE yê Elmanya Martin Schirdewan destnîşan kir ku bi fonên Yektiya Ewropyê fonkirina şerê li dijî Kurdan nayê qebûlkirin û xwest tavile şer were sekinandin û bi Rojava re hevgirtin were pêkanîn.
Andreas Schîeder: Em roja Tirkiyeyê bi tûnd rexne bikin
Parlamenterê Tifaqa Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan (S&D), SPO ya Awûstûryayê Andreas Schîeder bal kişand ser zêdebûna êriş û tundiya li dijî Kurdan û diyar kir ku hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê li şûna lihevhatinê, zestê pêk tîne û da zanîn ku divê rola Tirkiyeyê bi tûnd were rexnekirin.
Jonas Sjostedt: Bêdengî ne bêalîbûn e, hevkarîya sûc e
Parlamenterê PE yê Koma Çep a Parlamenta Ewropayê – GUE/NGL yê Vänsterpartiet ê Swêdê Jonas Sjostedt têkildarî geşedanên li Rojava ev tişt gotin: “Rewşa dawî ya li Sûriyeyê fikarên mezin çêdikin. Hikûmeta Îslamî li dijî Kurdan şer dike. Kurdan wekî her car neçarî parastina xwe dikin.”
Jonas Sjostedt bi bîr xist ku Kurd di şerê li dijî DAÎŞ’ê û El Qaîdeyê de pêşengtî kirine û wiha domand: “Di vê rewşê de, divê civaka navneteweyî bi awayekî zelal diyar bike ku binpêkirinên mafên kêmneteweyan qet nayên qebûlkirin. Mafê Elewî, Durzî, Xiristiyan û Kurdan hene ku li Heleb, Rojava û li seranserê Sûriyeyê bi azadî û bi rûmet bijîn.
Jonas Sjostedt, bêdengiya civaka navneteweyî ya li hember êrîşên ku Kurd niha pê re rû bi rû dimînin wekî hevkariya sûc bi nav kir.
Evîn Încîr: Bêdengiya komkujiyê ya YE nayê qebûlkirin
Parlamentera PE ya Tîfaqa Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan (S&D) a Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê, Evîn Încir diyar kir ku çeteyên ji hêla Tirkiyeyê ve tên xwedîderketin li dijî Kurdan sûcên şer dikin û got ku dayîna piştgiriya darayî ya bê şert û merc a YEyê ji bo Şamê rewşek xeternak e û got divê gavên bi lez ji bo agirbestê werin avêtin.
Brando Benîfeî: Ehmed El Şara û Tirkiye xeternak in
Parlamenterê PE yê Îtîfaqa Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan (S&D) yê PD Îtalyayê Brando Benîfeî derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Piştî êrîşên li dijî Durzî û Elewiyan vê carê Kurd rastî êrîşên giran tên. Ev yek nîşaneya wê yekê ye ku rêveçûna Sûriye ya piştî têkçûna Esad û rêvebirina pêşengiya Ehmad El Şera û Tirkiyeyê ji bo Sûriyeyê çiqas xeternak e.”
Brando Benîfeî destnîşan kir ku Kurd li dijî DAÎŞ’ê hevalbendên welatên Rojava bûn û bi bîr xist ku îro Kurd ji bo hevsengiyên nû yên herêmê tên qurbankirin.
Ozlem Alev Demîrel: Destê xwe ji Rojava vekişînin
Parlamentera PE, Koma Çep a Parlamenta Ewropayê – GUE/NGL, DIE LINKE ya Elmanyayayê Ozlem Alev Demîrel jî wiha got: “Divê civaka navneteweyî niha bikeve nava liv û tevgerê. Divê hikûmeta El-Şera heta maf û ewlehiya Kurd, Elewî, Durzî û kesên din misoger neke, neyê fînansekirin. Sûriye dewletek pir-etnîkî ye. Kurdên ku li dijî DAÎŞê şer kirin û ji bo Sûriyeyek yekgirtî ya li ser bingeha xwerêveberiyê parêzvanî kirin, heq dikin ku mafên xwe yên wekhev, nasname û parastinê bi dest bixin.”
Per Clausen: Ev ji holê rakirina etnîkî ye
Parlamenterê PE, Koma Çep a Parlamenta Ewropayê – GUE/NGL, Enhedslisten ya Danîmark Per Clausen bal kişand ser metirsiya kêm neteweyan û wiha got: “Pir girîng e ku civaka navneteweyî – tevî Yekîtiya Ewropayê – bi awayekî zelal diyar dike ku binpêkirinên mafên kêmneteweyan nayên qebûlkirin û wiha got: Çi Elewî, çi Durzî, çi Xiristiyan, çi Kurd, çi jî her kêmneteweyek din, mafê wan heye ku li seranserê Sûriyeyê bi azadî û bi rûmet bijîn.”
Hevserokên Dîe Lînkê: Rojava ronahiya hêviyê ye
Hevserokên Die Linke (Partiya Çep) Ines Schwerdtner û Jan van Aken û Berdevka Polîtîkaya Derve Cansu Ozdemîr a Berlînê ya Elmanya diyar kirin ku Rojava ji her demê bêhtir di bin gefê de ye û got ku pergala azadîxwaz û pir-etnîkî ya Rojava tê hedefgirtin.
Hevserokan di berdewamê de wiha gotin: “Em bang li Hikûmeta Federal dikin ku êrîşên Tirkiye û Sûriyeyê yên li ser herêma Rojava bi tundî şermezar bike. Divê serdana fermî ya El-Şera ya Elmanya bi fermî were betalkirin. Di bin van şert û mercan de, normalîzekirina têkiliyên di navbera Elmanya û Sûriyeyê de çênabe. Her wiha em daxwaz dikin ku NY civînek taybet li ser rewşa Sûriyeyê li dar bixe.”
Mathîlde Panot: Divê Rojava were parastin
Seroka Koma La France Insoumise ya li Parlementê Mathilde Panot diyar kir ku Fransa nikare li hember êrîşên Îslamîst ên ku ji hêla Tirkiyeyê ve têne parastin bêdeng bimîne û banga parastina çalak a modela Rojava kir.
Petra Bayr: Aktorên Kurd tevlî nebe aramî nabe
Endama Encumena Neteweyî ya Awusturya û berdevka SPOyê têkildarî geşedanên li Rojhilat Navîn û siyaseta cîhanê wiha got: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kurd bi zordarî, pevçûn û koçberiyeke dijwar re rû bi rû ne. Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ku ji hêla Tirkiyê ve tê rêvebirin, Rêveberiya Xweser a Demokratîk ya Rojava hedef digire. Li dijî vê yekê civaka navneteweyî bi piranî bêdeng dimîne. Bêyî tevlîbûna Kurdan di pêvajoyê de û bêyî parastina mafên sivîl û kêmneteweyan, aramiya mayînde li Sûriyeyê û herêmê ne mumkin e; avahiya demokratîk a pir-etnîkî li Rojava divê ji bo berjewendiyên jeopolîtîk neyê qurbanîkirin.”
Fabian Molîna: Hevkarî berpirsyariya siyasî ye
Parlamenterê Partiya Sosyal Demokrat a Swîsreyê Fabian Molina jî da zanîn ku hevgirtina bi gelê Kurd û hemû kêmneteweyan re berpirsiyariyeke siyasî ye û bang kir ku li dijî binpêkirinên qanûnên navneteweyî bila gavên berbiçav werin avêtin.







