• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
27 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Rûbarokê bang kirin: Xwedî li Rojava derbikevin

    Li Rûbarokê bang kirin: Xwedî li Rojava derbikevin

    Graham hişyarî da Şam û Enqereyê: Kurd hevpeymanên me ne

    Lindsey Graham: Kurd mutefîkên me ne divê bên parastin

    ‘Gel li dijî êrîşên li ser Rojava xwe diparêze’

    ‘Gel li dijî êrîşên li ser Rojava xwe diparêze’

    Ji Nisêbînê bang kirin: Ji bo alîkariya mirovî deriyên sînor vekin

    Ji Nisêbînê bang kirin: Ji bo alîkariya mirovî deriyên sînor vekin

    Kobanî di salvegera rizgarkirina bajarê xwe de meşiyan

    Kobanî di salvegera rizgarkirina bajarê xwe de meşiyan

    Otomatik taslak

    Dayik ji Balyozxaneya Îsraîlê bang kirin: Korîdorê vekin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Rûbarokê bang kirin: Xwedî li Rojava derbikevin

    Li Rûbarokê bang kirin: Xwedî li Rojava derbikevin

    Graham hişyarî da Şam û Enqereyê: Kurd hevpeymanên me ne

    Lindsey Graham: Kurd mutefîkên me ne divê bên parastin

    ‘Gel li dijî êrîşên li ser Rojava xwe diparêze’

    ‘Gel li dijî êrîşên li ser Rojava xwe diparêze’

    Ji Nisêbînê bang kirin: Ji bo alîkariya mirovî deriyên sînor vekin

    Ji Nisêbînê bang kirin: Ji bo alîkariya mirovî deriyên sînor vekin

    Kobanî di salvegera rizgarkirina bajarê xwe de meşiyan

    Kobanî di salvegera rizgarkirina bajarê xwe de meşiyan

    Otomatik taslak

    Dayik ji Balyozxaneya Îsraîlê bang kirin: Korîdorê vekin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Divê Deriyê Sînor demildest were vekirin’

Amed / AW

27 ÇILE 2026 - 13:49
Kategorî: MANŞET, ROJANE, VÎDEO, WÊNE
A A
Platforma Parastin û Hevgirtinê a Bajêr ya Amedê têkildarî rewşa mirovî ya Kobanê daxuyanî da û got: “Alîkariya mirovî berpirsiyariyek hiquqî, vicdanî û mirovî ye. Divê Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê demildest were vekirin.”

Platforma Parastin û Hevgirtin a Bajêr ya Amedê bi diruşma “Bila bilez korîdora alîkarî ya mirovî bê vekirin” li eywana Çand Amedê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Endam û rêvebirên Platfromê, Baroya Amedê, hevşaredarên Bajarê Mezin û navçeyên Amedê, endam û hevserok û rêveberên partiyên siyasî, rêveberên saziyên sivîl û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Kurmanciya metna daxuyaniyê Serokê Baroya Amedê AbdulKadîr Gûleç, metna Tirkî jî hevberdevka platformê Yildiz Ok Orakê Xwend.

AbdulKadîr Gûleç bal kişand li ser krîza mirovî ya li bajarê Kobanê her roj zêde dibe û dibe kareseteke mezin û wiha got: “Krîza mirovî ya ku li bajarê Kobanê tê jiyîn, her ku diçe vediguhere karesateke girantir û kûrtir. Ji ber pêla koçberiyê ya dijwar a hefteyên dawî, hejmara nêzîkî 500 hezarî bûye. Binesaziya heyî êdî nikare vî barî hilgire; di çareserkirina hewandinê, xurek, ava paqij û xizmetên tenduristiyê de krîzeke cidî tê jiyîn. Sedema bingehîn a vê koça girseyî ew e ku hêzên hikûmeta demkî yên li Şamê, bi taybetî êrîşî herêmên ku Kurd lê dijîn dikin. Hedefgirtina warên welatiyên sivîl, jiyanê zehmet kiriye û bi sed hezaran mirov neçar hiştine ku xwe bispêrin Kobanê.”

‘Alîkariyên hatine şandin kêm mane’

Di berdewama axaftina xwe de AbdulKadîr Gûleç da zanîn ku li gorî daneyên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), li Sûriyeyê di nava sê hefteyên dawî de zêdetirî 100 hezar mirov koçber bûne û wiha got: “Rewşa ewlehiyê, nûqteyên kontrolê yên leşkerî yên li ser rêyan, gihandina alîkariyên mirovî bo herêman gelekî zehmet dike. Ev tablo pîvanên krîza mirovî ya li Kobaniyê girantir dike. Alîkariyên ku ji hêla mekanîzmayên alîkariya mirovî yên navneteweyî ve hatine şandin, li hemberî mezinahiya krîzê kêm mane. Di demekê de ku ev kêmasiya gerdûnî didome, girtîhiştina Deriyê Sînorî yê Murşidpinarê ku dê gihandina herî bilez û ewle bo herêmê hêsan bike. Riya Kîlîs-Çobanbeyê ya ku ji hêla rayedarên Komara Tirkiyeyê ve ji bo alîkariyên mirovî yên bo Kobaniyê tê pêşniyarkirin, ji aliyê ewlehiyê ve rîskên cidî dihewîne. Li aliyê din ji ber dûrbûna xwe ya ji Kobaniya di bin dorpêçê de, çareseriyeke bi bandor pêşkêş nake.”

‘Av xurek betanî û amûrên paqijiyê sereke ne’

AbdulKadîr Gûleç destnîşan kir ku ji nûçeyên ku van rojên dawî di çapemeniyê de cih girtine tê fêmkirin ku ew 13 TIRên ji bo alîkarî ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine şandin, li hemberî pêdiviyên jiyanî yên bingehîn ên sed hezaran mirovan, gelek kêm in. Îro pêdiviya herî lezgîn a gelê Kobaniyê ya av, xurek, betanî, doşek, malzemeyên paqijiyê û alavên hewandinê heye. Di vê çarçoveyê de em dixwazin bi taybetî destnîşan bikin ku TIRên me yên alîkariyê yên ji pêdiviyên mirovî yên bingehîn pêk tên, li herêma me amade ne û tên rawestandin. Heger destûrên pêwîst werin dayîn, alîkarî dê demildest derkevin rê û bigihîjin gelê Kobanê. Em ji vir bi awayekî zelal û xurt bang dikin, Deriyê Sînorî yê Murşîtpinarê divê demildest ji bo alîkariya mirovî were vekirin. Divê destûr were dayîn ku saziyên civaka sivîl û torên piştevaniyê rasterast alîkariyê bigihînin Kobanê. Divê were dabînkirin ku di serî de AFAD, hemû saziyên têkildar ên kamûyê rasterast alîkariyê bişînin herêmê; di vê pêvajoyê de divê bi civaka sivîl re hevkariyeke tam were danîn. Pêvajoyên alîkariyê divê ji hesabên siyasî werin paqijkirin, bi awayekî şefaf û bilêvker werin meşandin.”

Banga vekirina korîdorê

Di dawiya axaftina xwe de AbdulKadîr Gûleç di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku alîkariya mirovî ne tercîhek e û wiha axivî: “Alîkariya mirovî berpirsiyariyeke hiqûqî, wicdanî û mirovî ye. Bêdeng mayîna li hemberî vê karesata ku tenê çend kîlometreyan dûrî sînor diqewime, hevkariya drama mezin a mirovahiyê ye. Em bang li rayedaran dikin ku demildest berpirsiyariyê bigirin ser xwe û ji bo Kobaniyê korîdoreke alîkariya mirovî ya bênavber ava bikin. Her wiha, em îro destpêkirina Kampanyaya Alîkariya Mirovî ya Lezgîn a Kobaniyê radigihînin. Hemû hûrgulî, lîsteyên pêdiviyan û bangên piştevaniyê yên têkildarî kampanyayê dê bi raya giştî re bi awayekî şefaf û qonax bi qonax werin parvekirin.”

 

Etîket: Banga vekirina derîDeriyê Sînor ê MurşîtpinarêPlatforma Parastin û Hevgirtinê a Bajêr ya AmedêSerokê Baroya Amedê Abdulkadîr GuleçYildiz Ok Orak
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Hiqûqnasên Amedê: Li ser pergala wekheviyê metirsî hene

Hiqûqnasên Amedê: Li ser pergala wekheviyê metirsî hene

25 ÇILE 2026

‘Tu hewldanên ku statuya Kurdan tune dihesibînin nikarin aştiyekê pêk bînin’

12 ÇILE 2026
Guleç: Divê yasayên entegrasyona demokratîk bên çêkirin

Guleç: Divê yasayên entegrasyona demokratîk bên çêkirin

17 KANÛN 2025
Tahir Elçî di salvegera 10emîn de hate bibîranîn: Ji ber ku aştiyê parast hate kuştin

Tahir Elçî di salvegera 10emîn de hate bibîranîn: Ji ber ku aştiyê parast hate kuştin

28 MIJDAR 2025
Tuncer Bakirhan: Ne tenê gotin divê gavên pratîk jî bên avêtin

Tuncer Bakirhan: Ne tenê gotin divê gavên pratîk jî bên avêtin

28 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (1354)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne