Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), diyar kir ku li Kobanê zêdetirî 10 roj in di bin dorpêçeke giran de ye û nerazîbûn nîşanî bêdengiya civaka navneteweyî da.
Şêniyên Kobanê ji SOHRê re axivin û diyar kirin ku li Kobanê pêdiviyên bingehîn ên jiyanî xelas dibin û da zanîn ku sebze, fêkî û berhemên çandiniyê bi tevahî xilas bûne û got ku sotemenî tune ye. Şêniya bi bîr xist ku nexweşên şekir, zarok û nexweşên diyalîzê êdî di peydakirina dermanan de zehmetiyan dikêşin. Şêniyan bertek nîşanî bêdengiya Neteweyên Yekbûyî (NY) dan.
SOHRê jî têkildarî rewşa li herêmê tê jiyîn destnîşan kir ku li Kobanê kareseteke mirovî tên jiyan û anî ziman ku rêxistinên nevneteweyî li herêmê bêbandor bûne.













