Li Başûrê Kurdistanê li dijî êrişên li ser Rojava, kampanyaya alîkariyê hatin destpêkirin.
Li herêmên cuda ên Başûrê Kurdistanê, li dijî êrişên çeteyên hikumeta demkî ya Şamê û Tirkiyeyê ji bo Rojava, kampanyayên piştevanî û alîkariyê hatin destpêkirin.
Mexmûr
Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi rojane ji bo piştgirî û şermezarkirina êrişên di nava çalakiyan de ne. Xelkê penaber yên Mexmûrê ku ev çalakî têr nedîtin, di çarçoveya çalakiya xwe de dest bi kampanyeke ya alîkariyê ji bo Rojavayê Kurdistanê kir. Kampanya alîkariyê li Saziya Malbatên Şehîdan hat destpêkirin. Bi destpêkirina kampanyê re gelek welatî berê xwe dan saziyê û alîkarî kirin.
Teqteq
Li navçeya Teqteq kampanyeke alîkariyê hate destpêkirin. Di çalakiyê de daxwaz ji xelkê hate kirin ku ji bo pêwîstiyên esasî yên jiyanê ya xelkê Rojava cihê xwe di kampanyayê de bigirin. Di çalakiyê de mamosteyê Olî Mîrza Mihemed axivî û daxwaz ji xelkê Teqteq û gundên wê kir ku bi alîkariyê xwe piştgiriyê bidin Rojavayê Kurdistanê.”
Dihok
Li pêşiya Mizgefa Mihabad ya Dihokê sindoqa kampanya alîkariyê ya ji bo xelkê Rojava hate danîn. Li gorî agahiyan heya duh tenê li pêşiya mizgefê bi qasî 30 deqeyan nêzîkî 15 milyon pere alîkarî ji bo Rojavayê Kurdistanê hate komkirin.
Ranya
Duh di saet 15:00’an de li ber Baxê Giştî yê navçeya Ranya ya ser bi Silêmaniyê kampanyeke ya alîkariyê ji bo Rojavayê Kurdistanê û çalakiyeke ya piştevaniyê hate destpêkirin. Tevî serma û barîna befrê jî şêniyan qadê vala nekirin û alîkarî ji bo Rojava berhev kirin. Di çalakiyê de kesayetê naskirî yê herêmê Hindirên Silêman wiha got: “Îro şoreşa kezî careke din her çar beşên Kurdistanê anîn ba hev. Em hemû li vir piştgiriya Rojava dikin. Peyama me ewe ku li pişt netewa xwe ne.”
Hindirên Silêman bang li hemû kesî kir ku tevlî kampanya alîkariyê bibin û got: “Herî zêde alîkariya pere, şîr û pêwîstiyên zarokan û derman bê kirin. Ji ber ku niha herî zêde pêwîstî bi vê yekê heye.”
Çemçemal
Zanîngeha Çermo ya li navçeya Çemçemal ya ser bi Silêmaniyê, bi dirûşmeya ‘Ji Çemçemal heya Rojava’ kampanyayek alîkariyê hate destpê kirin.
Yek ji amadekarên kampanyayê Idrîs Şewket daxuyaniyek da û got; “Weke erkek mirovî û olî, îro me vê kampanyayê da destpê kirin. Ev xebat ji bo zindîkirina wijdanê derfetek mezine, lewma bang li hemû xelkê herêmê dikîn ku tevlî kampanyayê bibin. Her kes dikare bi anîna pere, şîr, pêdawîstiyên jinan, zarok, cil û berg alîkarî bide.”
Seyîdsadiq
Li bajarokê Seyîdsadiq jî kampanya komkirina alîkariyê hatiye destpêkirin. Standa kampanyayê li ser pira nav bazara bajarok hatiye danîn berdewame. Welatî berê xwe didin cihê kampanyayê û alîkariya xwe pêşkêş dikin.
Kesên kampanya dane destpêkirin jî wiha gotin: “Em dixwazin di vê rewşa heyî de alîkariya xwişk û birayên xwe yên li Rojava bikin. Em bang li welatiyan dikin ku bi anîna pêdawîstiyên wek xwarin, pere û cil û bergan alîkariya me bikin. Beşdarbûna kampanyayê gelek girînge. Werin kêm jî be barê xwişk û birayên me yên Rojava sivik bikin.”













