• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TMMOBê salvegera erdheja 1ê Gulanê ya Çewlîgê bi bîr anî

    TMMOBê salvegera erdheja 1ê Gulanê ya Çewlîgê bi bîr anî

    Li Manîsayê bangawaziya tevlîbûna 1ê Gulanê hate kirin

    Li Manîsayê bangawaziya tevlîbûna 1ê Gulanê hate kirin

    Li Duhokê di 17 mehan de 62 karker jiyana xwe ji dest dan

    Li Duhokê di 17 mehan de 62 karker jiyana xwe ji dest dan

    Kedkarên Amedê ji bo 1ê Gulanê bang kirin: Ji bo aştî û azadiyê em li qadê bin

    Kedkarên Amedê ji bo 1ê Gulanê bang kirin: Ji bo aştî û azadiyê em li qadê bin

    ‘Divê mirina girtî Poyraz Esenê bê zelalkirin’

    ‘Divê mirina girtî Poyraz Esenê bê zelalkirin’

    DGD-KON: Divê dengê Naser Bakrzadeh û hemû girtiyên siyasî yên Kurd were bihîstin

    DGD-KON: Divê dengê Naser Bakrzadeh û hemû girtiyên siyasî yên Kurd were bihîstin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ciwanên enternasyonalîst: Em li kêleka Şoreşa Rojava ne

Amed / AW

25 ÇILE 2026 - 14:16
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Ciwanên enternasyonalîst li Amedê li dijî êrişên ser Rojava daxuyanî dan û gotin: “Gelê Rojava ji bo parastina ax û şoreşa xwe, xwe bi rêxistin dike û em jî li kêleka wan disekinin.”

Ciwanên enternasyonalîst yên ji Almanyayê bi boneya piştgiriya berxwedana çalakiyên ji bo Rojavayê Kurdistanê hatin Bakurê Kurdistanê û bi ciwanên welatparêz re daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî li ber avahiya DEM Partiya Amedê bi İngilîzî û Kurdî hate xwendin. Metna Îngîlîz Lea Hobbiebrunken xwend û metna bi zaravayê Kurmancî jî endama Meclîsa DEM Partiyê Berfîn Erdemîr xwend.

Ciwanan dowîzên ku Îngîlîzî û Kurdî li serê “Ciwan ji bo Rojava dibin yek.” “Ciwan Nobedarê Şoreşa Rojava ne” navîsandibûn rakirin.

‘Em ji bo beşdariya çalakiyên ciwanan hatin’

Berfîn Erdemîr di destpêka daxuyaniyê de da zanîn ku ciwanên enternasyonalîst ji bo beşdarbûna çalakiyên Bakur û piştgiriyê bidine gelê Rojava hatine û got: “Em wekî ciwanên enternasyonalîst ên ji rêxistinên cuda yên ciwanan yên Almanyayê, ji bo diyarkirina hevgirtina xwe ya bi berxwedana Rojava re, wekî heyetekê hatin Amedê. Em li vir in da ku beşdarî çalakiyên ciwanan ên li Bakur bibin. Di 6ê Çileyê de, HTŞê li dijî herêmên xwerêveberiyê yên Helebê êrişeke nû û mezin da destpêkirin. Ev êriş, nîşaneya destpêka êrişeke berfireh e ku li ser asta navneteweyî hatiye plankirin û Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digire. Ji wê rojê ve, mîlîsên cîhadîst ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên fînansekirin, êrişî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin û bi hezaran çeteyên DAIŞê ji zindanan berdan.”

‘Êriş bi plana dewletên cîhanê tên kirin’

Berfîn Erdemîr diyar kir kû rewşa niha li Rojava têde berpirsyariya hemû dewletên cîhanê ye û ev yek li dijî gelê Kurd plana qirkirinê ye û wiha axivî: “Niha mîlîsên cîhadîst û artêşa Tirk Kobanê dorpeç kirine û ber bi herêma Cizîrê ve pêşde diçin. Rewşa mirovî ya li van herêman her ku diçe felaketbûrtir dibe. Li Kobanê gel nikare bigihîje av, elektrîk û xurekê. Şevê din herî kêm pênc zarokan jiyana xwe ji dest dan. Tişta ku em li vir şahidiyê jê re dikin, ne tenê kampanyayeke wêrankirinê ye ku ji aliyê çeteyên cîhadîst an dewleta Tirk ve tê meşandin, ev hewldaneke navneteweyî ye ku armanca wê tunekirina xwerêveberiya demokratîk û destkeftiyên wê ye. Rêveberên li herêma Rojhilata Navîn, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Ewropa bi dehan salan e ku ji bo serdestiya îdeolojîk û nûfûza li herêmê têdikoşin. Bi dehan salan e, welatên Rojava û bi taybetî DYA, hewl didin ku hêz û bandora xwe ya li herêmê zêde bikin. Ji bo rêyên bazirganiyê yên kurtir, çavkaniyan an jî dersînorkirinên hêsantir, ew amade ne ku li ser cesedan re derbas bibin. Hemû hikûmetên Rojavayî ji komkujiyên ku niha li herêma xwerêveberiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin, berpirsiyar in. Almanya jî di nav de ye.”

‘Em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo daxwaz dikin’

Berfîn Erdemîr di dawiya daxuyaniyê de bal kişand ser azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û da zanîn kû parastina Rojava parastina fikra sosyalîzmê û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurde û wiha got: “Enternasyonalîzma ku bingeha têkoşîna jiyana azad a li seranserê cîhanê ye, ne tenê dirûşmek e pratîkek e ku divê em berpirsiyariya wê bigirin ser milê xwe. Wekî ciwanên ji Almanyayê hatine, em parastina xwe û rêxistinkirina demokratîk wekî berpirsiyariya xwe dibînin. Rojava, şoreşa serdema me ye ku li hemberî pergala kapîtalîst a kedxwar û nemirovî alternatîfekê pêşkêş dike. Îro tişta ku divê em li Rojava biparêzin ne tenê herêmek e. Di heman demê de parastina fikra sosyalîzmê û paradîgmaya Rêber Apo ye, ku em wî bi taybetî ji bo azadiya gelan wekî mînak dibînin. Em wekî heyetekê, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo talep dikin. Mafê beşdariya bêsînor a di vê pêvajoyê de, ji bo serkeftina pêvajoyê neçarî ye û berxwedan bilind dibe! Gelê Rojava ji bo parastina axa xwe û şoreşê xwe birêxistin dike em jî li kêleka wan disekinin. Ev rewş, careke din ji me ciwanên demokratîk re nîşan dide ku: Yekane hêza ku dikare li hemberî şeran bisekine û aştiyê pêkan bike, enternasyonalîzma ji jêr ve û hevgirtina ku em bi hev re ava dikin e. Em ê vê peyamê ji Ewropayê bibin Rojava. Ti sînor nikarin me bidin sekinandin! Bijî Berxwedana Rojava! Bijî hevgirtina enternasyonal!”

Etîket: Berxwedana RojavaCiwanên enternasyonalîst
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Kobanê, Kaniya Kurdan û Miştenûr xweş xuya dikin lê sînor heye

Şam peymanê pêk naîne: Dorpêça Kobaniyê didome

5 SIBAT 2026
Xelkê Kobanê ji bo parastina destkeftiyên xwe meşiya

Xelkê Kobanê ji bo parastina destkeftiyên xwe meşiya

4 SIBAT 2026
Kobanê, Kaniya Kurdan û Miştenûr xweş xuya dikin lê sînor heye

Kobanê, Kaniya Kurdan û Miştenûr xweş xuya dikin lê sînor heye

4 SIBAT 2026
Delîl Zîlan: Bi pêşengiya Ocalan li Rojava wê Kurd xwe bi rê ve bibin

Delîl Zîlan: Bi pêşengiya Ocalan li Rojava wê Kurd xwe bi rê ve bibin

3 SIBAT 2026
Keskîn Bayindir: Keziyên jinan dê HTŞê jî têk bibe

‘Baweriya gelê Kurd bi Hikûmeta Demkî ya Şamê nayê’

3 SIBAT 2026
Parlak: Divê em bi ruhê Rojava yekîtiya xwe saz bikin

Parlak: Divê em bi ruhê Rojava yekîtiya xwe saz bikin

2 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • ‘Şano dikare bibe hilgirê sereke ya peyama aştiyê’

    ‘Şano dikare bibe hilgirê sereke ya peyama aştiyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Entegrasyona Sûriyeyê ji ber bandora Tirkiyeyê giran dimeşe’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Colemêrgê ev nezî 2 meh in ava vexwarinê şêlû diherike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Weqfa Mezopotamyayê kovarên folklora Kurdî dîjîtalîze kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ev maça dawî ji bo Amedsporê maça man û nemanê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ribêsan li ser dezgahan cihê xwe girt: Dermanê nexweşiyan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30yê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Amedê: Komun şaredarî ye, şaredarî komun e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Karayilan: Hikûmetê wek pratîk pêvajoyê rawestandiye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Saziyên kedê yên Êlihê banga tevlîbûna meşa 1ê Gulanê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne