Heyeta DEM Partiyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tê dê roja yekşemê biçin Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî ku di bernameyeke taybet a Îlke TV re axivî da zanîn ku heyeta wan dê roja yekşemê biçe Girav Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bike.
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji parlamentera Wanê Pervîn Buldan, parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol pêk tê herî dawî di 27ê Adarê de çûbûn Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêkanîbûn.













