Amed – Hevseroka Komeleye Rojnamegerên Dîcle Firatê Kesîre Onel bi boneya salvegera derketina rojnameya yekemîn a Kurdî bal kişand ser dîroka rojnamegeriya Kurdî û diyar kir ku mîrasa Miqdat Mîthad Bedirxan ji wan re hiştiye îro bi navê Çapemeniya Azad bi berxwedaneke mezin berdewam dike. Kesîre Onel destnîşan kir ku tevî her cure astengî û polîtîkayên qirkirinê jî heqîqet nayê veşartin.
Rojnameya Kurdistanê di dîroka gelê Kurdistanê de yekem rojname ye. Rojname ji hêla Miqdat Mîthad Bedirxan ve di 22yê Nîsana 1898an de li Qahîre ya paytexta Misrê dest bi weşanê kir. Kurdistan yekemîn rojnameya Kurdî ye, xwediyê wê û belavkarê wê jî Miqdat Mîthad Bedirxan e ku yekemîn wek rojnamegerê Kurd hatiye qebûlkirin. Pênc hêjmarên pêşî yên rojnameyê ji hêla Miqdat Mîthad Bedirxan ve li Qahîreyê, hejmarên din jî piştî mirina wî ji hêla birayê wî Evdirehman Bedirxan ve li Swîsreyê û Îngilîstanê tên weşandin. Rojnameya Kurdistanê di navbera salên 1898-1902an de hatiye weşandin û bi tevahî 31 hejmar derketiye. Rojnameyê di sala 1902yan de weşana xwe bi dawî kiriye. Bi ser weşana Rojnameya Kurdistanê re 128 sal derbas bûn. Ji sala 1973yan û vir ve 22yê Nîsanê weke Roja Rojnamegeriya Kurdî tê pîrozkirin.
Ev roj li çar parçeyên Kurdistanê, diyasporayê bi çalakiyên cuda tê pîrozkirin. Bi pêşengiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopatamyayê (MKG) wê sibê ango 22yê Nîsanê li navçeya Sûrê ya Amedê bi rojnamegerên Kurd re civînekê li dar bixe.
Hevseroka DFGê Kesîre Onel bi vê minasebeta 128emîn salvegera Rojnameya Kurdistanê ji Ajansa Welat re axivî.

Mîrateya 128 salan: Ji Qahîreyê heya îro
Kesîre Onel bi bîr xist ku beriya 128 salan li Qahîreyê bi pêşengiya Miqdat Mîthad Bedirxan Rojnameya Kurdistan weke bersivek li dijî polîtîkayên asîmilasyonê yên Osmaniyan hatiye derxistin û wiha got: “Wê demê nedihat xwestin ku Kurd, Kurdbûn û Kurdistanîbûn hebe. Ji ber vê yekê, Rojnameya Kurdistan weke serhildanek û berxwedanekê derket holê. Ew roj ji bo me mîladek e.”
‘Zîhniyet neguherî ye’
Kesîre Onel bal kişand ser dîroka bihûrî ya ji serdea Bedîrxanîyan heya îro ku didome û destnîşan kir ku hişmendiya li dijî Kurdan neguheriye û wiha berdewam kir: “Dema em li wan rojan û li roja îro dinêrin, em dibînin ku tiştek neguheriye. Asîmilasyon û polîtîkayên qirkirinê hîn jî li ser gelê Kurd tê meşandin. Em weke rojnamegerên Kurd îro jî bi heman zextan re rû bi rû ne, lê em vê weke serhildanekê dibînin û xwedî li mîrasa xwe derdikevin.”
‘Naxwazin rastî bigihîje civakê’
Kesîre Onel bal kişand ser rewşa rewşa zehmet a ku xebatkarên Çapemeniya Azad re rû bi rû ne û axaftina xwe wiha domand: “Gelek astengî di warê pîşeyî de li pêş me hene. Hîn jî gelek hevalên me di girtîgehan de ne. Her roj li ser rojnamegeran dozên nû tên vekirin. Di aliyê teknîkî û meslekî de astengiyên mezin derdikevin holê ku rastî negihîjin civakê. Hêzên hegemonîk dixwazin çapemeniyê bixin bin tekela xwe, lê Çapemeniya Azad mîna Rojnameya Kurdistan vê yekê qebûl nake.”
Banga xwedîderketina li çapemeniya Kurd
Kesîre Onel di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir ku bi her awayî xwedî li Çapemeniya Azad a Kurd derkeve û çapemeniya xwe xurttir bike û got: “Heta ku miletê Kurd li ser pêyan be, divê di aliyê çapemeniyê de xwe xurt bike. Çimkî ji me pê ve kes tune ye ku me baş pênase bike. Erka me ye ku em li pey şopa heqîqetê bimeşin û rastiya civaka xwe binivisînin û ragihînin.”












