• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
21 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nijadperestan li Efrîn û Helebê êrişî Kurdan kirin

    Nijadperestan li Efrîn û Helebê êrişî Kurdan kirin

    Polîsan êrişî Newroza Kocaeliyê kirin: 8 kes hatin binçavkirin

    Polîsan êrişî Newroza Kocaeliyê kirin: 8 kes hatin binçavkirin

    Dîmenên rengîn û ruhê Newrozê

    Dîmenên rengîn û ruhê Newrozê

    Li Seferîhîsarê agirê Newrozê hat geşkirin: Peyama Birêz Ocalan rêya jiyana hevpar nîşan dide

    Li Seferîhîsarê agirê Newrozê hat geşkirin: Peyama Birêz Ocalan rêya jiyana hevpar nîşan dide

    Li Qamişloyê çem hilçû mal di bin avê de man

    Li Qamişloyê çem hilçû mal di bin avê de man

    Xeteriya li ser girtiyên zindana Evînê zêde dibe

    Xeteriya li ser girtiyên zindana Evînê zêde dibe

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Sezaî Temellî: Ev peyman encama berxwedana Kurdan e

Mûş /AW

30 ÇILE 2026 - 17:24
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî li Gimgimê di çalakiya li dijî êrîşên li ser Rojava de axivî û bal kişand ser peymana di navbera HSD û HTŞê û wiha got: “Ev berxwedana li dijî her cûre xerabiyê, li dijî dijminên gelê Kurd ev peyman bi xwe re anî.”

Li navçeya Gimgim ya Mûşê, êrîşên li dijî Rojava bi meş û daxuyaniyekê ku Platforma Saziyên Demokratîk a Mûşê pêşengî lê kir hat protestokirin. Girseya ku li ber avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Gimgimê kom bû, bi dirûşmên “Rojava rûmeta me ye”, “Gelê Kurd yek e” û “Bijî berxwedana Rojava” heta Qada Koxê meşiya. Di meşê de pankarta “Rojava rûmeta me ye” hat vekirin. Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezai Temelli û nûnerên partiyên siyasî û saziyên demokratîk ên bajêr tev li çalakiyê bûn.

Serokê Weqfa Cemxaneya Vartoyê Kerem Akdag piştî meşê axivî û diyar kir ku ew ê li dijî êrişên li Rojava û Sûriyeyê têkoşîna xwe bidomînin.

‘Ev peyman destpêkek e’

Dû re Sezaî Temellî peymana ku di navbera HSD û HTŞê de hatiye îmzekirin bi bîr xist û da zanîn ku ev peyman berhema vê têkoşîn û berxwedanê ya Gelê Kurd e. Sezaî Temellî destnîşan kir ku ev peyman berhema aqlê ku muzakereyê esas digire ye û got: “Me li ber xwe da û vê berxwedana li dijî her cûre xerabiyê, li dijî dijminên gelê Kurd ev peyman bi xwe re anî. Ev peyman ne dawî ye, lê destpêkek e. Li hember kesên ku li dijî statuya Kurdan e, bi vê peymanê ji bo pêşeroja Suriyeyê gaveke girîng hat avêrin.”

‘Aqlê muzakereyê yê birêz Ocalan wê azadiya Kurdan bi xwe re bîne’

Sezaî Temellî diyar kir ku gelê Kurd û Elewî hene û heta ku ew hebin, berxwedan dê berdewam bike. Sezaî Temellî anî ziman ku rejîma li ser Sûriyeyê hatiye ferzkirin soza pêşerojekê nade Sûriyeyê û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Pêşeroja Sûriyeyê bi berxwedana gelê Kurd ve girêdayî ye. Di 27ê Sibatê de, me bi manîfestoya ku ji hêla Birêz Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin, dest bi rêwîtiyek girîng kir. Me got ku ev rê rêya aştî û civaka demokratîk e. Ji bo vê yekê, em ê bi nêzîkatiya demokrasiyê zemînên danûstandinê biafirînin. Lê ji bo ku ew zemînên danûstandinê bi awayekî xurt werin damezrandin, têkoşînek xurt hewce ye. Me ev bi dest xistiye. Hîn rêyek dirêj li pêşiya me ye. Divê kes dev ji vê têkoşînê û vê rêya sêyemîn bernede. Bawer bikin, ev aqlê muzakereyê ya ku ji hêla Birêz Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin bê guman dê azadiya gelê Kurd bîne.”

Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz axivî û diyar kir ku berxwedana li Rojava û têkoşîna jiyana hevbeş a gelê Rojava wê bê guman li çar aliyê cîhanê belav bibe.

Piştî axaftinan çalakî bi dirûşman bi dawî bû.

Etîket: Kerem AkdagSezaî TemellîSumeyye Boz
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Newroza Kocaeliyê: Dê fikrên Abdullah Ocalan bi ser bikevin

Newroza Kocaeliyê: Dê fikrên Abdullah Ocalan bi ser bikevin

21 ADAR 2026
Li Mûşê banga tevlêbûna Newroza Kopê

Li Mûşê banga tevlêbûna Newroza Kopê

9 ADAR 2026
Temellî: Divê zagon bên derxistin

Temellî: Divê zagon bên derxistin

9 ADAR 2026
DEM Partî li meclise bang kir: Pêşî li êrişan bigirin

DEM Partî li meclise bang kir: Pêşî li êrişan bigirin

8 ÇILE 2026
Sezaî Temellî: Pêwîst e hiqûqa navneteweyî li dijî binpêkirinan rabe

Sezaî Temellî: Pêwîst e hiqûqa navneteweyî li dijî binpêkirinan rabe

5 ÇILE 2026
Sezaî Temelli: Divê komîsyon êdî biryara çûyina Îmraliyê bide

Sezaî Temelli: Divê komîsyon êdî biryara çûyina Îmraliyê bide

17 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Em dikarin Rojhilata Navîn veguherînin bexçeyê azadiyê

    Abdullah Ocalan: Em dikarin Rojhilata Navîn veguherînin bexçeyê azadiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi wêneyan pîrozbahiya li çiyayên Kurdistanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Newroza Amedê wêneyên biryardariya azadî û yekîtiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newroza Amedê bi slogana ‘Yek e Kurdistan yek e’ bi dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sozdar Avesta peyama Abdullah Ocalan xwend

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Newroza Amedê hin wêneyên bi heybet

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê reng û dengê qadê bû Abdullah Ocalan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (843)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne