• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hêzên Ked û Demokrasiyê: Baroya Îzmîrê ji ber parastina mafên girtiyan tê cezakirin

    Hêzên Ked û Demokrasiyê: Baroya Îzmîrê ji ber parastina mafên girtiyan tê cezakirin

    Li Wanê bangawaziya ‘Mitînga Azadiyê’

    Li Wanê bangawaziya ‘Mitînga Azadiyê’

    Meclîsa Dayikên Aştiyê çû serdana gora Munîbe Koç

    Meclîsa Dayikên Aştiyê çû serdana gora Munîbe Koç

    ‘Siyaseta valakirina gundan ji bo bişaftinê bû’

    ‘Siyaseta valakirina gundan ji bo bişaftinê bû’

    Serlêdanên 33yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kir

    Serlêdanên 33yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kir

    ‘Pevçûnên navxweyî bingeha xwe ji mêtîngerî û pergala dewletê digirin’

    ‘Pevçûnên navxweyî bingeha xwe ji mêtîngerî û pergala dewletê digirin’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

DFG: Em Azîz Koyluoglu bi rêzdarî bi bîr tînin

Amed / AW

27 ÇILE 2026 - 10:08
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rojnameger Azîz Koyluoglu di salvegera yekemîn a şehadeta wî de bi bîr anî. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew weke şopdarên heqîqetê cihê ku Azîz Koyluoglu hiştiye, bi pênûs û kameraya xwe dê vê dozê bidomînin.

Rojnameger Azîz Koyluoglu sala borî di 27ê Çileyê de bi êrişekî hewayî ya dewleta Tirk de tev li 3 kesan hate qetilkirin. DFG bi daxuyaniyekî nivîskî Koyluoglu bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de bi kurtahî behsa jiyana Azîz Koyluoglu hate kirin û wiha hate gotin: “Kariyera xwe ya rojnamegeriyê di destpêka salên 2000î de di nava çapemeniya azad de dest pê kir. Ji nûçegihanî û kameravanî bigirin heya edîtoriyê, ji mudurê nûçeyan bigirin heya girênendeyê giştî ya weşanê, bi fedakarî û baweriyek mezin di her qada çapemeniyê de xizmet kir. Ji Hewlêrê heta Silêmanî, ji Kerkukê heta Mexmûrê; ji Dêrika Hemko heta Qamişlo, Kobanî û Efrînê, wî li ser qadeke erdnîgariya berfireh rojnamegerî kir. Li her deverê ku şer, zilm û talan hebû, wî kamera û pênûsa xwe bikar anî da ku ji bo rastiyê di tarîtiyê de nehêle. Wî jiyana xwe ji bo têkoşîna ragihandina rastiyê ji bo gel terxan kir.”

‘Em soz didin ku pênûsa wî li erdê nehêlin’

DFG anî ziman ku Azîz Koyluoglu ne tenê rojnamegerek bû; ew dengê rastiyê û şopdarê heqîqetê bû û wiha hate gotin: “Li dijî kesên ku bi kuştina wî dixwestin wî bêdeng bikin, em careke din soz didin ku em pênûs û kameraya tu hevkarê xwe li erdê nahêlin. Rastî nayê bêdengkirin. Divê baş bê zanîn ku Çapemeniya Azad li hember komkujî, êrîş, girtin û sansurê tu carî paşve gav neavêtiye û di pêşerojê de jî wê paşve gav neavêje. Em ê li cihê ku Azîz Koyluoglu hiştiye, bi pênûs û kameraya xwe vê dozê bidomînin. Em li ber bîranîna wî bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”

Etîket: Azîz KoyluogluKomeleya Rojnamegerên a Dicle Firatê (DFG)
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Serlêdanên 33yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kir

Serlêdanên 33yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kir

16 HEZÎRAN 2026
Roza Metîna: Em ê her dem rastiyan bişopînin  Ayşegul Dogan: Divê hemû rojnamegerên girtî bên berdan

Roza Metîna: Em ê her dem rastiyan bişopînin
Ayşegul Dogan: Divê hemû rojnamegerên girtî bên berdan

22 NÎSAN 2026
Hevseroka DFGê: Mîrasa Rojnameya Kurdistanê bi berxwedanek mezin didome 

Hevseroka DFGê: Mîrasa Rojnameya Kurdistanê bi berxwedanek mezin didome 

21 NÎSAN 2026
Rojnameger Evîn Bûldan hat bibîranîn

Rojnameger Evîn Bûldan hat bibîranîn

2 NÎSAN 2026
Serlêdanên atolyeya medyaya dîjîtal dest pê kir

Serlêdanên atolyeya medyaya dîjîtal dest pê kir

10 ADAR 2026
DFG: Em ê xwedî li mîrasa Egîd Roj derkevin

DFG: Em ê xwedî li mîrasa Egîd Roj derkevin

15 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • ‘Zarokên min ne aşiqê mirinê bûn, tenê aştî û azadî xwestin’

    ‘Zarokên min ne aşiqê mirinê bûn, tenê aştî û azadî xwestin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Parlamentera PDKê ya berê: Ji bo serketina pêvajoyê guhertina destûrê pêwîst e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dîba Keskîn: Di sedsala duyemîn de nabe ku heman êş bên kişandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê derbarê hevdîtina bi Kurtulmuş re daxuyanî da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Siyaseta valakirina gundan ji bo bişaftinê bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Pevçûnên navxweyî bingeha xwe ji mêtîngerî û pergala dewletê digirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 16ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gelê Pirxûsê li dijî GESê bi rojan e li ber xwe dide

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayika Aştiyê Munîbe Koç li Enqereyê hat definkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Xwestin ser bûyera li navenda rehabîlîtasyonê bigirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (466)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne